La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dara gozê


Auteur :
Éditeur : Nefel Date & Lieu : 2002, Stockholm
Préface : Pages : 98
Traduction : ISBN : 91-89687-00-0
Langue : KurdeFormat : 150x230 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dara gozê

Dara gozê

Serdar Roșan

Nefel


Êvara newrozê, piþtî ko tariyê erd hilçinî, di saet heþtan de, li navenda tiyatroyê operaya Memê Alan dest pê kir. Li salonê cihekî tenê jî vala ne mabû. Li gel ko navenda tiyatroyê ciheke mezin e jî, cardin mirov dil dikir ko saloneke mezintir dê çêtir bana. Ji ber ev cara yekemîn bû ko destana Memê Alan li bajarê Amedê bi awayeke rêkûpêk li pêþ çavan mîna tabloyeke rengîn ko hunermendek rengên xwe li ser tabloyê bi sebir û diqet bi cih bike dihate vejandin.

Herçiqas êvara newrozê bi sedan kes li ber deriyê navenda tiyatroyê, ji bo ko bilêtek bi dest bixin civiyan jî, çi mixabin hêviya wan bi cîh ne hat. Ji xwe bilêtin vê þevê du meh berê xilas bû bûn. Dihate gotin ko vê carê peyayên bazara reþ, reþfiroþ bêkar mabûn.
Ez pir dilþikestî me, ji ber ko ez nikarim vê Operayê bi nivîsê, bi hemî huner û xweþiya wê û di wexta temaþekirinê de ew hestên bi mirovî re peyda dibin, bînim ziman. Lê belê gava mirovî temaþayî operayê dikir, mirov diçû dinya û jiyaneke din. Li wê dinyayê mêr hebûn bi xof û heybet ...



NAMEYEK JI BIRCÊN AMEDÊ


Biracan,
Belê, newroz îsal ji salên berê guhertî hate pîrozkirin. Çend meh berê Belediya Diyarbekirê li ser daxwaza rûniþtvanên bajêr biryar dabû, da ko newroz bi þêweyeke dewlemend bête pîrozkirin. Vêca ez dê li gorî ko zimanê min bigere, taqeta min ya nivisînê dest bide, ji we re þahî û þêweya pîrozkirina newroza îsal binîm ziman. Bi nivîsê, bi kelîmeyan liberçavraxistina þahiyên newrozê bi hemî xweþî û rengan di vê nameyê de dijwar e. Lê ji ber xusûsiyeta namenivisînê van rêzên han dinivîsim. Heke paþê wextê we hebe û hûn li fîlmên þahiyên newrozê temaþe bikin, hûn dê têbigêhin mebesta min çi ye.

Ez dixwazim þahî û pîroziyên vê rojê di bin çend xalan de nîþan bikim. Li vir ev tiþtên, ez dê ji bo we bînim ber çavan ne yên ko tenê min bi xwe dîtine, herweha þahiyên ko li cihên din çêbûne jî bi rêya hevalên xwe ez dê ji we re diyar bikim. Bêî ko dirêj bikim û serê we biêþînim, de ka werin em bi hev re rasterast herin temaþeya operaya Memê Alan.

Êvara newrozê
Êvara newrozê, piþtî ko tariyê erd hilçinî, di saet heþtan de, li navenda tiyatroyê operaya Memê Alan dest pê kir. Li salonê cihekî tenê jî vala ne mabû. Li gel ko navenda tiyatroyê ciheke mezin e jî, cardin mirov dil dikir ko saloneke mezintir dê çêtir bana. Ji ber ev cara yekemîn bû ko destana Memê Alan li bajarê Amedê bi awayeke rêkûpêk li pêþ çavan mîna tabloyeke rengîn ko hunermendek rengên xwe li ser tabloyê bi sebir û diqet bi cih bike dihate vejandin.

Herçiqas êvara newrozê bi sedan kes li ber deriyê navenda tiyatroyê, ji bo ko bilêtek bi dest bixin civiyan jî, çi mixabin hêviya wan bi cîh ne hat. Ji xwe bilêtin vê þevê du meh berê xilas bû bûn. Dihate gotin ko vê carê peyayên bazara reþ, reþfiroþ bêkar mabûn.
Ez pir dilþikestî me, ji ber ko ez nikarim vê Operayê bi nivîsê, bi hemî huner û xweþiya wê û di wexta temaþekirinê de ew hestên bi mirovî re peyda dibin, bînim ziman. Lê belê gava mirovî temaþayî operayê dikir, mirov diçû dinya û jiyaneke din. Li wê dinyayê mêr hebûn bi xof û heybet ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues