The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

K'lamêd cimae'ta k'urda


Author :
Editor : Hayneșîrat Date & Place : 1964-01-01, Êrêvan
Preface : Pages : 164
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 130x190 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 1603Theme : Music

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
K'lamêd cimae'ta k'urda

Versions

K'lamêd cimae'ta k'urda

Cemîla Celîl

Hayneșîrat


Lênînê Mezin

Mervê Sovêtyê t'emam birane,
E'mrê t'ezer'a eșqin û șane,
Lênînê mezin t'im bîra wan e,
Lênînê mezin t'im bîra wan e,
T'im bîra wan e.

Naha e'mrê xwe em nakin gazin,
E'dlaya dinê h'emû dixazin,
çawa qîz û xort, usa jî mezin,
Usa jî mezin.

.....



PÊȘXEBER


Vê berevokêda 75 k'lamêd cmae'ta k'urda heye, êd ku me van h'evt salê pașinda ji nava cmae'tê berevkirine.

Berevok ji çend p'arane. Ew bi k'lamêd hêna sovêtîêva destpê dike, wê șûnda tên p'ara k'lamêd govendê, k'lamêd h'enek-laqirdîa, k'lamêd bengîtîê û êd mêrxasîê. K'lamêd vê berevokê, ê ku me ji zarê k'urdêd Ermenîstana Sovêtîê nvîsîne, nava cmae'têda e'yanin û h'izkirîne. Ev klamana usa jî k'urdêd Îranê, Îraqê Sîrîê û R'omê distirên.

Bal cmae'ta k'urda k'lamê govêndê t'eqla miqam û xeberê xweva berbiç'e'vin, bangê xweba meh'kemin. Eva yeka jî me'neke, wekî k'lamê cmae'ta k'urda bi qur'nava dijîn. Boana miletzanîê (etnografîaê), çawa k'lamêd de'we'ta, usa jî êd bengîtîê p'irqîmetin, çimkî wan k'lamada gelek meselêd r'abûn-r'ûniștandin û e'detê cmae'ta k'urda heye. K'lamanda usa h'ub û h'izkirina xort û qîzêd bengî tê k'ivșê, ("Bêrîvanê", "Nexșê Mîrzô", "Tu dînî", "Ah'medê R'onî" û êd mayîn).

K'lamêd mêrxasîê folklora cmae'ta k'urdada cîkî layîq digrin. Nava van k'lamada qewimandinêd t'erîqî û bedewetîê t'evayî pêșda tên. Sazbendîa k'lamêd mêrxasîê p'ir'awaze û lema jî bona dengnvîsandinê çetine. Me'neke çetinayê jî wextê nvîsara k'lamê mêrxasîê ewe, wekî dengbêjê k'urd azayê dide k'el û sewrandina r'uh'ê xwe. Cumle, sifet û himberîhevkirinêd usaye dewlemend çêdike, wekî nenihêr'î teqlê wan cumla yeke, lê çapê p'êza ne wekehevin.

K'lamêd k'urda ji k'lamêd cmae'ta r'ohilatêye mayîn bi wê yekêva cuda dibin, wekî r'ît'm û t'elqa wan bi cûr'ê mletîêva bașqeye û k'ivșkin.

Neșirkirina berevoka "K'lamêd cmae'ta k'urda" wê mecalê bide mexlûqetîya mûzîqah'iz wekî ewana k'lamêd k'urdaye cmae'tîêr'a xwexwetya wanr'a bivine nas.

Xênji dengnvîsandinê me têk'stê k'lama û nivîsarnasîke kurt derheqa dengbêjada daye.

R'azîbûna xwe dêdme r'êdaktorê k't'êbê hevalê L. Astvasatryan bona k'omekdarîya wî.

Cemîla Celîl



K'lamêd hêna sovêtîê

Lênînê Mezin

Mervê Sovêtyê t'emam birane,
E'mrê t'ezer'a eșqin û șane,
Lênînê mezin t'im bîra wan e,
Lênînê mezin t'im bîra wan e,
T'im bîra wan e.

Naha e'mrê xwe em nakin gazin,
E'dlaya dinê h'emû dixazin,
çawa qîz û xort, usa jî mezin,
Usa jî mezin.

.....





Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals