PARTÎYA KOMÛNÎSTA
Partîya, tu xebera here bilind, Ruh' û qewata sinifa pala, Partîya, xebera șîrin û biha, E'mirê xweșbextîê tu tînî mer'a.
Partîya, qal bûn nava agira, Nava alava, t'arîqa dinê, Partîya, tu zorî, û diha qewat, Tu bûî mer'a k'ûra biratîê.
Nava partîyaê bihaye, e'zîz, Bihaye mîna ronaya ç'e'va, Xeberê partîyaê șyrine, e'zîz Șîrine bona li her xebatç'îya.
Șemal, șewq didî, tu te'va geșî, Tu ji cimae'tê qewatê hiltînî, Partîya, tu bextîy, partîa tu e'mrî, Ronaya ç'e'vê p'ala, gundîayî.
Hert'im navê te bilinde hercî, T'amamya dinê zane navê te, Û kinîșka sor bi șikilê Lênîn, Delal xweydikin em ser dilê xwe.
Em va dora te six berev bûn, Beyraqa sore li destê meda, Sifatê Lênîn diç'ûrise ser, Me dibî bi pya e'mirê alt'ndar.
..... |