La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Elfabêyakurdî, bingehên gramera kurdmancî


Auteur :
Éditeur : Doz Date & Lieu : , İstanbul
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 975-6876-08-5
Langue : KurdeFormat : 150 x 230 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Elfabêyakurdî, bingehên gramera kurdmancî

Elfabêyakurdî, bingehên gramera kurdmancî

Celadet Alî Bedir-Xan

Doz


Elfabêya kurdî ji sih û yek herfan hevedudanî ye:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Herf di dengdayiyê de du texlît in: dengdêr û dengdar.
Dengdêr ew herf e ko dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdikeve û dengê dengdaran derdixîne.
Dengdar ew herf e ko dixwedeng e, lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîkariya dengdêrê dernakeve.

Di zimanê kurdî de heşt dengdêr hene:
a, e, ê, i, î, o, u, û
Lewra ko di dengdaniya kurdî de dengdêrek geh kin û geh drêj nabe, dengdêrên kurdî di drêjahiya dengên xwe de sersekinî ne: kin û drêj in.

.....



PÊŞGOTIN


Mîr Celadet Alî Bedir-Xan (1893-1951) mîrê kirmanciya modern e. Bi xêra wî, kirmanciya îro, ta dereceyekê, gihaye qunaxekê ko mirov dikare jê re bibêje qunaxa wekêkiya kirmanciya nivîskî.

Heger mîr Celadet Alî Bedir-Xanî di nîvê pêşiyê yê vê sedsalê de, bi zanîn û mahirî, elfabeyeka serast û lihevhatî danemezirandiya dê kirmanciya nivîskî di bin xeter û tevliheviyê de bûya û nedigiha qunaxa pêşketî ya îro.

Jinûveçapkirina Elfabêya kurdî û Bingehên gramera kurdmancî ji ber sê binasan giriftg e: 1) naskirin û fêrbûna elfabeya kurdiyê ko mîr Celadet Alî Bedir-Xanî bingehên wê danîne, 2) rêlibergirtina dijminên elfabeyê û 3) fêrbûna gramera kirmancî bi ravekên kirmancî.

Ji vê kitêba di destên we de diyar dibe ka mîr Celadet Alî Bedir-Xan di damezirandina elfabeya kurdiyê de çiqas sexbîr û mahirê karê xwe bûye. Wî gelek ziman û elfabeyên biyanî dizanîn û ew bi hemî zanîna xwe serdest û raserê denganiya zimanê kurdî bû. Mîr Celadet Alî Bedir-Xan ji 14 salan pirtir li ser elfabeya kurdiyê xebidye û ew li gor denganiya zimanê kurdî edilandiye. Wî dengên hemî zaravayên kurdiyê baş nas dikirin û baş dizanî ka çi birha (tehsîra) denganiya zimanên biyanî li denganiya kurdiyê bûye.

Bo nimûne ew di elfabeya kurdiyê de dengê »u«-yê wekî dengekê biyanî dide zanîn û bi ravekên bereqil izbat dike ko di kurdiyê de eslê wî dengî »wi« ye, yanî eslê bêjeya »kirmanc«-ê »kwirmanc« e, lêbelê paşê ev deng, »wi«, li hinek deveran nêzîkî êk bûne û bûne »u« yanî »kurmanc«, li hinek deverên dî jî »w« ketiye û »i« maye, yanî »kirmanc«.

Herwiha mîr Celadet Alî Bedir-Xan bi dûr û dirêjî li ser dengê »i« û »î«-ya kurdiyê rawestaye û gotiye ka çima wî ev deng bi van herfan nîşan kirine.

Di van salên dawiyê de hinek kurd dijayetiya herfên »i« û »î«-yê dikin û dibêjin em van herfan bikin wekî yên drkan. Gava ko xwendevan vê kitêbê bixwînin dê bibînin ko ti bingeh ji dijayetiya wan kesan re nîne.

Bi minasebeta vê minaqeşeyê min jî nivîsareka dirêj nivîsandiye û ew di dawiya vê kitêbê de wekî servehî çap kiriye.
Mîr Celadet Alî Bedir-Xanî elfabeya kurdiyê parçe-parçe di »Hawarê« de weşandiye û paşê jî ew wekî kitêbok derêxistiye. Pişd ko wî elfabeya kurdiyê wekî kitêbok derêxistî jî hinek parçeyên dî di »Hawarê« de weşandine.

Ev kitêba di destên we de ji hemî parçeyên ko di »Hawarê« de hatine weşandin pêk têt. Di dawiya parçeya 15-ê de (»Hawar«, hjm. 23) wî »dûmahîk heye« nivîsandiye lêbelê min li ti deveran ew »dûmahîk« nedît.

Parçeyên elfabeya kurdiyê di van hejmarên »Hawarê« de hatine weşandin: 1-12, 17-18 û 23

Herwiha mîr Celadet Alî Bedir-Xanî »Bingehên gramera kurdmancî« jî parçe-parçe di van hejmarên »Hawarê« de weşandiye: 2-7-35» 37. 40, 42-48, 50-51 û 53-54

Heta niho gelek kitêbên gramera kirmaciyê hatine nivîsandin lêbelê hertim ew bi hinek zimanên dî hatine rave kirin. »Bingehên gramera kurdmancî« kitêba pêşiyê ye ko ravekên wê jî bi kurdî ne. Ji lewra em dikarin bibêjin ko mîr Celadet Alî Bedir-Xan di vê rêyê de jî pêşengê me ye û her û her emê minetdarên wî bin.

Wekî ko xwendevan dê ferq bikin »Bingehên gramera kurdmancî« ne dmam e, hemî beşên gramerê tê de nînin. Bo nimûne beşa lêkeran, ya hokeran, ya daçekan, ya hevoksaziyê û hinek beşên dî jê kêm in. Digel vê jî kitêb bi serê xwe şaheserek e û divêt li ber destê hemî kurdên xwendekar û zimanzan hebe.

Jixwe gramera kamil ya kirmancî, paşê, ji aliyê Roger Lescotî ve bi ravekên fransî hatiye çap kirin. Ew berhem (Grammaire kurde - dialecte kurmandjî) berhema mîr Celadet Alî Bedir-Xanî ye. Mixabin heta îro jî ew nehatiye wergerandin bo kirmanciyê.
Min guhortin di tekstên mîr Celadet Alî Bedir-Xanî de nekirine û xwestiye ev kitêb, wekî ko heye, bigihît destên xwendevanan.
Nêveroka ko di destpêka vê kitêbê de ye min lê zêde kiriye û herwiha min sernivîsên beş û nêvbeşan ji nû ve estetlze kirine. Min sernivîs ji rêzên tekstan derêxistine û danîne rêzeka xweser. Bi vî awayî xwendina tekstan hêsanîtir dibe.

Stockholm, 1 5-ê îlona 1998-ê
Arif Zêrevan



Elfabêya kurdî

Elfabêya kurdî ji sih û yek herfan hevedudanî ye:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Herf di dengdayiyê de du texlît in: dengdêr û dengdar.
Dengdêr ew herf e ko dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdikeve û dengê dengdaran derdixîne.
Dengdar ew herf e ko dixwedeng e, lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîkariya dengdêrê dernakeve.

Di zimanê kurdî de heşt dengdêr hene:
a, e, ê, i, î, o, u, û
Lewra ko di dengdaniya kurdî de dengdêrek geh kin û geh drêj nabe, dengdêrên kurdî di drêjahiya dengên xwe de sersekinî ne: kin û drêj in.

Dengdêrên kin: e, i, u
e der / șer / ser
i kin / din / bin
u kurd / kur / kul

Dengdêrên drêj:
a av / sar / bar
ê dêr / șêr / mêr
î tîr / zîv / șîv
o dor / sor / kor
û kûr / șûr / dûr

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues