La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pîr û pendî, ji wêja gelêrî


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2012, Dortmund
Préface : Pages : 794
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 170x240 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pîr û pendî, ji wêja gelêrî

Pîr û pendî, ji wêja gelêrî

Bilal Hesen

Compte d'auteur


Almaniya Dortmund
Bihar 2011
Gotina min : Tiştê min zanî û kanî li ser pel nivîsand,
tiştê min nizanî û nikanî ji wera hêşt û hêland.

1 . A dil li dinê, a gur li bizinê.
2. A dila nayê mila.
3. A dinê a dinê ye, çavê gur li bizinê ye.
4. A dinê li dinê ye, a mêr li jinê ye, a gur li bizinê ye.
5. A hewiya herikî a cawiya xeriqî.
6. A xoce azan e.
7. Aborî bi razan û zikmizdanê nabe, bi xebat û xwêdanê dibe.
8. Adar e dew li dar e, danê sibehê sar e, danê êvarê kûçik xwe davên siya dar e.

.....



PÊŞGOTIN


Pend, an bi gotineke din pîr û pendî, şêweyek ji wêje û çanda gel e, ango filoklor e, enbara gotin û serpêhatî û naveroka civakê ye, pend bi gelemperî tevgera civakî didin xuyakirin, ew mîna neynikê ramana gelan eşkere dikin, heger mirov wan bixwîne an jî li wan guhdar be, wê baş binase ka bê ev gela çawa fikir û ramana xwe xuya dike, heger mirov bixweze çand û ramana û dîroka miletekî nasbike, divê pendên wî miletî bixwîne, di nava pendan de her şêwe felsefe û dîrok û alavên çandinê û bazirganiyê hene.

Wisa diyare ku zanyarên gelek miletan pend û gotinên pêşiyên xwe komkirine û civandine û xistine nav rûpelên pirtûkan, ew pirtûk ji bo nifşên duhatî bûne çavkaniya zanistî. Bi vî karê pîroz wan çand û tora gelên xwe ji wendabûnê parastin,ev karê pîroz bûye cihê pesin û şanaziyê.

Mirov dikane pendan dabeş û ji hev cuda bike, beşek ji wan dîrokî ne û yê din civakî ne, her weha di nav wan de navên herêm û navçeyan peydadibin, ew ketine ser zimanê gelan piştiyên dîrokî û civakî an jî xwezayî. Wek nimûne:

"Agir bi deşta hemqê keve, gurzek pûşî min tê tune ye". Ev pend tê wê wateyê ku kesekî karê xwe bi derdora wî nebe, ango xwe li tev karê kesên din nake, çi diqewime, ne xema wî ye.

Di vê pendê de diyare navê deştekê tê gotin, ew jî deşta Hemqê ye, deşteke fereh û bi hebûna xwe dewlemend e, ew li herêma kurdaxê yê, lê diyar e ku mebest ji xebitandina vî navî tiştekî din e, ev jî taybetmediyeke penda ye, gotinekê bi kartînin lê mebest tiştekî dine.

Nimûneke din: "çû seferê, hat kerê berê".

Ev pend ji bo kesê ku çi sûde ji jiyana xwe wernegirtiye, tê gotin.

Helbet ez di vê pêşgotinê de naxwazim gelek pendan bînim ser zimên da ku lizeta xwendina pendan di vê pirtûka giranbiha de bê çêj nebe.

Wer diyare ku bi sedan , belkî bi hezaran pend û gotinên pêşiyên me kurdan hatine wenda kirin ji ber ku zanyarên me ew ne nenivîsandin û neparastin, wan ne tenê pend nenivîsandin, wan bi gelmperî çi tişt nenivîsandin, em miletekî bê nivîs man, em man miletekî devokî, her tiştên me li ser ziman û lêvan man, şaristaniya devokî jî zû bi zû têkdiçe û wenda dibe û bê sînor tête dizîn û dibe para miletên din, lê şaristaniya nivîskî dimîne û tê parastin, ew dibe cihê şanazî û pesndariyê.

Îro roj heyam hatiye guhartin, îro roj bi sedan xwendevan û nivîsevan peydabûne ku xwe bi tore û çand û dîrok û felsefe û raman û jiyana gelê kurd ve mijûl dikin, vê gavê yek ji wan berêzan mamostê me yê hêja, têkoşer û xebatkar Bîlal Hesen yê ku bi salaye ketiye dûv wêjeya gelêrî û bi taybetî gotinên pêşiyan, ango pendên, wan kom dike û dicivîne, wan ji wendabûnê diparêze.

Di wan salan de wî gelek hêz û dem qedandiye û gelek tengasî û zehmetî ji bo vî karê xwe kişandiye. Vêca ez kanim tenê li hember berêz Bîlal Hesen sipasdar bim û bêjim: Mamoste destên te saxbin û pênûsa te ya zêrîn ji van berhemên nirxdar her dem berhemdar be.

Ev pirtûka berêz Bîlal Hesen bê guman wê pirtûkxana kurdî dewlemen bike û ji nifşên duhatî re wek mûmek li ser masa wan bimîne.

Li dawiyê, pêwîste ku ev pirtûk bibe xemla maseya malbata kurd li her deverên ku gelê me lê dijî, heger ev yeka pêk bê, û pêwîste pêk bê, vê gavê mamoste nivîskar wê dê bi serfrazî bêje: Erê min karek ji miletê xwe re kir.

Li ba hin miletên Qafqasiya tê gotin ku her mirovek gereke di jiyana xwe de malbatekê durist bike, û xaniyekî ji wê malbatê re ava bike, û kevirekî ji ser riya mala xwe rake û pirtûkekê bi nivîse.

Çima malbat, ji ber ku ew berdewamiya jiyanê ye, û rakirina kevirekî, ji bo xweşiya jiyanê û pawijiya malê ye, û pirtûk ji bo mayîna nêv e.

Dr. Mihemed Zeyno



Almaniya Dortmund
Bihar 2011
Gotina min :
Tiştê min zanî û kanî li ser pel nivîsand,
tiştê min nizanî û nikanî ji wera hêşt û hêland.

1 . A dil li dinê, a gur li bizinê.
2. A dila nayê mila.
3. A dinê a dinê ye, çavê gur li bizinê ye.
4. A dinê li dinê ye, a mêr li jinê ye, a gur li bizinê ye.
5. A hewiya herikî a cawiya xeriqî.
6. A xoce azan e.
7. Aborî bi razan û zikmizdanê nabe, bi xebat û xwêdanê dibe.
8. Adar e dew li dar e, danê sibehê sar e, danê êvarê kûçik xwe davên siya dar e.

.....


 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues