JEAN POTOCKI Rêwîtiya Hafiz serpêhatiyeke rojhelatî werger ji fransizî, çapa ‘eslî, 1792-Varşova
"xêr wek ava esman e, lê eger hemû li ‘eynî cihî birije ewê ji xêrê zêdetir zerarê bide, eger ji hev biqete, bibe dilop û bibe baran, ewê bereketa xwe bide hemû deran.
JEAN POTOCKI Bi navê xwe yê giştî Jan Nepomucen Potocki Kont û nivîskarê polonî, di 1761an de li Pików, Polonyayê tê dinyayê & di 1815an de li Ukranyayê dimire. Piraniya berhemên xwe bi fransizî nivîsiye lê, bi zimanên din jî gelek wergerên wî hene. Di van salên dawîn de, çi bigre, hemû pirtûkên wî ji nû ve hatine çap kirin. Ev cara yekem e ku wergereke wî bi kurdî [kurmancî] tê amade kirin.