PÊŞGOTTN
Zargotina Kurdî xwediyê dîrokek gelekî kevn û dewlemendiyek pirr mezin e. Lê ziman û edebiyata kurdî di warê nivîskî de, li gorê wê dîrok û dewlemendiyê pêş ve neçûye. Ji ber ku dewletên kolonyalîst bi zanebûn xwestinin û dixwazin ku pêşiya vê pêşveçûnê bigirin.
Ew rastiya di perwerdekirin û hînkirina kurdî de jî, xwe bi awakî eşkere dide diyar kirin. Wek tê zanîn, li Swêdê zarokên kurdan jî wek zarokên neteweyên din yên biyanî, li dibistanan bi zimanê xwe dixwînin. Lê piraniya neteweyên din, ji ber ku xwedî dewlet û dezgehên perwerdekirinê ne, bi hêsanî dikarin ji pirtûk û meteryalên perwerdekirinê yên dewletên xwe feyde bibînin û wan bi kar bînin. Lê, şagirtên kurdan ji wî tiştî bêpar in. Ji ber wê yekê jî, di wî warî de pêwîstî û valahiyek zor girîng heye.
Her çiqasî di van salên dawî de hinek pirtûk û meteryal ji bo zarokan hatinin amade kirin jî, ew bersîva pêwestiya ku heye nadin. Bê guman ew pêwistî û valahiya ku heye di demêk kurt de naye çareser kirin. Di wî warî de pêwistî bi gelek xebat û hewildanan hene. Me jî, bi vê bîrûbaweriyê û li gorî hêz û zanebûna xwe xwest ku beşdarî nava vê pêvajoyê bibin û di wî warî de biçûk be jî xizmetekê bikin. Heger ev xebata me pir bi hindikî be jî valahiyeke dagre, em dê kêfxweş û bextewar bibin. Lê, em di vê bîrûbaweriyê de ne ku kar û xebatên weha ji aliyê komisyonek ku ji zimanzane û mamosteyên kurdî pêkhatî bête meşandin, wê bêtir bi rêkûpêk û dewlementir bin.
Di vê pirtûkê de, heta ji destê me hat li gel nivîsên kurt û hêsan, me xwest ku çend mînakan ji helbest û nivîsên helbestvan û nivîskarên kurd û çend numûneyan jî ji zargotina kurdî hilbijêrin. Li gel wê armancê, me xwest ku em di warê gramera kurdî de jî bi awakî pir kurt bingehekê ava bikin. Ji bo wê yekê jî, em bi kurtî li ser hinek termên gramerê rawestiyan.
Ji ber ku di wî warî de, ev pirtûka me ya yekem e, em dizanin dê kêmanî û şaşiyên me jî hebin. Berî ku em pirtûkê bidin çapê, me nivîsên vê pirtûkê da hinek hevalên mamoste. Piştî nerîn û pêşneyarên wan hevalan, me nivisên vê pirtûkê dîsa di ber çavan re derbas kirin.
Ji bo nerîn, pêşneyar, rexne û alîkariyên wan hevalan, em gelekî spas dikin.
Stockholm Îlon 1992
Zinar Soran B. Welatevîn |