La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mêhvanê kevirîn


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : , Istanbul
Préface : Pages : 376
Traduction : ISBN : 978-605-5279-58-5
Langue : Allemand, Anglais, Français, Italien, Kurde, RusseFormat : 110x200
Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mêhvanê kevirîn

Mêhvanê kevirîn
Aleksandr Sergêevîç Pûşkîn

don juan
versyona Pûşkîn bi
ûrisî-kurdî [kurmancî]
tevî deh wergerên, ji pênc zimanên ewropî.

 

 

 

 


ALEKSANDR SERGêEVÎÇ PûŞKÎN di 1799an de li Moskovayê hatiye dinyayê û di 1837an de li Sankt-Petersbûrgê, ji ber birîna dueloyê dimire. Ji aliyê bavê xwe ve digihîje malbatên arîstokrat yên ûris, ji aliyê diya xwe ve jî digihîje Îbrahîl Hannibal, koleyekî reş ku Siltanê osmanî wek diyarî dide çarê Rûsyayê; Peterê (Пётр-Pyotr) Mezin, ku wî ji xwe re dike şêwirmend û di dû re jî ewlad. Pûşkîn ku di zarotiya xwe de çi bigire qet ûrisî nizane (di wan deman de, zimanê  xwendin û arîstokrasiyê fransî ye), bi saya dadika xwe hînî çîrok û metelokên gelêriyên ûrisî dibe. Bi şiîr û çîrokên xwe hemû hemdemên xwe ‘ecêbmayî dihêle û hê di xortaniya wî de, gelek berhemên wî werdigerînin zimanên ewropî. Ji bilî çîrokên civakî û şiîrên efsaneyî, şano, opera û çîrokên gelêrî yên slavî ji bo zarokan dinivîse.

 


 

Pûşkîn Don Juan ango Mêhvanê kevirîn di 1930an de li Boldînoyê hatiye nivîsîn lê nade çapkirinê, cara yekem di nav berhemên wî yên giştî de, tevî hin nivîsên teze, di 1838an de tê weşandin. Di 1866an de Aleksandr S. Dargomîjskî ji vê şanoyê re operayekê dinivîse, her çiqas ji ya Mozart & Salieri (şanoyeka din a Pûşkîn) zêdetir ‘eleqeyê bibîne jî, di wan salên Rûsyaya tevlihev de gelek nayê ’ecibandin. Paşê Şoreşa Sovyetê lê xwedî derdikeve, şano û operayên teze jê dertînin. Wergera wê ya fransizî cara yekem di 1847an de, di dû re pêncên din, ya dawîn jî di 1994an de li Parîsê dertê. [Di destê me de şeş versyonên cihê hene, me li vir çar bi kar anîne.]. Îngilîziya wê di 1899an de û ya dawîn jî di sala 2000î de, bi almanî di 1840, 1855 û ya dawîn jî di 1999an de çap bûye. Di destê me de gelek versyon û wergerên din jî, wek îtalî [sê versyon] û versyoneke yûnanî (ku ji fransizî wergerandine) jî heye.


Ev werger/lihevanîna kurdî ji ber çapa rûsî ya yekem û ji ber ya nû hatiye wergirtin, herwiha bi operaya Dargomîjskî û şanoya Mêhvanê kevirîn [ji Trajediyên piçûk] û bi wergerên fransizî re jî hatiye miqayese kirin. Mebesta vê  lergerê/lihevanînê, ne wergerandin bi xwe, lê her wiha bi wergerên din re muqayesekirin e jî. Ji bo hêsankirina xwendinê, her rêzek li gor rêza xwe ya ‘eslî, ya ûrisî, hatiye rêz û jimarkirin, bi vî awayî li gor hejmara rûpel, sehne û rêzan, mirov dikare ji zimanekî biçe zimanê din.

Sacha Ilitch
Parîs, 2013




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues