DERHEQA EVÊ BEREVOKÊDA
Çawa nava zargotina cmae'têd r'ohlatêye dinêda, usa jî nava ya k'urdada ji e'frandinê here belabûyî, dewlemend û r'engûr'ewù yek jî meselok û xeberokin. Lê tu were h'eta naha hidik hatine neșirkirinê.
Eva xebata zargotinzan û bernvîsk'arê xudannav H'ecîê Cndî wê derecêda șuxulê pêșinî t'amî t'omerîye û cert'aca wan e'frandinêd wîye p'ir'hêjene, ê ku h'eta naha neșirbûne.
Qnyatê evê berevoka t'amkirî bi xebata salêd drêje bi dil û can mîaserkirkirî-h'îmlî bi destî xudanê berevokê ji k'urdê neh'îêd Ermenîstana Sovêtîê, ji muhacrê ermenîye zmanê k'urdî zanin ji Sasûnê, Mok'sê, Șataxê hatine bernvîsarê. Meselok û xeberokêd usa jî hene, wekî ji k'urdê r'espûblîkaêd T'faqa Sovêtîêye dinê (Ji êd Gurcistanê, Adrbêcanê, Qazaxstanê û ji êd mayî) hatine bernvîsarê.
Xênjî bernvîsara meselok û xeberokê serhevda t'opkirî, ê ku ji çap p'arê wê sê p'ara digirin, usa jî berdagotin û cedvalêd tiștanîêye (prêdmêtîê) anegor hene.
Di dereca bernvîsar û serdahevanîna meseloka usa jî hêsa nîne xebata dersmîșkirina wane ulmî. Wî alîda ji cêrge cûr'êd heyî (dersmîșkirina bi elîfbaê, ya cî-misk'enîê, tiștanîê, t'ematîk-fikirdarîê) xudanê berevokê wa gotî cûr'ê elîfba yanê xebernemeê têr'a dîtîye, eva cûr'a bêfitya, daha hêsaye û mecal-mk'ana dide, wekî qnyatê berdest hê t'am û t'emam bê cîwarkirinê.
Du fikir derheqa hêjayî û lazimya xebata H'ecîê cindîye "Meselok û xeberokê cmae'ta k'urda" nikarin hebin. Ew ênsîklopêdîya cmae'ta k'urde-ya e'mrê wê, aqilbendî û fikirdarîya wêye bedewsine'tîê. Ew neku t'enê bona zargotinzana, mletzana, zmanzana gelekî lazime, lê usa jî bona gçveka wan xwendevanaye here freye, êku zargotina cmae'têr'a h'eyr û h'izmek'arin.
Akademîkê AU R'SSE A. T. G'analanyan
|