La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kela Dimdimê


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011, İstanbul
Préface : Pages : 188
Traduction : ISBN : 978-605-5585-70-9
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kela Dimdimê

Kela Dimdimê

Jan Dost

Avesta


Jan Dost - Li Kobanê, Kurdistana Suriyê sala 1965an çêbûye. Xwendina xwe her li bajarê xwe heta lîseyê qedandiye. Li zanîngeha Helebê beşê biyolojiyê bêyî ku temam bike xwendiye. Ji sala 2000î ve li Almanyayê dijî. Bi navê Mijabad, 3 gav û 3 darek û Mîrname sê romanên wî çap bûne. Demek dirêj e li ser Ehmedê Xanî û bi taybetî Mem û Zînê kar dike, heta niha çend çapên cihê amade kirine.



PÊŞGOTIN
*

Dîroka gelê Kurdistanê ji berê ve berxwedan e. Ji Kawayê hesinkar ta bigihê Kawayê hemdemî Mazlum Dogan, tev de berxwedan e. Bi rastî, heke ne berxwedan ba, navê kurd û Kurdistanê niha nedibatin bihîstin.

Berxwedana bav û kalên me, di çiyayên bilind û di kelehên asê de, bûye sedema mayîna milletê kurd. Serhildanên Bedirxan Beg, Şêx Seîd, Seyid Riza, Şêx Ubeydullahê Nehrî, Ihsan Nûrî Paşa û serhildanên din, dîroka me pêk tînin. Dîroka me berxwedan e, jiyana me berxwedan e û hebûna me berxwedan e. Ji ber ku milletê bê berxwedan, weke dara ji rehê xwe qût bûye, tu carî najî.

Ji ber vê yekê, min xwest destanekê ji destanên berxwedanê pêşkêşî millet bikim. Ez mam heya ku rojekê di pirtûka Dîroka Kurd û Kurdistanê a M. Emîn Zekî Beg de çavê min li navê Kela Dimdimê ket.

Min serpêhatiya vê kelê xwend û gelek serbilindî tê de dît. Di dilê xwe de min got; ev e daxwaza min, min dest pê kir û nivîsand. Destana Kela Dimdimê, ya ku min nivîsand pelek ronî ye di nav pelên dîroka gelê Kurdistanê de ye, destana mêrxasiyê ye, destana berxwedan û serbilindiyê ye, destana kesên serê xwe ji dijmin re danaxin, destana kesên eniya wan li eniya rojê ye. Ev destan dide xuyanê ku Kela Dimdimê ne bes kelehek e ku şer kir û çû. Ne bes serkêşiya mîrekî bû û çû. Ne bes mêrxasiya çend sed siwarî bû û çû. Kela Dimdimê serbilindiya kurdan berçav dike, fedekariya millet berçav dike. Kela Dimdimê şanî me dide, riya ku divê milletê kurd seraser bidê ser. Riya berxwedanê, serfiraziyê, ne riya bindestî û koletiya dijmin.

Çerxa dîroka Kurdistanê va ye, dîsa ketiye berxwedanê. Zaroyên Kawa, qehreman û egîdên Kurdistanê dîsa dîroka serfiraziyê dinivîsin, ala berxwedanê bilind û bilind dikin.

Va ye em di zindanan de qehremanên weke Mazlum Dogan, Mehmet Hayri Durmuş û Kemal Pir dibînin, di qada cengê de yên weke qehreman Mahsûm Korkmaz dibînin. Ji bervê, milletê kurd bawer e, wê bi ser bikeve û bêguman, wê Kurdistana serbixwe û azad ava bibe.

Jan Dost
1988-Kobanî

* Jêrenotên di vê çapa Avestayê de, hemî nû ne. Di çapên berê de nebûn. Da ku hin peyv werin zelalkirin min ew li vê çapê zêdekirine.



Jiyana lehengê vê destanê

Berî ku ez dest bi jînnameyê bikim, dixwazim ji xwendevanên hêja re bidim xuyanê ku çîroka Sînem û Dosto ne çîrokeke dîrokî ye û bi vî hawî Dosto, Sînem, Şêrgo ne kesên dîrokî ne û çîrok ji binî ve, min ji xeyala xwe çêkiriye.

Jiyana Mîrxan

Di pirtûka M. Emîn Zekî de, jiyana Mîrxan bi vî awayî hatiye danîn: navê mîr, mîrê Yekdest bû. Ew serekê êla Biradost bû (êla Biradost êlek ji êlên Mukriya ye). Mîr, berê xwe dabû osmaniyan, da ku alîkariya wî bikin di avakirina kelê de. Lê osmaniyan guh nedanê. Mîr rabû berê xwe da Şahê îranê, Şah Ebbasê yekem. Şah pir qedr û qîmet ji Mîr re girt û ew kire xan. Mîr rabû vegeriya û dest bi avakirina Kela Dimdimê kir.

Wezîrên hawîrdora Şah hemû Qizilbaş bûn û kîn ji Mîr girtibûn, ji ber ku Mîrxan kurd bû. Ez dixwazim ji xwendevanan re bidim ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues