Ez vê pirîska dilê xweye e'wlîn r'ewayî șehîdê șer'ê Wet'enîêyî mezin, dersdarê zimanê k'urdî, birê xwe E'zîz Teyfûrê Rizgo dikim. Xudanê k'it'êbê
OKTYABRA GEȘ
T'erîq mezin, zemanî dûr, ulm be're Xeberdide t'im ji qûr'na seransere Dewr, h'eyama, însan bû dil, kire zêrîn, Qîr'în-qûjîn quloz dibû e'rșê e'zmîn. P'ir' çerçrî, h'eland li me beden t'im nîr, Em bêzarbûn ji zulma qir'al û mîr, K'ê r'astî got, wî jêkirin lêv û ziman, Bû misk'enê alim-șêra h'ebs û zindan, Me șênkirin k'oșkêd bilind, gulêd bag'a, Bu meydana eșq û șaya beg û ag'a. E'rd-zexîre me h'asilkir, em xebatçî, Lê bê sit'ar dergûș girya t'imê bir'çî, Li t'erîqê hat guhastin bengzê xûnîn Pîtêr hêrs bû, nêva k'elya, kire h'urmîn. Devxûn dijmin me ji h'udûd kur dere, Vir belabû ser cimae'tê xem-k'edere, Wet'en șênbû, em derk'etin firêqetê, Bengzê benda vir gul veda ji xebatê. Li çar qulbê e'rșê e'zmîn me kir gește, Dinya îdî pêș me bûye mer' û sucde, Ez xorekî wek'îlnevîs gel xunedar, Oktyabra geș, bi dêmê te dibim k'ubar.
..... |