PEȘGOTIN
Zargotina (folklora) kurmancîê - k'urdîê (k'urda) gelekî dewlemende û pir'janre. Gelekîn beyt - serhatîêd wêye e'yan, çawa "Memê û Zînê", "Dimdim" û êd dinê, gelekin hik'yat'êd wêye hezarnavî, serhatî, mijûlîêd wê. Bêhesabin k'ilamêd wêye mêra, keç'ika, xebatê, govendê, met'elok û meselêd wê.
Hik'yatêd (ç'îr'okêd, dîr'okêd) k'urdîê (kurmancîê) di nava wê zargotinêda cîkî hêjeyî meșûr digirin û nava k'urdzanada hewask'arîke mezin pêșda anîne. Ji wan ulmdara geleka bi jênivîsandina wê janrêva wextê xweda mijûl bûne, nimûșêd wê berev kirine û dane neșirê.
Hik'yatêd cmae'ta k'urdîê hîmlî têne gotinê șevêd zivistanêye dirêj odada, otaxada, malada. Vê gavê jî her gundekîda malêd usa hene, ji k'ederê zvistana cmae't, bașqegotî mêrê e'mir, evara berevî ser hevdu dibin û bi hik'yat, mijûlîgotina șevbihêrîya xwe derbaz dikin. Hik'yat-ew çerezê șevane, șevê têne gotinê û hev hûnandinê, bi e'detê cmae'tê gune hesab dibe hergê r'oj nava rojê hik'yata bêjin, giva wextê usa arvanê malê kêm dibe. Menîya wê yekê hilbet heye. Hikyat e'frandineke usane, ku wextê xebatê nikare bê gotinê, çimaku xebatê dikare șerpezeke û zirarê pêșda bîne. Wer'a we'dê dirêj (gelek cara çend sehet) û guhdarvanê vala lazimin. Lema jî êvara têne qisekirinê, gava ku meriv ji xebata r'ojê vala dibin, hêsa dibin... |