La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hewarî


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2008-01-01, Amed
Préface : Pages : 418
Traduction : ISBN : 978-975-6179-63-5
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 145Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hewarî

Hewarî

Heciye Cindî

Lîs


Sibeheke meha Gulanê ya xweş bû. Ez ji bazara Yêrêvanê ya teze vedigeriyam. Min nêzîkayî li malê kir. Di kuçeyê de, li aliyê milê çepê, min Profêsor Êrêmyan dît. Min mîna hercar silava wî vegirt û bi pêş de çûm. Lê hema wê lehzeyê min dengê wî bihîst û li pişt xwe ve nihêrî, ew ber bi min dihat.

- Hevalê Kamil, -wî bi beşereke xweş gote min- ji kerema xwe deqeyekê sebir bike, min ku tu dîtî, giliyek kete bîra min.
Min zembîla giran danî.

- Bibexşîne, -wî got- wekî min tu dayî eglekirin. Dizanî, vê pêlê hevalekî ...


HECIYÊ CINDÎ

Zargotinzan, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan, wergêr, ferhengzan û rewşenbîrê Kurd Heciyê Cindî yek ji ronakbîran e, ku di dîroka Kurdan a nûjen de gelek tişt yekem car bi destên wî hatine kirin. Li gori ku wî bi xwe behs kiriye, di sala 1907'an de, lê li gorî qeydiya sêwîxaneya Emerîkanan a li Qersê, di sala 1908'an de, li gundê Kurdên Êzdî, Emançayira bi ser bajarê Qersê ve ji dayîk bûye. Zarokatiya wî li gund derbas bûye, lê sala 1918'an, dema komkujiyên li ser serê Ermeniyan û Kurdên Êzdî, tevl êla xwe derbasî Sovyetistanê bûye. Wan çaxan, diya xwe, bavê xwe, xwîşk û birayên xwe li serê rê û dirbên koç û revê winda kir, tevî zarokên Ermeniyan û Kurdan ên bêkes di sêwîxaneyên Qersê û Gumriyê de mezin bû, li wan deran xwend, paşê 1929'an de Xwendinxaneya Gumriyê ya Pedagojiyê kuta kir. Sala 1930'yî, di Para Zanîngeha Yêrêvanê ya Fîlolojiyê de hate qebûlkirin, bû yekem xwendekarê zanîngehê yê Ermenistanê yê Kurd. Heman salê, di 25'ê Adara 1930'yî de, bi destpêkirina rojnameya ya bi Kurdî re, di Rojnameyê de weki serokê Para Çand û Wêjeyê dest bi rojnamevaniyê kir. Heman salê, bi pêşengiya wî ve li jêr banê Komeleya Nivlskarên Ermenistanê, Koma Nivîskarên Kurd vebû, di 1938'an de, bû serokê wê parê. Dîsa sala 1930'î, Radyoya Ermenistanê ya Para Kurdî bo yekem car dengê Kurmancî li hemû cîhanê belav kir û jina Heciyê Cindî, Zeyneva Îvo ew anonsa navdar kir, ku Heciyê Cindî jî tê de xebatkar bû.

Di sala 1933'yan de, zanîngeh kuta kir. Payîza heman salê, li jêr çavdêriya Profesor Asatûr Xaçatiryan dest bi mastira berhevkirin û lêkolînên zargotinê kir.

Ji 1931'ê û pê de, çi berhevokên zargotinê, çi werger, çi pirtûkên dersê û çi gotarên akademîk, berhemên wî wekî pirtûk û nivîs çap bûn. (Bi tenê di navbeyna du salan, 1931-33 de, 13 lêkolînên wî çap bûne!) Heman salê jî, dest bi wî karê xwe yê mezin ê bi dehan salan, dest bi berhevkirina gencîneya zargotina Kurdî kir.

Heciyê Cindî ji 1931'ê heya Adara 1938'î, di Xwendinxaneya Kurdan a Pedagqjiyê de dersên zimanê kurdî daye.
Di dîroka Sovyetistanê de, yekem car wî gotareke bi Kurdî daye. (Konferansa Kurdzaniyê ya Yekîtiya Sovyetê ya Pêşîn, 8'ê Pûşpera sala 1934'an, li Yêrêvanê.)

Heciyê Cindî, di heyna Stalîn de, di Adara 1938'î de, tevî Cerdoyê Gênco ji aliyê KGB'yê ve hate girtin, bi taybetî ji ber piştgiriya nivîskar û rewşenbîrên Ermenî yên navdar, Hiraçya Koçar û Harûtyûn Mikirtçiyan, tam piştî salekê hate berdan û ji mirinê filitî. Lê ji ber vê bûyerê, pergala desthilatdariyê kir, ku demeke dirêj hemû deriyên kar û xebatê bi ser wî de bêne dadan.

Heciyê Cindî, 25'ê Pûşpera sala 1944'an, elifbaya nû, ku Moskovayê xwest elifbaya Kurdan êdî bibe tîpên Kîrilî, amade kir û komîsyonê ew qebûl kir, sala 1946'an, bi wan tîpan Elîfbaya Heciyê Cindî çap bû, ku bi dehan salan ew elifba di dibistanên Kurdan de hate xwendin.

Di 30'ê Rezbera 1962'yan de, di warê zargotin û zimanzaniyê de bû doktorê Kurd ê pêşîn, di 1966'an de jî, payeya profesoriyê wergirt.

Heciyê Cindî, di ber wan xebatên xwe yên akademîsyeniyê û nivîskariyê yên giran re, bi salan serokatî, endamtî û şêwirmendiya gelek sazî û dezgehên bilind ên zanyarî kir, bingehên yekem nifşê rewşenbîriya Kurdên me yên Kavkazan danî, rê li ber wê kelepûra mezin kir, ku avakarên wê her wiha ev in: Ereb Şemo, Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Eliyê Evdilrehman, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Fêrikê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Wezîrê Nadirî, Şekroyê Mihoyî, Îsahak Sûkêrman, Margarita Rûdênko, K. K. Kurdoyêv, Nadir Nadirov, Nado Maxmûdov, Çerkezê Reş, Têmûrê Xelîl û gelekên din.

Heciyê Cindî, sala 1990'î, 1'ê Gulanê, di 82 saliya xwe de, li Erêvana Ermenistanê jiyana xwe ji dest da, li dû xwe di navê de cildên Hikyatêd Cimeta Kurdan, Beyt-Serhatyê Kurda ye Êpîkyê, Kilamê Cimeta Kurmanca, Folklora Kurmanca, Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî, du lîstikên şanoyê, romana xwe ya bi navê Hewarî, ji sedî zêdetir pirtûk û bi sedan gotar û nivîsên akademîk hişt ji ziman û hebûna Kurdan re.

***

Hewarî:

Çapa Pêşîn: 1967, Yêrêvan, Ermenistan

Capa Duyemîn: Çileyê Paşîn, 1999, Weşanên Roja Nû, Stokholm, Swêd



Cab

Sibeheke meha Gulanê ya xweş bû. Ez ji bazara Yêrêvanê ya teze vedigeriyam. Min nêzîkayî li malê kir. Di kuçeyê de, li aliyê milê çepê, min Profêsor Êrêmyan dît. Min mîna hercar silava wî vegirt û bi pêş de çûm. Lê hema wê lehzeyê min dengê wî bihîst û li pişt xwe ve nihêrî, ew ber bi min dihat.

- Hevalê Kamil, -wî bi beşereke xweş gote min- ji kerema xwe deqeyekê sebir bike, min ku tu dîtî, giliyek kete bîra min.

Min zembîla giran danî.

- Bibexşîne, -wî got- wekî min tu dayî eglekirin. Dizanî, vê pêlê hevalekî cabdar, ez dibê'm tu nas dikî, Babayan, nameyek ji Moskovayê, ji komûnîstekî kevin standibû. Xwediyê nameyê pirseke wiha kiribû: Gelo li aliyê we bi navê Dîgorê aûlek heye? Kurdekî bineliyê wî gelekî eyan e, famîlya wî Lîtkîn. Hevalê li vir jî, ku name standibû, tu serederi jê nekiribû. Rojekê gazî min kir, bire îdareya xwe, "Filankes," wî got, "hal û hewal ev. Tu çawa dizanî, aqilê te ji vê yekê çi dibirre?" Min caba wî da, gotê, "Rast e, li cem me aûl tunene, lê gund hene. Lê hema Têgor-Dîgor heye. Ew gund beriya sala 1917'an, çawa nehiyeyeke Qersê dikete nava welatê me. Gundekî kevn e, dêra wê jî gelekî kevn e. Gundê Ermeniyan bû, wekî mayîn nizanim Kurd li wê derê hebûne, an na. Niha tu çi dikarî bibêjî? -Wî bi forma pirsê ji min re got û li çavên min nihêrî.

.....



 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues