SEH'ÎDÊ ÎBO
Seh'îdê Îbo 8-ê gulanê, sala 1924a li gundê Qarxûna Jorîn (niha Cirar'at) neh'ya Êçmîazînê ji dya xwe bûye. Ew mek't'eba gunde kurmancî, pașê jî ya ermenyada hîn bûye. Zar'otî û zilamya wî maleke p'ir'neferda buhurîye. Ewî hema wan çaxada k'ilam û ç'îr'okê cime'ta xweye dilșewat bihîstiye. Êvarê payizaye dirêj oda R'izgoê Îbo ahil û cahil berev dibûn, ji h'al û wextê dinê xeberdidan, distran, h'ikyat digotin. Evê yekêjî di hindava xweda t'erbetdarya wîye bi r'uhê folklora cime'tê gumreh' dikir.
Hê neh salê Seh'îd t'emam nebûbûn bavê wî mir û șuxulê t'erbetdarya șeș bira, sê xûșka k'ete stûyê H'uca dya wîye r'eh'metî. Pașwextyêda ew wa dinivîse: "Bavê min mir, mer'a mal û dewlet nehișt, lê bavê min t'emî da min: "Qedrê wet'en, dayka șîrin, nanê t'iberk hert'im bigre".
Ji neh Salya xweda destpêkirî Seh'îdê biç'ûk dibe berxvan. Hê wan salada ewî gelekî dixwend. "Hevana nanê minda xencî çend nanê sêlê, șelbikê qêtix, t'imê k'itêb, deevt'er û qelem jî hebûn." Awa dinivîse ew derheqa wan r'oja serhatya xweye "K'ara dîzka qêt'ix"-da.
Wan sala gundê wanda, lo hela t'emamya deșta Araratêda nexweșya t'aê p'ir' bû. Berxvanê biç'ûk ber ç'e'vê xwe didît k'a çiqas mezin û zar' r'ûyê wê nexweșya bet'erda xatrê xwe ji dinyê r'onik dixwestin. Ew bi xwe jî çend cara te'l nexweș dik'eve, dighîje h'alekî giran, lê bextr'a qenc dibe. Ev qewmandina p'êç'eke mezin ser dilê wî dihêlin û ew qirar dike bive doxtir. Berê ew têxnîkûma doxtiryêda tê qebûlkirinê, lê pașê dibe xwendk'arê înstîtûta doxtiryê. Hê salê xwendinêda ew bi xebata ulîva mijûl dibe û sê miqalê ulmî dide neșirkirinê. Yek ji wana hurmetnema Mînîstrya T'RSS sag'lemîxweykirinê distîne. Du k'utakirina înstîtûta doxtiryê Seh'îdê Îbo du sala neh'ya Sîîntakêda çawa doxtirê zar'a, dewsgirtye doxtirê sere û doxtirê sere dixebite. Van sala ew îdî tê naskirinê çawa doxtirekî dilovanî, zane.
Sala 1959-a ew diçe Moskvaê û aspîrantûra Akademya ulmê doxtiryê T'R'SS dereca nexweșyê zar'ada tê qebûlkirinê. Vira dinyake t'eze li ber wî tê vekirinê: dinya xebata ulm, dinya gr'uh'ê zar'ê sag'lem û nexweș.
Seh'îdê Îbo nava du salada dîsertasya xwe tîne sêrî û navê kandîdatê ulmê doxtiryê distîne. Pașê ew vedger'e Êrêvanê înstîtûta doxtiryêda xebata ulmyê-dersdaryê dike berê çawa asîstênt, dosent dixebite. Sala 1971-ê ew navê doktorê ulê doxtiryê û profesoryê distîne. Vê gavê ew serwêrê kafêdra înstîtûta Êrêvanêye doxtiyêye nexweșyê zar'aye t'omerî û bașqeye.
Seh'îdê Îbo xudanê 80 xebatê ulmîêye, nava wandahin du monografya û du k'it'êbê doxtiryê bi zimanê k'urdî ("Șîretê doxtir" û "Siva we xêr"). Meha sentyabrê sala 1974 li kongrêsa p'êșek'arê gurç'kê zar'a, ku Vașîngtonêda derbaz bibû profesor Seh'îdê Îbo hate bijartinê çawa endamê Asosasya p'êșek'arê nexweșyê gurç'ikaye ort'emiletyê. Bi serk'arya wî h'eta niha h'eft meriva navê kandîdata, lê yekî navê doktorê ulmê doxtiryê stendiyne.
Șuxulk'arya Seh'îdê îboye e'debyatê dû șer'ê Wet'enyêî mezinr'a destpê dibe. E'frandinê wîyê e'wlin sala 1948-a kovara "Sovêtakan grakanût'yûn û arvest" û "grakan t'êrt'"-êda hatine neșirkirinê. Dû wê yekêr'a eva 25 sale em navê wî k'it'êbê dersa, berevekê nivîsk'arê kurmanca, gazêta "R'ya t'eze"-da dibînin.Sala 1963-a k'it'êba wîye e'wlin "Qur'na min" neșir bû. K'it'êba "Dur'yan" da îzbatkirinê, wekî bi serî Sehîdê Îbo wek'îlekî lîtêratûra meye vekirî me'rîfet heye. Serhatyê ku vê k'it'êvêda neșir bûne ji e'mrê cime'ta meye berê û nihane. Ew bi zimanekî nazik hatine nivîsarê û bi serecem, û bedewetya xweva nava e'debiyeta k'urdad sovêtyêda cîkî layiq digrin.
K'it'êba Seh'îdê Îboye sisya ew poêma "Bîst salê dinê" bû. Bira ew çend dêtalê e'mrê meyî dewrana komunîzmê tîne ber ç'e'vê me. Em têne ser wê fikrê wekî xudanê poêmê gihîștye meremê xwe.
E'frandinê Seh'îdê Îbo t'ercme bûne bi zimanê ermenî, ûrisî, adirbêcanî û gurckî. Lê ewî t'ercmeî zimanê me kiriye ji e'frandiê H. T'ûmanyan, C. Mîxalkov, A. Îsahakyan û ê dinê.
Eva k'it'êba ya șiêr û pêmane. Wêda e'frandinê xudane neșir hebûyî ciwar bûne.
Casimê Celîl
MIRAZÊ MIN
Sê mirazê min hene Yek bihaye ji ê din Sert'ac h'uba wet'ene Mîna șîrê dayka min
Ew h'ub xwelî, ez zîlek Ew k'ilame, ez xeber Ew pișt, baze, ez bîlek, Ew șemse da min heder
Mirazê din e'dlayî Ku r'ewșe bo dinyaê Bi wê ezman t'im sayî Avka lêba mervaye
Lê mirazê min din H'uba teye K'urdistan Ew li nava dilê min Bûye agir û sindyan
H'eft xwezla min wê rojê Aza bibî, K'urdistan ç'e'lkî de'wê û dozê Bivî serbest û xudan
Sê mirazê ser lêvê min Bêy wan e'mrê min qete Ew mal, h'al û qamê min Mirazê min zîarete
1963 |