La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şivanê Kurd


Auteur :
Éditeur : Nassar Date & Lieu : 1947-01-01, Bêrût
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x225 mm
Code FIKP : Lp. Ku. 40Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şivanê Kurd

Versions:

Şivanê Kurd

Ereb Şemo

Nassar


Şemo Şamil ji Eşîra Hesenî, Kurdekî bê milk bû. Di mentîqeya Sûrmelî de-berê tabiê Hikûmeta Erîvanê-şiwanî dikir. Piştî ko jina wî mir, Şemo her du kurên xwe - Bro û Derwêş - bi xwe re birin û ji wê derê derket.

Di himbêzê de, bi van her du zarokan re bi rê ve çûn, jê re nehêsanî bû. Bro hîngê sê û Derwêş jî du salî bûn; ji bextê wî yê baş, pêre ji bo hilgirtinê tiştên din tunebûn.

Li nêzîkî Qarsê, di gundê Azatê de, Şemo li cem Yûnavekî bi navê Todor bû şivan. Li cem Todor bi navê Naîme, Keçeke bêkes hebû. Şemo Şamil xwest vê keçikê ji xwe re bîne. Lê, Xadimeke bê dê û bav wek milkê axayê xwe tê hisab kirin. Todor dizani ku kurd jinên xwe bi pere tînin, ango qelen didin, ji lewre, ewî ji Şemo Şamil xwest ku du salan belaş ...



PÊŞGOTIN


Di sala 1935 an de, neşriyatên dewleta Qefqasiyê, li Tifiisê. bi rûsi bi navê «Şivanê Kurd û Kurdên Alagoz», kitêbek çap dikir. Ev kitêb ji kurdî hatibû wergerandin.

Nivisevarê vê kitêbê, Ereb Şemo, xortekî kurd, koçer, jîrek û çavekirî ye, û zaroti û xortaniya xwe bi şivaniyê derbas kirine. Di biçûkayiya xwe de, Ereb Şemo ji zimanê xwe pêve, tirki û ermenî jî hîn bû bû. Di dibistana gundê xwe de, têra xwe xwendin, û nivîsandina rûsî jî girti bûn. Di despêka xortaniya wi de cenga mezina pêşîn «Cenga emperiyalistan» destpê kir. Şivanê me yê xort li cem leşkerên Uris ên keti bûn Kurdistanê û bakurê Tirkiye vegirtibûn, xwe kire terciman.

Ji ber perîşaniyên mezin ku di zarotiya xwe de kişandibûn, Ereb Şemo hêvidarê rojên xweştir bû, ewî ev hêvî di mebdea Komunîst «tevayî» a «Inqilaba Sor» a sala 1917 an de peyda kir.

Di «Şivanê Kurd» de, Ereb Şemo, bi awakî gelek tabiî û besît, lê nebê aheng, jiyina adeti ya eşirên koçer ên Kurd dixe ber çavên me. Em nikarin vê kitêbê bê elaqe û heyecanê bixwinin, nemaze ku ev adetên kevin ên hezar salan êdî, roj bi roj winda dibin. Kurdên Alagozê jî ji mêj ve gihaştine bextiyariya nizama sovyeti. Di vê Kitêbê de, rûpelên ku behsa wan dikin li ser zilma axan gelek dimînin û guhirandina nîzama civaki zerûrî didin zanîn. Bêşên li ser feqîran, hatine rakirin. Isûla qelen, ku ne dihişt xortekî bê pere bibe xwediyê jin û mal, , êdî nemaye, Koçer bi cî bûne û erd ji her kesî re hatiye par kirin. Ev tişt, giş, ji aliyê merivekî ku bawer dike û dixwaze ku birayên wî yên kurd jî pê bawermend bin, gelek ji dil û can hatine nivîsandin.

Ereb Şemo yek ji wan merivan e ku di Ermenistana Sovyetî de ji bo danîna elfabeyeke kurdî bitîpên latînî jî xebitîne. Ji wê pêve, li ser miletê xwe, tiştên din jî nivîsandine, wek bi ûrisî; Kurdên Qefqasiya û Derwêşên Kurd.

Ereb Şemo îro, di zanîngeha tarîxa dewlet a madiyetan de momoste ye. «Ev kitêb li Parîsê ji aliyê Bazîl nîkîtîn hatiye wergerandin fransizî û jê dîsa bûye Kurdî.



Bıra pêşîn

I-Malbat û Zarotiya min


Şemo Şamil ji Eşîra Hesenî, Kurdekî bê milk bû. Di mentîqeya Sûrmelî de-berê tabiê Hikûmeta Erîvanê-şiwanî dikir. Piştî ko jina wî mir, Şemo her du kurên xwe - Bro û Derwêş - bi xwe re birin û ji wê derê derket.

Di himbêzê de, bi van her du zarokan re bi rê ve çûn, jê re nehêsanî bû. Bro hîngê sê û Derwêş jî du salî bûn; ji bextê wî yê baş, pêre ji bo hilgirtinê tiştên din tunebûn.

Li nêzîkî Qarsê, di gundê Azatê de, Şemo li cem Yûnavekî bi navê Todor bû şivan. Li cem Todor bi navê Naîme, Keçeke bêkes hebû. Şemo Şamil xwest vê keçikê ji xwe re bîne. Lê, Xadimeke bê dê û bav wek milkê axayê xwe tê hisab kirin. Todor dizani ku kurd jinên xwe bi pere tînin, ango qelen didin, ji lewre, ewî ji Şemo Şamil xwest ku du salan belaş pezê wî biçêrîne. Şemo careke dî çavên xwe li Naîme gerandin, û ji bo jineke ewqas delal xebata du salan kêm dî û bi dilxweşî razî bû.

Di kadînekê de, bi kêfxweşî daw'eta wan çêbû.

Naîme, xweş bi kêrî îşên malê dihat. Ji hiriyê rês dirist û benik çêdikir û jê jî merş diwûnandin. Her du xweşkên min-Çîçek û Gulzar - û ez Ereb Şemo, em di vê kadînê de hatin dinê. Diya min her du kurên mêrê xwe -Derwêş û Bro- diêşandin, lê em zaro me gelek ji hev hez dikir.

Şemo di zivistanê de, li cem dewlemendan dibû rencber û li karên wan dinêrî. Zar û zêçên wî êdî pir bû bûn. Bi xebatên xwe yên rojê, dê û bav, bi zor em xwedî dikirin, Tenûra me di nav kadînê de, di zivistanê de, carna bi rojan ve bê agir dima. Tu dewarê me ne bû ku em ji ziblê wan sergîna çêkin û tevî kayê tenûra xwe pê germ bikin, ji ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues