MIJÛLÎ Û H'IK'YAT
Teyrê wet'enh'iz Nêç'îrvanek r'okê diçe nêç'îrê. K'êleka ç'êm r'ûdinî, dina xwe dide teyrekî nexșî bedew nav avêdaye. Teyr digre tîne malê, jêr'a qefeseke baș çêdike û çiqas tiștê baș hene bona xwerinê, dide ber. Teyr dîsa r'azî namîne, her dibêje, - Ax wet'en, waz wet'en. Nêç'îrvan gelekî dușurmîș dibe. Hiltîne teyr dibe dîsa davêje wî Cîî ji k'u hildabû. Wexta teyr dik'eve nav avê, dibê, - Oxweș wet'en, oxweș wet'en.
Kevanîya bîrsar Carekê gundîk malekêda dibe mêvan. Kevanîya malê șorbê tîne datîne ber, lê kevç'î bîr dike. - Xûșkê, xûșkê, ca bi k'erema xwe k'êrê naynî? - Ê, - dibê, -mêvanê e'zîz k'êr çî ter'ane? Dibê, - Ezê guhê xwe jêkim bikime kevç'î șorbê buxum. |