ȘIKOÊ H'ESEN
Sala 1961-ê çaxê li Êrêvanê bi zimanê dê berevoka e'frandinê Șikoê H'esene bi sernivîsara "Qalç'îç'ek" çap bû, xwendevana qîmetekî bilind dane șiyêrê wî. Me'ne, — lîrîzma șayîr, nazikaya û bedewîya e'frandinêd wî bûn, zimanê wîye dewlemend û fer'ih'bû. Berevoka șayir duda sala 1965-a bi sernivîsara "T'embûrê k'urda" çap bû, yêko bona Șikoê H'esen û bona e'debîyeta k'urdê sovêtîyê bû destanîneke t'eze.
Șikoê H'esen ji diya xwe bûye 17-ê îyûnê sala 1928-a li gundê Camûșvanê, ser neh'îya Aragasê R'SS Ermenîstanê. Pey t'emamkirina xwendina mek't'ebê sala 1948-a ew li ûnîvêrsîtêta Êrêvanê p'ara r'ohlatnasîyêda tê qebûlkirinê, yaku sala 1953-a xilas dike. Pey destanîna xwendina bilind Șikoê H'esen ji sala 1954-a h'eta sala 1957-a bûye dersdarê mek't'eba çrt'e, lê ji sala 1959-a heta sala 1961-ê r'edaksîa xeberdanê k'urdîda li Êrêvanê çawa t'ercmeçî û xebatçîyê e'debîyetê xebitîye.
Ji sala 1961-ê ew li aspîrantûra Akadêmiya Ermenîstanêye Ulmada tê qebûlkirine^û bona destanînê zanêbûnê t'eze wî dișînine Lenîngradê Înstîtûta R'ohilatnasîyê ya Akademîya Ulmaye T'R'SS. Vira ew sê sala p'ara k'urdzanîyê dereca zimanzanyêda dixûne.
Navê Șikoê H'esen e'debîyeta k'urdê sovêtîyêda cîyê xweye layîq digre.
Casimê Celîl
E'dilayî
Ezê r'abim evê siba te'v, r'engîn, Mîna birûsk bikim gûr'în û girmîn, Gul-sosina ji e'zmana bînim xar, Bir'e'șînim ser ç'ya-banya, best-beyar, Ew bișxulin mîna șemdan û fener, Dinê hildim șer' û de'wê p'ir'k'eder, Bende hevr'a têkim bira, têkim dost, Û Xûnxurêd mina gura bikim p'ost R'aqetînim wan șer'h'izê zenglê șer', Ku ew xûnê û kuștinê hnavin t'êr...
|