La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Șer çyada


Auteur :
Éditeur : Xorhrdayin Date & Lieu : 1989, Êrêvan
Préface : Pages : 464
Traduction : ISBN : 5-550-00312-0
Langue : KurdeFormat : 140 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Șer çyada

Șer Çyada

Elîê Evdilrehman

Xorhrdayin


Qnyatê vê r'omana E'lîê E'vdilr'eh'man r'ûp'elekî șer'k'arîya k'urdaye miletîê - azadarîêye miqabilî kirinêd h'ukumeta T'ürk'îaêye (R'oma r'eș) k'urdxur. Qewmandin h'îmlî goveka salêd qur'na bîstîye 20 - 30-îda cîwar dibin. R'oman ser h'îmê bîranînêd t'evbûyê wî șer'î Șêxe'vdilbarîê Șêxbava û H'emîdê E'lî, usa  jî bi hesabhildana ç'e'vkanîêd t'erîqzanîê û dakûmêntêd arxîvê hatîye nivîsarê. Nivîsk'ar nav nexș û nîgarêd bedewetîêda r'uh'ê qewmandnayî t'erîqîêr'a amin maye.R'omanêda t'eqleke berbiç'e'v hatye danînê ser qewata pismamtîya k'urda û ermenîaye ji dewr-zemana.



Ez vê r'omana xwe p'êșk'êșî bîranîna k'omekdar û
h'elala xweye h'ezkirî - P'akîzera H'ecîsadiqê Șemo dikim.
E'lîê E'vdilr'eh'man

DERHEQA R'OMANA K'URDÎYE SOVÊTÎÊDA


T'erîqa r'omana k'urdê sovêtîê ewqasî jî dirêj û dewlemend nîne. Bona peșdahatina wê janrê r'ê û mezîla berevbûna e'rf-e'detê lîteratûrîê-medenîetîêye h'emmiletîêye t'omerî lazimbû. Salê 50-î dîharbûna r'omana k'urdîye sovêtîê ser p'ya "Leqandin - girtina" wê janrê bû șûr'ê - nîșaneke xwehazirkirina t'erîqîê- p'sîxologîê. H'îmlî E'reb Șamîlov û E'lîê E'vdilr'eh'man wa gotn "turișkirin" xwe li "șovkirina" mezîla r'omanê bigrin. Hilbet, pirseke mayîne, çika wan qewlê t'unebûna cer'bandina tradîsîonda ça "Șovkirin", xwendevana çito "ek'inê" r'uh' û h'iș-sewda stendin. Ya sereke vira p'eydabûna îzbatîya t'erîqîê - lîteratûrîêye. Fikrandina k'urdê sovêtîêye êpîkîê - gilîkirinê bi wan gavêd e'frandarîê xwe li morfologîa r'omanê, li heyetîya nivîsara "bînfire" digirt. V. Bêlînskî dinvîse, wekî r'oman çapnîșa "qanixbûna" lîteratûra her cime'ekêye êst'êtîkîê - fîlosofîêye.

Pirs ewe, wekî r'oman janra lîtêratûrîêye here giran, çetin û sexte. Li spêsîfîka "bejna" wê tê e'mir û meriv h'emû alyava, h'emû taq û qulç'ava, nav p'êlê we'deye dipêjda ser xwendevanada "veger'înê". Bi prînsîp û peydê-qanûnêd janrîêva r'oman ewqasî ûnîversal- h'emt'omerîyê, wekî hine p'eșekzan wê h'esab dikin qismê lîteratûrîêyî çara (r'ex qismê lîrîkîê, êpîkîê û dramatîkîêye normatîv). Nav lîteratûzaniya sovêtîêda bi atrîbûtîkaêd bașqe-bașeva ev cûr'ê-tîpêd r'omanêye h'îmlî têne "cihêkirin" - cudakirinê: r'omanê p'sîxologîê, sosîalîê, t'erîqîê, avtobîografîê, t'erîqîê - r'evolyûsîon, t'erîqîê-bîografîê, xronologîê, bîranînê, dokûmental-îzbatîê, detektîv, qaçaxtîê (prîklioçençeskîy), r'oman - êpopea û êd mayîn. Fe'mdarîye, wekî r'omannivîsê r'ojê me gerekê k'ûr-dûr haj cer'bandina t'erîq û t'êorîa r'omanê hebe, destanînêd wan derecadaye p'ir' dewlemend bi e'frandarî hilde - "bimeh'îne". Bi aspêkta tîpologîê r'omana k'urdaye sovêtîê hê ewqasî jî p'ir'cûre nîne. Em bi prînsîpê ne meh'keme berk'va niha dikarin bie'șirînin r'omanê t'erîqîê û avtobîografîê (E'rb Șamîlov, "Dim-dim", "Berbang", "Jiyana bextewar", Seh'îdê Îbo, "K'urdê r'êwî") r'omana dokumental - îzbatîê (H'ecîê Cindî, "Hewar"), r'omana xronologîê (E'lîê E'vdilr'eh'man vê e'frandina xweyet'ezeva t'erîqa r'omana k'urdê sovêtîê bi cûr'ekî janrêyî tîpologîêyî mayînva dewlemend dike. Wî xwe daye nav "sînorê" r'omana t'erîqîê-bîografîê. R'aste, hine nolahevtîê "r'êvaçûyînê" orga vî cûr'eyî û r'omana t'erîqîêda hene, lê eva pașinda nav we'dê heyetîya cime'têye serte h'îmlîda cime't bi xweye qewat - mêrxasa sereke. R'omana t'erîqîê - bîografîe  jî bi nîșandayîna e'mir û panorama șuxulvanîya mêrxasekî serekeva digihîje t'ambûn- t'omerîtîya bedewetîê. Aha E'lîê E'vdilr'eh'man r'omana "Șer' ç'yada" h'îmlî bi nîgara Șêxzahir problêmatîka mletîê- mexlûqetîê tîne ort'ê û ji t'e'bîê r'ealîzma sosyalîstîê, bi prînsîpê êst'etîka mark'sîstîê-lenînîê dice'dîne serecema qewmandinê t'erîqîê veke- qîmeteke. Hilbet, dîdemê e'mirê cime'têyî zêndî dor "ç'ivanê" r'omanêye strûkturîê-sercemîêye h'îmlî kêm nînin. Lê nivîskar bi fe'mdarî nav zincîra qewmandinada t'eqilê dide ser wan awazêd stîlîstîkîê, k'îjan nîgara Șêxzahir t'am û "t'ijîdikin". Wekî mayîn gotî- berbir'îbûnê avtore e'ftandarîê -êst'êtîkîê prînsîp - sifetê r'omana t'erîqîê-bîografîêr'a " xeberdidin". Bêfitya, ev nîgaraê bibê destanîneke nivîsara k'urdê sovêtîêye vekirî. Lê efrandin bi t'omerî, goveka serecema t'erîqê- miletîêye aktûale fireva, îșiq û "ker'esyê" bnedewetîêva nav lîteratûra meye kêmr'omanda wê e'seyî li cîê xweyî anegor "bibe xwey".

Çerk'ezê R'eș
Kandîdatê Ulmêd Fîlologîê.   

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues