La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kronolojiya salvegerên kurda


Auteur : Gabar Çiyan
Éditeur : Eget Förlag Date & Lieu : 1994, Stockholm
Préface : Pages : 48
Traduction : ISBN : 91-630-2516-7
Langue : KurdeFormat : 150x200 mm
Code FIKP : Br. Ku. Kl. 665Thème : Général

Kronolojiya salvegerên kurda

Kronolojiya salvegerên kurda

Gabar Çiyan

Eget Förlag


Gelên ku dîroka xwe baş analîz kiribin, zû bi zû nakevine xeletiyên ku berê ketibûnê. Ji ber ku, bi dehan car di salvegara wan buyeran de, civîn û hwd. çêkirine û tiştên çewt mehkum kirine û yên rast derxistine holê.

Dîsa her welat, bi giranî, di salnameyên xwe de ji awira buyerên dîrokî, cejnên olî û netewî, mirina kesên hêja û hwd. kronolojiyekê, li gorî roja, saet û deqa, datînin. Bi wê kronoliyê, bi hêsanî û bi wext, gava pêwîstbe, salvegeran di çavre derbas dikin, çêdikin.

Berî derketina vê pirtûkê, min çavê xwe, ji awira kurdan ve ...


Kronolojiya
Salvegerên kurda:


Mirina şexsiyeta
Rojên dîrokî
Serkevtin
Peyman
Têkçûn
Cejn
Șer
Aștî


PÊŞGOTIN

Gelên ku dîroka xwe baş analîz kiribin, zû bi zû nakevine xeletiyên ku berê ketibûnê. Ji ber ku, bi dehan car di salvegara wan buyeran de, civîn û hwd. çêkirine û tiştên çewt mehkum kirine û yên rast derxistine holê.

Dîsa her welat, bi giranî, di salnameyên xwe de ji awira buyerên dîrokî, cejnên olî û netewî, mirina kesên hêja û hwd. kronolojiyekê, li gorî roja, saet û deqa, datînin. Bi wê kronoliyê, bi hêsanî û bi wext, gava pêwîstbe, salvegeran di çavre derbas dikin, çêdikin.

Berî derketina vê pirtûkê, min çavê xwe, ji awira kurdan ve li kronolojiyek wesan gerand. Hinek nimûne dîtin. Lê ev ne têr û tije bûn.

Bi xwe tevlî gelek civînan bûme. Lê tiştê ku heya nuha ez bûme şahid ewe ku; ji bilî'cejna Newroz û çend salvegerên din -weke bîranîna Barzanî, komara Mehabad, hinek şehîd û çend rewşenbîra- pê ve ez zêde rastî tiştekî din nebûme. Bi şêwekî din ku mirov bêje; gava em salveger û nirxandinên netewên dinê ji vî alî bidine ber yê xwe, em li paş wan in. Ji ber wê ye ku, xeletiyê doh hatine kirin, îro jî em dubare dikin.

Li ser van çend noqteyan ez derketim rê û min hewl da ku gavekî din bavêjim. Diyar e ku, dê di pêşerojê de şixulkêrên ji me zîrektir qîma xwe bi karê me neynin û tiştekî tekûztir çebikin.

Armanca min ew bû ku di dema salvegeran de, ez wan rojan bînime bîra; dîroknasên me ku karîbin gavekî din bavêjin, bîra helbestvanên me ku helbestên şaîrên me ji nûh ve binirxînin û her wesan yên xwe bêhtir bixemilînin, bîra rojnamevanên me ku doh û îro bi baştirîn cure bi hev girêbidin, bîra rêxistin û kesên diyar ku di dema xwe de, bi rêk û pêktir xwe ji wan rojan re amade bikin, civîn û hwd. lidarxînin û tiştna nûh bidine me.

Gava amadekirina vê kronolojiyê weke xizmetekê bête pejirandin, dê dilxweş bibim.

Di dema amadekirinê de, hinek nakokî derketin pêşiya min, ku li ser roja mirina hinek kesên bi rêz bûn. Ew tişt, bi çend nimûneyan di nava pirtûkê de, pê hatiye îşaretkirin. Her wesan serîhildanên kurda pir caran, bi roja bidarvekirina serokên wan ve'hatine girêdan. Yanî, gelek caran, ji ber ku roja îdamkirina wan serokan, têkçûna hereketê bi xwe ye, min pêwîstî nedît ku herdûwan binîvisînim.

Ez hêvîdarim ku kronolijiya di dest we de, sûdan bighêjîne we.

Stockholm, Newroz 1994

Gabar Çiyan
Rojnamevan



Adar buhara pêșîn Newroz


1-30 Adar
Piştî serîhildana Mehmud Berzencî, şer li aliyê Barzan xurt bû.

1931 de, di pêşengiya Ehmed Barzanî de, li devera Barzan û hin deverên din, gelê kurd, ji bo mafên xweyî netewî, li hember îngilîz û hikûmeta iraq ê dest bi şerê çekdarî kir (1, r. 74),

1 Adar
Mustafa Barzanî, li Emerîka, 1979 de çû ser heqiya xwe.

Barzanî, 1903 de ji dayika xwe bû. 1905 de bi dayika xwe re, ji teref Osmanliyan ve tê zindanîkirin. 1914 de birayê wî tê kuştin. Barzanî 1931 de, bi çalakiyên xweyî li hember dijmin derket pêş. 1943 de li Mintîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir.
Piştî 1945, diçe Mehabad ê. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Soviet ê dibe.

1958 de vedigere başûrê Kurdistan ê. 1961 heta otonomiya 1970, şerê wî li hember Rejima îraqê berdewam dike. 1975 de, bi peymana Cezayir ê, herekata kurd li w'ir têk diçe. Barzanî ji ber nexweşiya xwe derbasî Emerîka dibe û li wir diçe rehmetê (57-58 r. 120-145, 5-6).

.....

 



Min Sihîsti tu nexweş e*
Ç'bikim bextê min tu reş e
Dilê min herdem bi kul e
Carek nebûye ges e

Were were reng estnerê
Wek kulîlka li pencerê
Șev û rojê ê'dî xeyalê de
Dil û hinav ketin derê

Belê min tu dîtî Nesrîn
Herdu çavê direș digrîn
Ewan çava digote min
Tu min navî careke din

Piștî herdu çavê belek.
Min hez nekir hîna kesek,
Belku li me vegere felek.
Herdu dila dîsa bike yek.

Min go bilbil!
Xwe daneyne ser dara bêgul
Min go:
Dara bêgul mîna evîna ne jidil
û zcwaca tev kul e...
Ax bilbil, bilbilo jaro...

Ax sebrê...
Mingo: Wextê mala me li hola bû sebre...
Min û bejna zirav soz û qirar bi hevre
dabû sebre...
Sala berê vê salê ez ê nizanim çima!
soz û qirara min û bejna zirav,
ketin avê û winda bû...
Ax de lê lê sebrê, lê lê berxê...

*Hêja Mihemed Șêxo! di dilê me de dijî û dê her bijî.

 


Gabar Çiyan

Kronolojiya salvegerên kurda

Eget Förlag


Eget Förlag
Kronolojiya salvegerên kurda
Gabar Çiyan

1994
Stockholm

ISBN: 91-630-2516-7

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues