La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berxvan


Auteur :
Éditeur : Sovêtakan grog Date & Lieu : 1978, Êrêvan
Préface : Pages : 100
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x160 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Br. 1738Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Berxvan

Berxvan

Ûsivê Beko

Sovêtakan grog

Min kerîê pezê xwe berdabû nav p'așla t'ebîyetêye xemilî, ew xwer'a șîrin diç'êryan, ez jî qasekê hênijîm. Hew pê h'esyam -yek sûrtê min r'admûse...

- A, sebra dilê min, tu hatî?

Min t'irê gumana dilê min hevalar'a hatye çinîna p'incar'ê, cûr'ekî mecal dîtye hatye bal min.

Lê çi dît?..

Qoloê minî amin ser lepê xweye pașin k'etî, mînanî merîya r'ast ç'e'vê min dinhêr'î.

- Hi, Qolo can, çi heye? - Min jê pirsî. Ewî dêla xwe zû-zû h'ejand, çend cara kire e'wtîn, zmanê xwe derxist û berbi jêrê nihêr'î.

.....



ÛSIVÊ BEK'O

Ûsivê Bek'o r'uh'ê xweva e'ynsî șayîr bû. Lîrîzma wîye nazik, h'ub û h'izkirina dilê wîye bê h'ed û h'esab berbi meriya, sidqê wîyî qenc, dileșa wî berbi wet'enê dê -K'urdstana zêrandî û  p'îre-p'îrekirî, ku destê wî naghîjê, wet'enê wîyî mezin û gulvedayî- T'faqa Sovêtîê, li k'u ç'e'vê xwe vekir û e'mrê xwe derbazkir, h'izkirina berbi t'ebîyetê, nexș û nîgarêd wê, evîna dilê șayîre zîaretî, xwendevana h'eyr û h'ijmek'ar dike.

Hert'im, wextê belgêd berevokêd e'frandinêd șayîre neșirbûyî weldiger'înî û îlahî wexta șiêrêd șayîre vekirî dixûnî, h'esîneke teherekî merîya hildiger'e, t'exmîn dikî, wekî tu jî bi h'esîneke usa jîyî, dilê ter'a jî derbazbûye.

Xwendevanêd, ku e'frandinêd șayîrr'a nenasin, dema e'wlin ji zimanê wîyî sade dikare șikberbe, lê t'enê dema e'wlîn. Gotinêd șayîre k'ûrfikir, nazikayî wan fikra xwendevana mecbûr dikin h'eta k'utasîê wî bixûnin.

Çetine bêjn Ûsivê Bek'o berê e'wlin șayîre yanê nvîsk'ar-Prozaêda jî ew șayîre. Șirovekirina wî, ak'la zmanê wîye șîrin xwendevana xweș tê. Badilhewa nîne, tekî șiêrêd șayîre vekirî usa bi h'ewaskar û k'urfikirin û nava lîteratûra k'urdaye sovetîêde cêr'ibandinêd e'wlinin û waxtêda jî r'ind hatine qîmetkirinê.

Berevokêd e'frandinêd Usivê Bek'oyî "Bilûr", "k'eskesor", "h'isreta min", "Mêvanê r'oê", "E'frandinêd t'eze", "Paîzr'a" xwendevan nasin, derheqa serhatîya e'mrê wîda jî zanin, ku r'êke çetine sîanetr'a derbazbûye. Șayîr bi dilekî șewat û êșeke k'ûr çawa serhatîya xweda, usa jî e'frandinêd xweda derheqa zarotî û cahiltîya xweye te'lda dinvîse û h'eyfa xwe tîne, wekî salêd çiqas ç'etin û giran p'ara wî û bi h'ezara merivêd silsileta wî k'etine. R'ev, kuștin, xelayî, nexweșî r'êbirêd șayirê pașwextîê bûne heta wî çaxî wextê p'areke cmae'ta mer'a serqur'neke e'mir û jîyana t'eze vebû.

Bajarvan û șayîrê dewra teze bi t'emamîya h'eyetîya xweva xwe p'êșkêșî e'mrê t'eze kir, hînbû, e'mirda cî girt, pesnê e'mrê t'eze da, bona xweykirina wî e'mrî û wet'enê xweyî sovêtîê xûn r'êt.

Çawa e'mirda, usa jî e'frandinêd xweda Ûsivê Bek'o çiqas nazik û dilr'eh'me bona kirin û tiștêd qenc, vêa zêdetir berk' û înk'e mqabilî ner'astîê, zordestîê. Ew șiêra xweye "Xeysetê dilê min"-da bi xwe ser dilê xwe e'cêbmayî dimîne, wekî ew șarana qey bêjî "Birûsk û bagere", wextê og'irmê giran dil û xîreta wî r'eh'etîê nadne wî, lê cara jî ew ji "Gulê naziktire", weke dilê xortê bengî dinyak dikare têda cî bibe.

H'eyf, gelek-gelek nêt û meremê șayîrê k'urd r'ûê mirina bêwe'deda nîvcî man. H'isreta dilê wî ew bû wekî cmae'ta xwe dê aza û serbest bibîne, mîna p'ara wêye vêderê.

Vê berevokêda ew e'frandinêd nivîsk'arin, êd ku ewî pêr'a negîhand t'am û t'omerî bikrana û neșirkirî bidîta. Serecema serhatîya "Cemalê berxvan" șe'detîê dide, wekî ew p'erç'ekî e'frandina mezine.

T'êma e'frandinêd vê bervokê pesnê evîna t'emiz û zîaretîye, nuxsankirin û p'êpeskirina h'esîna dilê merîaye t'emize dinya çûyîye neheqda, t'ebîyeta-bi h'ezar r'eng'awaz û dewlemendtîê xweva, dîharkirina xeysetê miletîêyî here qence.

E'gîtê Xudo



P'așla t'ebîyetêda


Min kerîê pezê xwe berdabû nav p'așla t'ebîyetêye xemilî, ew xwer'a șîrin diç'êryan, ez jî qasekê hênijîm. Hew pê h'esyam -yek sûrtê min r'admûse...

- A, sebra dilê min, tu hatî?

Min t'irê gumana dilê min hevalar'a hatye çinîna p'inșar'ê, cûr'ekî mecal dîtye hatye bal min.

Lê çi dît?..

Qoloê minî amin ser lepê xweye pașin k'etî, mînanî merîya r'ast ç'e'vê min dinhêr'î.

- Hi, Qolo can, çi heye? - Min jê pirsî. Ewî dêla xwe zû-zû h'ejand, çend cara kire e'wtîn, zmanê xwe derxist û berbi jêrê nihêr'î.

Min jî wê t'angê nihêr'î, dît çend syar dûrva berbi me tên.

Ez û Qolo p'așla t'ebîyetêdabûn, him wextê og'irmê giran him jî wextê șayê.

"Hey dinya, çiqas e'cêbe te hene!.. "Min xwe xwer'a got û r'abûme p'ya.

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues