La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bingehên rastnivîsandina kurdiyê


Auteur :
Éditeur : Nefel Date & Lieu : 1997-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 160
Traduction : ISBN : 91 973195 0 3
Langue : KurdeFormat : 175x265 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 3959Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bingehên rastnivîsandina kurdiyê

Bingehên rastnivîsandina kurdiyê

Arif Zêrevan

Nefel


"Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û bi parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin."

Celadet Alî Bedir-Xan


"Eger em mêze bikine birayên xwe yên cihû li Israîlê, emê bibînin ko berî damezrandina dewleta Israîlê bi pêncî salan yan zêdetir, cihûyan ji nû ve dest pê kir zimanê 'ibrî yê mirî vejînin û wî wek zimanê zikmakî bo zarokên cihû bi kar bînin. Îro jî zimanê 'ibrî bûye zimanê resmî (fermî) û niştîmanî yê gelê cihû li Israîlê."

Michael L. Chyet



Ji mîrê kirmanciya modern mîr Celadet Alî Bedir-Xanî re

KITÊBA ÇAV-BER-BI-PAȘEROJÊ

"Şerma mezin ew e ko mirov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be."
Hawar

Ji wan kêm kurdan ko bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin, bêguman kesên wisa dê hebin ko dê bibêjin "kitêbeke wisa bo çi tişt? baş e?" Sed caran mixabin hinek kurd hene ko dibêjin "bila Kurdistaneke serbixwe bête damezrandin, û paşê emê dest pê bikin, li zimanê xwe bi xwedî derkevin". Ji ber ko naête zanîn, ka Kurdistaneke serbixwe dê qet bête damezrandin an na, gotineke wisa vê me'nayê digihîne, ko niyeta wan kesan qet tine bi zimanê kurdî yê şîrîn ve mijûl bin. Û cihê daxê, gelek kurd hene ko qet bawer nakin ko welatekê kurdî dê çêbe.

Eger em mêze bikine birayên xwe yên cihû li Israîlê, emê bibînin ko berî damezrandina dewleta Israîlê bi pêncî salan yan zêdetir, cihûyan ji nû ve dest pê kir zimanê 'ibrî yê mirî vejînin û wî wek zimanê zikmakî bo zarokên cihû bi kar bînin. Îro jî zimanê 'ibrî bûye zimanê resmî (fermî) û niştîmanî yê gelê cihû li Israîlê.

Zimanê kurdî hêj zimanekê zêndî ye, belê, lê perwerdekirina zarokên kurd tim û tim bi zimanên biyaniyan e. Ev rastiya tal gefeke mezin li ser paşeroja zimanê kurdî pêk tîne. Zimanê kurdî çima bo perwerdekirina zarokan û xwendekarên zanîngehan neête bi kar anîn? Li hindek deverên Kurdistana 'Iraqê û li Ermenistanê ev yek xewn nîne, rastî ye! Çi li Silêmaniyê û çi li Êrivanê, kurd hene ko li xwendingehê hînî rastnivîsa zimanê kurdî bûne.

Dibêjin ko sîh yan sîh-û-pênc milyon kurd hene. Ji wan 30–35 milyon kurdan, bi hezaran kurd hene ko bi vî zimanî dixwînin û dinivîsin. Di hejmara 22-yê ya kovara "Nûdemê" de, Firat Cewerî dinivîse ko "hevalek li ser navê weqfeke kurdî ji Tirkiyeyê hatibû Swêdê. Wî ji bo li-ser-lingan-mayîna weqfê ji kurdên li Swêdê daxwaza alîkariyê dikir. Yek ji daxwazên wî, ji bo kursên zimanê kurdî, peydakirina du mamosteyan bû. Vê rewşa ha jî ez pir dame fikirandin. Piştî evqas xebat, evqas xwîn, evqas wêranî, evqas koç berî hê jî peydakirina du mamosteyên zimanê kurdî zehmet e. Ez nizanim, ger sibe dusibe ji nişkê ve hewcedariya me bi dehhezaran mamoste çêbibe, emê çi bikin?"

Di dest û darekê hind dijwar da, cihê dilxweşbûna me gişkan e ko rewşenbîrekê kurdî wek Arif Zêrevanî her heye, kesê ko hêviya xwe ji dest nedaye, ko xeyalşkestî nîne, û ko dev ji xebatên xwe yên giring bo pêşvebirina zimanê kurdî wek zimanekê çandî (kûltûrel) û yê perwerdekirinê bernedaye. Arif li benda damezrandina welatekê kurdî namîne – berevajî, ji mêj ve ye ko wî dest avêtiye xebatên xwe yên bi nirx û hêja. Bo min şerefeke mezin e ko ez vê kitêba çav-ber-bi-paşerojê pêşkêşî we yên xwendevan bikim. Rojekê ji rojan, emê hemî hewcedarên vê pirtûkê bin, û di xwendingehên kurdî da emê wê bi zarokên xwe bidin xwendin.

Berî ko em bigihine wê qonaxê, kar û erkê me hemiyan zehf e. Divêt ko em nifşekê nû – nifşekê mamosteyan – mezin bikin û perwerde bikin. Û divêt ko em astengên di nav mejiyên xwe da ji nav bibin: Kurdên ko li Ewrûpayê yan li Emrîkayê dijîn çima bi zimanê xwe naxwînin? Hinceta wan çi ye gelo? Ma li Elmanyayê cendirmeyên tirk dê êrîş bibine ser mala wan û wan bavêjine girtîgehê ji ber ko di mala wan da kitêb û kovar û rojnameyên kurdî hene?! Çima ew bi serbilindî bi wî zimanî napeyivin û bi zarokên xwe nadine xwendin û nivîsîn? Meger dîtinên dijminan der heqa zimanê kurdî da ketine nav mejiyê kurdan bi xwe.

Lê ev bîr û hizrên bê feyde li nik Arifê nivîskar, Arifê ronakbîr, Arifê mamosta naêne dîtin. Li ser hemî astengên li riya kurdan ra, Arif riya xwendina zimanê kurdî bo me hemiyan xweş dike. Ev berhema nû cihê serfiraziya me gişkan e!

Dr. Michael L. Chyet
Sernivîskarê beşa kurdî ya Dengê Emerîkayê




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues