La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

20 ders ji Mizgînîyê, jiyana Îsa Mesîh


Auteur :
Éditeur : The British & Foreign Bible Society Date & Lieu : 2007, R'ewan
Préface : Pages : 92
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 210x295 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
20 ders ji Mizgînîyê, jiyana Îsa Mesîh

20 ders ji Mizgînîyê, jiyana Îsa Mesîh

K'omela K'urdêd Xwedênas

The British & Foreign Bible Society


Yûh'ennayê Șandî Mizgînîya xweda got: "Eva ew șagirt e, yê ku bona van yeka șe'detîyê dide, usa jî ev yekana nivîsîn. Em zanin ku șe'detîya wî r'ast e. Û hê gelek hê gelek kirêd din jî hene, yêd ku Îsa kirine. Heger ew bi hûr-gilî bihatana nivîsarê, bi t'exmîna min ew k'itêbêd nivîsar wê dinyayêda cî nebûna". Yûh'ennna 21:24-25.

Jîyîna Îsa Mesîh ji du h'ezar sala h'eta îro, merivêd h'emû dinyayêr'a h'ewaskar e. K'itêbêd ku bona jîyîna Îsa hatine nivîsarê, kesek nikare wan h'esab bike, çawa hilbest, gotin û ç'îr'ok. Jîyîna wî ne mîna jîyîna merivêd bașqe bû. Yûh'enna bona wî got: "T'u kesî t'u cara mîna wî merivî xeber nedaye", Yuh'enna 7: 46-da.

.....



PÊȘGOTIN


Tê gotinê: "Gotina xweș bihara dilan e".

Îsa got: "Her kesê ku guh bide gotinêd min û bawerîya xwe wî bîne, yê ku ez șandime, jîyîna wîye h'eta-h'etayê heye." Yûh'enna 5: 24.

Eva deftera xebatê bona wan meriva hate hazirkirinê, yêd ku dixwazin Îsa mesîh baș nas kirn û bizanibin: gelo xeberêd wî r'ast in yan na? Her tiștê ku meriv ser disekine xwexa dișirmîș dibe, ev yek fikirêd wîda dimîne, k'ûr dik'eve dilê wî û șîn dibe. Lêma gelek pirs nav van dersada hene, wekî xwendevan bikaribe bi xwendina K'itêba Pîroz cabêd xwe bibîne.

Merivek bi t'enê dikare bi van dersa mijûl be û ze'f jê bistîne, lê heger çend heval t'ev hev r'ûnên û bifikirin, ewê hê ze'f tiștêd h'ewask'ar K'itêva Pîrozda bibînin, çimkî aqil aqila zêdetir e. Bira her kes fikirêd xwe bêje, bi vî cûr'eyî hûnê ji hevdu hîn bin.

Û ev jî p'ir' qîmet e: Hûnê baș bi zimanê xweyî K'urdî binivîsin.

Ev ders pêșî ji Înstîtûta "Moody" bi Îngilîzî hatiye neșirkirinê. Me ew ji Almanî welger'ande zimanê Kurmancî. Lê bê alîk'arîya xûșk û birayêd meye xwedênas meyê nikaribûna eva xebata bikira.
Em gelekî r'azî ne ku Nadirê Efo, Șirînê Qereman, Barîsê Jorjîk, Barîsê Xelîl û Artûr Usoyan t'evî me li ser h'emû pirs û caba r'ûniștin. Jonathan Gutknecht li pirsêd têyolojîyê nihêr'î, Nikolas û Denise Bailey jî șîretk'ar bûn. Xilazîyê Emma Casm, Sûrênê Șîrin û R'ezoê Aslan r'ind li her tiștî nihêr'în û serr'ast kirin.

Bira Xudayê me Îsa Mesîh jîyîna h'eta-h'etayê bide we!

K'omela K'urdêd Xwedênas û Rudolf û Marianne Schönfeld,
R'ewanê 2007

Heger pirsêd we hene hûn dikarin bi wê jimara t'êlê Ermenistanêda bipirsin: 093227272



Jîyîna Îsa Mesîh

Dersêd Mizgînîyê

1 bûyîn û zar'otîya Îsa Mesîh - Lûqa 1-2 û Metta 1-2

Yûh'ennayê Șandî Mizgînîya xweda got: "Eva ew șagirt e, yê ku bona van yeka șe'detîyê dide, usa jî ev yekana nivîsîn. Em zanin ku șe'detîya wî r'ast e. Û hê gelek hê gelek kirêd din jî hene, yêd ku Îsa kirine. Heger ew bi hûr-gilî bihatana nivîsarê, bi t'exmîna min ew k'itêbêd nivîsar wê dinyayêda cî nebûna". Yûh'ennna 21:24-25.

Jîyîna Îsa Mesîh ji du h'ezar sala h'eta îro, merivêd h'emû dinyayêr'a h'ewaskar e. K'itêbêd ku bona jîyîna Îsa hatine nivîsarê, kesek nikare wan h'esab bike, çawa hilbest, gotin û ç'îr'ok. Jîyîna wî ne mîna jîyîna merivêd bașqe bû. Yûh'enna bona wî got: "T'u kesî t'u cara mîna wî merivî xeber nedaye", Yuh'enna 7: 46-da.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues