La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

H'uceta ç'ema û dilê kewê


Auteur :
Éditeur : Lûys Date & Lieu : 1970-01-01, Êrêvan
Préface : Pages : 16
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x200 mm
Code FIKP : Br. 970Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
H'uceta ç'ema û dilê kewê

H'uceta ç'ema û dilê kewê

Nado Maxmûdov

Lûys


Șev bû. Hîva yekșevî li goveka e'zmanê sayî hêsa dișûlikî. Șemdanêd nava ç'em û qerexaye r'ênîșandar carna vêdisyan, carna vêdik'etin, r'ê nîșarnî gemîya didan, teê bigota wanar'a ç'e'vê xwe diqurpînin. Seqr'a șevê carna ji bor'îna gemîêd, ku derbaz dibûn, û ji çelpîna avê dihate t'eribandinê. Em nêzîkî adebajarê Svîtajska h'ikîatî dibûn. Ez bi bedewîa wêye r'ojê h'eyr-h'ijmek'ar mabûm, ya ku șevê dha delal bû. Șemdanê elektrîkîêye r'engzîvîn ser r'ûyê ava zelal dibiriqîn. Avê hêsa k'enarê wêye h'eyatî t'îmar dikir. Wextekê ew ade k'enarr'a grêday bû, lê gava be'ra Kuybîșêvê çêkirin, ew ji k'enarê dê hate bir'înê. Aha nha șeher ber mine û bi r'onaya elektrîkîê û șevêd spîva șewq vedaye, bengzê wî dha k'aw û k'ubarbûye.

Bona min șevêd îyûnêye spî h'ewask'ar bûn.

Ew r'ojêd bê te'v bûn. R'oavaêda horîzonê zer dikir, lê hîv diha geș dibiriqî, ne ku ...



H'UCETA Ç'EMA
(Lêgênda Ûr'isa)

Șev bû. Hîva yekșevî li goveka e'zmanê sayî hêsa dișûlikî. Șemdanêd nava ç'em û qerexaye r'ênîșandar carna vêdisyan, carna vêdik'etin, r'ê nîșarnî gemîya didan, teê bigota wanar'a ç'e'vê xwe diqurpînin. Seqr'a șevê carna ji bor'îna gemîêd, ku derbaz dibûn, û ji çelpîna avê dihate t'eribandinê. Em nêzîkî adebajarê Svîtajska h'ikîatî dibûn. Ez bi bedewîa wêye r'ojê h'eyr-h'ijmek'ar mabûm, ya ku șevê dha delal bû. Șemdanê elektrîkîêye r'engzîvîn ser r'ûyê ava zelal dibiriqîn. Avê hêsa k'enarê wêye h'eyatî t'îmar dikir. Wextekê ew ade k'enarr'a grêday bû, lê gava be'ra Kuybîșêvê çêkirin, ew ji k'enarê dê hate bir'înê. Aha nha șeher ber mine û bi r'onaya elektrîkîê û șevêd spîva șewq vedaye, bengzê wî dha k'aw û k'ubarbûye.

Bona min șevêd îyûnêye spî h'ewask'ar bûn.

Ew r'ojêd bê te'v bûn. R'oavaêda horîzonê zer dikir, lê hîv diha geș dibiriqî, ne ku mîna hercar. Min wa bi h'ewas wê dîdemê dinihêr'î, fikra ez birme welatê min, min pîrka xweye Gulê bîr anî. Hevîngeha ç'îaêd meye Ermenîstanêye bedewda, bin konê ji zomê ewê nebîêd xwe berev dikir û êvara ç'îrok digotin. Ji h'emûya ze'ftir me dixwest derheqa te'vêda seh kira. "Zar'okê e'zîz, nha cem me te'rîye, çimkî r'o ç'ûye dinyake dinê, wekî wira jî zar'a germke û șake. Nha cem wan r'oje, pez hatye bêrya nîvro, kevanî hela dew dik'ilên, keç'ik çûne p'incar'ê. De hûn binhêr'in, r'oê wêderê șuxulê xweê xilazke û veger'e cem me". Wexta mezin bûm, çûme mek't'ebê, ji dersdarê xwe derheqa dinîaêda, fitla wêda, derheqa te'vê û hîvêda pê h'esîam, ez met'el dimam, wekî ewê k'ulfeta k'urde pîre nexwendî ji k'îderê derheqa pêșdahatina șevê û r'ojêda zanibû, r'aste, wa sade, lê r'ast.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues