La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Șîn û șadî


Auteur :
Éditeur : Nefel Date & Lieu : 2002, Stockholm
Préface : Pages : 98
Traduction : ISBN : 91-89687-01-9
Langue : KurdeFormat : 150x230 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Șîn û șadî

Versions:

Șîn û șadî

Sebrî Botanî

Nefel

Xwendewarên rêzdar, dema kek Serbest Zaxoyî ev dîwan bi pîtên kurdî yên latînî çap kir, hingê ew nivîsîna kurdiya latînî baș fêr nebû, ji lewre çewtiyên nivîsînê gelek bûn. Û li pey dîtina babê min, ko nêzîk 300 çewtiyên çapê hebûn! Êdî ez piștrast im, ko çewtî di vê çapa çarê de nemane;  babê min dixwend û min dinivîsî û bi alîkarî û hevkariya me herduyan hêvîdar im ko çapa vê carê ji yên dî rêkûpêktir be.

Wek têt zanîn, ko babê min 1944-ê ji êla xwe »jêliyan« û hem jî ji malbata xwe »Temer« (Kurdistana Tirkiye û Sûriyeyê) dûr ket û xwe gehand Kurdistana Îraqê; bû endamê Partiya Hîwayê, pișt re bû endamê PDKê. Hingê ew xortekî pir xûngerm bû, ji lewre helbest dinivîsîn, nemaze ...



PÊȘGOTINA BEȘÎR BOTANÎ

Xwendewarên rêzdar, dema kek Serbest Zaxoyî ev dîwan bi pîtên kurdî yên latînî çap kir, hingê ew nivîsîna kurdiya latînî baș fêr nebû, ji lewre çewtiyên nivîsînê gelek bûn. Û li pey dîtina babê min, ko nêzîk 300 çewtiyên çapê hebûn! Êdî ez piștrast im, ko çewtî di vê çapa çarê de nemane;  babê min dixwend û min dinivîsî û bi alîkarî û hevkariya me herduyan hêvîdar im ko çapa vê carê ji yên dî rêkûpêktir be.

Wek têt zanîn, ko babê min 1944-ê ji êla xwe »jêliyan« û hem jî ji malbata xwe »Temer« (Kurdistana Tirkiye û Sûriyeyê) dûr ket û xwe gehand Kurdistana Îraqê; bû endamê Partiya Hîwayê, pișt re bû endamê PDKê. Hingê ew xortekî pir xûngerm bû, ji lewre helbest dinivîsîn, nemaze yên sanahî »wek helbestên stranan«, ew jî li ser rewșa wê demê dima. Îcar ez dixwazim rewșa wê demê baș deynim ber çavên hemî hêzên siyasî, yên ko ta niho pûte bi rewșenbîrên xwe nadin. Êdî hûn û bîranînek ji bîranînên babê min ko behsa »piștemêrê romê« dike. Ewî sala 1947-ê wesan nivîsî:

Nayifê Gundșêxî kevnecendirme bû, sala 1947-ê ji Sêrtê hat mala xwezûrê xwe li Mûsilê. Hevbîna me, mala xwezûrê wî û hemû xizm û nasyaran karê her șev bû. Eger em neçûna nik wan, tekez ew dihatin nik me. Me bê qam û bê sinûr pir pir ji hev hez dikir. Hingê her cihê ez diçûmê an çûbamê, bê xwendina helbestan venedigeram, lê ew helbest hemû jî xwehr, bêser û ber û nîvșkestî bûn, lê pa ji peyv û daxwazên pîroz dagirtî bûn.

Êvarekê, em li mala wan bûn, mêr û jinan li hundurê xênî ça û qehwe vedixwarin, serhatiyên xwe ji hev re vediguhastin, piçûkên 10 ta 12-salî li hewșê dileyistin, pașê min jî xwe kir hevalê wan û bi wan re leyist. Hêdî hêdî, min rahêla xwendina helbestan; min dixwend û zaroyan jî guhên xwe loç dikirin (vedikirin) û haya me ji bayê felekê nebû. Ji nișkê ve Nayîfê Gundșêxî li min heyitand û got:

— Hey gayê nêv golikan, ew tu çi dibêjî? Pa bi serê Șêx Șehwelî, Cimhûriyet pê bizane, dê te bê guh û gun bikin, pașê jî serserkî te hilawêsin û kesên guhdariya te jî kirine, dê di zîndana Sêrtê de birizînin. Hema zû ji ber çavên min here, dûrkeve!
Wî bi vê gotinê ez pir șkandim û min ji wan zaroyên hûr jî pir șerm kir. Ka çend ez hatim xwe, min bersivek baș peyda nekir! Piștî bîstekê min bi dengekî bilind bersiva wî da:

— Tu li binê dinyayê jî piștemêrê roma teres î! Heke tu ji wan bitirsî, tu bi kêfa xwe yî, lê tu çire zaroyên kurdan çavtirsandî dikî?! Gelo tu çima qelsemêr î, hem jî tirsonek û xiniz î?!

Dema min welê got, Nayifî serê xwe hejand û bi dengekî nizm got:

— Sebro, haya min ji te heye! Te jî zimanê xwe wek barzaniyan dirêj kir û dê pê mala me hemiyan kavil bikî.
Di dûmahiyê de, ez bi babê xwe pir serbilind im, ko ew di cengên birakujiyê de beșdar nebû, lê belê yekîtiya wan dixwest. Ji lewre hêvîdar im, ko ew ji rastî û helwêsta wî neenirin û hêrs jî nebin.

Stockholm, sala 1996-ê
Beșîr Botanî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues