La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîyayê Agirî

Auteur :
Éditeur : Çanda kurdî Date & Lieu : 1990, Stockholm
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 91-861-46-31-9
Langue : KurdeFormat : 130x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1114Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîyayê Agirî

ÇÎYAYÊ AGİRÎ

Li navsera çiyayê Agirîyê di bilindahiya çar hezar û dused mîtroyan de, bi navê Gola Kûpê, goleke biçûk heye. Gol di kûranî dê ye û firehiya wê bi qasî cihê bênderekê ye. Ne gol e çal e. Çarmedora golê ango çal ê bi kevirên birqonekî sor û wek devê kêrê tûj hatiye pêçandin. Di nav axa qehweyî de a ku ji aliyê zinaran berbi sarincê teng dibe û tê, şivarêk çêbûne. Li ser axa rengxwedî cîh cîh çîm şîn bûne. Piştî wê, şînayiya golê destpêdike. Ew, ne mîna şînayiyên din e. Li tu avan û li tu şînaniyan, şînayiyeke ûsa nehatiye dîtin. Şînekî tarî nerm û qedîfeyî.

Hersal gava berf dihele, bihar destpêdike, û li çiyayê Agirî tezebûnekî mezin bejn dide, dora golê bi kulîlkên kin û qalîn ên ku ji bin berfê derdikevin, dixemilin. Rengê kulîlkan heya tu bixwazî birqonek in. Biçûktirîn kulîlk jî, li wir di rengê xwe de, wek ronahiya rengan ji dûr ve, şîn, sor, zer û mor dibiriqe. Û bihneke giran difûrîne. Ji ava golê a şîn û axa qehwerengî bihnek difûre ku meriv pê beheş dikeve. Ji dûr ve, ew bêhn tête pozê merivan.

Û hersal gava li çiyayê Agirî, bihar têt, bi kulîlkan, bi axa qehwerengî, bi bêhn û rengê xweş ve, şivanên çiyayê Agirî ên çeleng çavreş û çavxemîn û girs jî bi tiliyên xwe ên zirav û dirêj radihêjin bilûrên xwe, û tên ser gola Kûpê, li bin zinarên sor, li ser axa qehwerengî û li ser pişta bihara hezar salî, kulavên xwe radixînin û li çarmedora golê rûdinin. Hîna beriya ku tîrêjên rojê bavêjin di bin çurusîna ronahîya stêrkên Agirî ên kombûyî de bilûrên xwe ji milên xwe dadixin, dest bi lêdana strana hêrsa Agirî dikin. Ev ji berbangê heya roj diçe ava dem dike. Di vê navberê de, tam dema ku roj diçe ava çûkekî biçûk, mina berfê sipî li ser golê difire, doş dibe. Çûk zirav û dirêj e û dûrvê hechecikê dide. Li ser golê pir bi lez dizîvire, li ser hev xelekên sipî û dirêj çêdike. Ew xelekên sipî têl têl dikevin nav şînayiya golê. Dema roj diçe ava bilûrvan dev ji lêdana bilûrê berdidin, bilûran davêjin ser milên xwe û radibin. Çûkên ku li ser golê difire jî, bi hemî hêza xwe, wek brûskê xwe bera ser avê dide. Baskên xwe li ava şin dixe, radibe û bi wî awayî sê caran dikeve avê û derdikeve. Piştre jî difire û diçe, ji ber çavan wenda dibe. Piştî çûyîna çûkê, Şivan ji bêdeng yeko-yeko, dudo-dudo ji golê bi dûr dikevin û di nav tariyê şevê de winda dibin.

Ji êvarê ve hespekî boz li devê deriyê Ehmed rawestiyabû. Stuyê xwe dirêj kiribû, bi firnikê pozê xwe ê fireh mina ku textê deriyê ku cîh cîh qelişî bû, bîhn dikir. Berî herkesî, Sofiyê rîh sipî û rîh dirêj ew hesp li ber deriyê Ehmed dît. Li ser pişta hespê zînekî çerkezan ê bi zîv neqişandî hebû. Zengûyên wî bi zîv neqişandibû. Sofî bi xwizika pişta xwe berbi hespê ve çû û nêzîkî wî rawestiya.

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues