Éditeur : Hukumata Ermenîstanê | Date & Lieu : 1936-01-01, Rewan |
Préface : | Pages : 144 |
Traduction : | ISBN : |
Langue : Kurde | Format : 145x215 mm |
Code FIKP : Lp. Ku. 312 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Nivîsarkarê șêwrêye Ermenia |
ȘEWAT NAV MEDENA NEFTÊ (Kerik ji "Kaos"ê) Șirvanzade Mikayêl hișyar bû, nava ciyê xwe da rûnișt, çevê xwe miz da. Ev çi hewale? Sibe ûsa zû safî bû? Ev çi șewage ûsa dayê? Ronayê dabû nava malê, dengê nirre-nirrê bû. Rah, rah, ew deng jê medena bû: Wana dikirin hewar û gazî dengê sivistoka dihat, ew deng bi celekbekî cûda bû. Tenê wextê șewatê, wana bi wî qeydeyî dixistin hewar û hêwerze. Mîkayêl mînanî bayê brûskê ji ciyê yeya xue peya bû, nêzîkî pencerê bû, gelekî fikirî, hate ser wê teqmînê, ku mala têdane-dișewite, agir pê ketiye. Ewî awqa xue unda kir, ku fê nekir-libasa wergire, yan jî bi taqa kirês derê derva, difikirî, gelo ew șewate? Yan xewne? Ewî pencere vekir, yalê êgir mêze kir; lerizî-bû risas. Agir malê dûr nînbû, Antonina Îvanovna bi tevî zarê xue û Zargaryan li wê malêda diman. Saw ser ket, aqil ji serî çû, lê fêm dikir, ku wextê usada meriv gerekê hișê xwe ûnda neke û bi hemdê xue șixul dest pê bike. Ewî bi halekî kinc xuê wergirtin û lez lez çu derva. Lê dengê sivîstoka diha û diha gumiuh dibûn quje-quja wan bû, meriv tirê hewar-heware. ..... |