La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora kurmancîê


Auteur :
Éditeur : Haypolîgrafhrat Date & Lieu : , Êrêvan
Préface : Pages : 302
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x220 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Folklora kurmancîê

Versions

Folklora kurmancîê

Heciyê Cindî

Haynêșîrat


Cimae'ta kurmanca nava sala û zamana gelek cûr'e-cur'êd folklorê hevanîye û e'frandîye. Bi zargotina bedewîê evê șikilkirîye șabûn û h'alê xweyî çetin, daye e'yankirinê t'emamîya e'mirê xweyî k'oçerîê-riae'tîê, e'det'ê kevn û t'eze, rabûn-rûniștandina xwe, șer'k'arîya xweye zadarîê pêșîya zorba, zevtekçîêd h'ukumetêd dereke, xunxur û k'edxurêd xweye hundur. Di nava wê lîtêratûra zargotinêye kevn û hert'im t'ezekirîye dewlemende h'izêmetîda têne k'ivșê xeba û zoraya wêye e'frandarîêye șewate k'ûr.

Eva berevoka p'arek xebata meye salane. Me bi h'izkirina dil her k'ilamek, her zargotinek p'iç'ûk li cîkî û wextekîda nivîsîye û îro jî dîsa bi wê h'izkirinê em vediger'înin ...



JI ALÎÊ HAZIRKIR


Cimae'ta kurmanca nava sala û zamana gelek cûr'e-cur'êd folklorê hevanîye û e'frandîye. Bi zargotina bedewîê evê șikilkirîye șabûn û h'alê xweyî çetin, daye e'yankirinê t'emamîya e'mirê xweyî k'oçerîê-riae'tîê, e'det'ê kevn û t'eze, rabûn-rûniștandina xwe, șer'k'arîya xweye zadarîê pêșîya zorba, zevtekçîêd h'ukumetêd dereke, xunxur û k'edxurêd xweye hundur. Di nava wê lîtêratûra zargotinêye kevn û hert'im t'ezekirîye dewlemende h'izêmetîda têne k'ivșê xeba û zoraya wêye e'frandarîêye șewate k'ûr.

Eva berevoka p'arek xebata meye salane. Me bi h'izkirina dil her k'ilamek, her zargotinek p'iç'ûk li cîkî û wextekîda nivîsîye û îro jî dîsa bi wê h'izkirinê em vediger'înin wê cimae'ta dengbêje e'frandar, t'enê bi forma nivîsarê, ne zêde.

Me guman heye, wekî eva k'it'êba t'eze jî, qinyatê k'îjanê cara pêșin têne neșirkirinê, wê ji alîê zimîn, bedewe'frandinê arîk'arîê bide lîtêratûra meye Sovêtîê, k'îjan bona kulîlkdaîna xwe awqa gelekî h'ewșê folklorêye jî.

Wextê hazirkirina berevokê em xebitîn, wekî xwendevanê massayî bidine razîkirinê. Bi wê nêtê jî me ji her e'frandinekê t'enê ç'iqlek (șaxek) hilda. Wê șûnda usa kir, wekî cûr'ê folklorê ze'fbin, çawa e'frandinêd êpîkîê (ê mêrxasîê, ê h'izkirinê), ç'îr'ok, k'ilam (ê h'izkirinê, ê govendê), met'elok (mesele) û êd dinê. Wanar'a t'evayî pareke vê berevokê jî ya wextê sovêtîêye, p'êșk'êșî Komûnîstîê, Lênînê Mezin, e'mirê kolxozîê, dêbajarê me kirî.

Bi wan e'frandinêd wextê me cimae'ta efrandar h'izkirina xwe dide k'ivșkirinê ber bi partîa Komunîstîê û h'ukumeta Sovêtîê, wekî her mecal-mik'an e'frandinê bona e'mirê wêî bextewar t'evî t'emamîya biracimae'têd T'ifaqa sovêtîê.



E'frandinêd êpîkîê

Mem û Zîn

K'oçikserak bi navê Ardawidê hebû; li k'êleka șeherê Muxurzemînê. Li ber wê k'oçikseraê qîkek dima. Ew h'eft sal bû, wekî qîzik wêderê dima. Rojekê ewê dît, wê sê syar ser be'rêr'a tên, hespê wana boz. Ew syar ber bi wê dihatin. Qîzik gelekî șaș ma û h'eyrî ma, got: "Gelo k'ê dîye hesp li ser b'erê bên, lingê wana avêda neçe". Syar hatin, ber koçikseraê peya bûn wana got:

- Qîza qenc, em hatine pey te. Gerekê tu mer'a k'arbî, emê bivin biger'înin.

Qîzikê pirs kir: - çir'a hûn kîne?

Gotin: -em delîlê bext û mirazanin.

Qîzkê got: -De wekî usane, syarbin brano, ezê bêm t'evî we.

Syar syarbûn. Yekî ji wana qîzik avîte t'erkûya xwe û li ser be'rê k'etin. Wextê çûne nîvê be'rê, qîz ze'f tî bû û av xwest. Ewî syarî milê qîzikê girt, nimzî avê kir, go:

- Xușkê, de avê bixwe.

Qîzê sê cara k'ulma xwe avêda kir xar. Wextê av xarinê k'efa b'erê jî k'ete nav dilê we. Hema bi wê k'efa avê jî qîz h'emle derk'et. Pey av xarinê wan syara qîz dîsa vege'andin anîn ber wê k'oçkê û çûn.

Ji wê șûnda qîz xwe h'isya, wekî h'emleye. "Ê, -go, yarebî, ev çi yek bû li serê min hat. Ez qîza bik'ur, ber vê zyaretê, dinya-rlem ji vir diçe, gelo wê çi bêjne min? ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues