La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Stranên Mihemed Șêxo


Auteurs : |
Éditeur : Aso Date & Lieu : 1994-01-01, Beirout
Préface : Pages : 106
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 165 x 235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 3869Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Stranên Mihemed Șêxo

Stranên Mihemed Șêxo

Beha Șêxo,
Qado Șêrîn

Aso


Ey felek bo te dinalim bo çima nêrgiz çilmisîn
Ew çima bextê me ho ye em bêdost û bêkes in

Kê dihêt, ma kê dihêt, ew roja min û hewe dît
Kanîka arî bizêt jê vexun çema bivêt

Agirê sar û vemirî çav me lêt yê geş bibît
Ew buhara hatiye kuştin çav me lêt yê xweş, bibît

Bedir Xan Sindî



Diyarî
'Keç û xortên ji Mihemed Şêxo hez dikin û
yên li deng û awazên Wî guhdarî dikin'
Diya Felek, Felek, Brahîm û Birûsk.


PÊŞGOTIN


Bê guman Mihemed Şêxo yek ji stranvanên yekemîn e di Kurdistanê de. ew berî her tiştî mirov bû û bi hesanî xwe berda dilê kesê kurd, wek dengê req' reqa tavan û şewqa birûskan, deng û şewq daye her çar perçên Kurdistanê dengê wî yê tije pêwendî û gotinên wî yê tijie wate hêjabûn ku wî di dil û ahengên kesên kurd de biçînin.

Ew alek bilinde di asîmanê Kurdistanê de, çimkî wî dizanîbû çawa û bi çi rengî bistrê, wî ahenga kesê kurd xweş dinasî û û ji bo wisa bi vî rengê bêzar stra û ev reng ji xwe re kiribû dibistanek, di her çar perçên kurdistanê de mirovek nîne ku wek wî bi vî rengî kare bistrê yan jî dibistana wî bibe serî.

Wî dizanî ku stran nimêjek bê dawîyê yan jî xizmetek be dawiyê ji miletekî weke miletê wî re ku nav û bîra wî bi xwîne, wî ji hemû çaxan re straye, nemaze ji yên ku kul û xemên wî hebin û bi taybetî yên evîndar.

Tenê bi stranan me rê nêzîkî yezdanê dilovan û dilê miletê xwe ye çimkî nimêj û stran me re ji gunehan dison ev stranên ku me nivîsîne tev yên wî ne, wî yek strana xeyrî xwe ne gotiye, lê ku gotibe jî wî nexistiye kasêtan de û bi navê xwe belav nekiriye. Dibe di civatekê de, di ahengekê de stra be û yên li dora wî ew stran tomar kirbin wek "Aso", "bi hêre destar" "çava kilke ke dolab gcrand" û me jî ev stran çap ne kirine û stranin folklorî jî strane wek "Narîn" lê me ew jî ne nivîsîne stranên ku me nivîsîne tev yên wî ne û binavê wî hatine top kirin, kî straneke ji van stanan bêje çi niha be çi piştî hezar salên din be gerek bide xuyanî kirin ku ev stran ya hunermendê mezin "M. Şêxo" ye û ji bo miletê me jî zanibe vî tiştî û dil rastî bikeve karê me yê hunerî de.
Me ev pinûk çapkir ne tenê ji bo vî tiştî, belê gelek sedemên din jî hene, yek jê gotinên helbestên ku wî neqandine ji stranên xwe re behtirên wan ji yê guhdar re ne kedîne û gelek gotinên biyanî jî di staranên wî de hene ku yê guhdar bi carekê ne bihîstine û dema lê guhdar dike bi şașitî pê re dibêje û sedemek din jî heye ku eve awazên wî gelek caran gotineke dikin du perçe û yê guhdar di vir de jî .şaş dibe ku gotina rast binase.

Me ev pirtûk çap kir ji ber ku gerek çap biba, gelek kesan ji me re digotin "Em gelek gotinên wî fam nakin(tê nagihên)û em dixwazin zanibin bê çi dibêje" daxwazek fireh bidû çapkirina vê pirtûkê de hebû û ev tiştekî gelekî biçûke ku me ji hunermendê xwe yê mezin "M. Şêxo" re kirye û ji kesên ku ji deng û awazên wî hez dikin. Ji bo em bêhtir zanistîbin di vî karê xwe de, hinin stran hene wek "Hebes û zindan" "Di baxan dil" Eman dilo" di hevpeyvîna ku min bi Mehmnûd Ezîz" re kir ji min re got:" Ev stran yê min in û M. Şêxo ji min girtin û stran lê piştî ku min hevpeyvîn bi Ûsif Berazî' Bê Buhar re kir wî ji min re gote "Ne wisa ye ev stran bêhtirên wan, gotin û awaz yên min in û hinin yên Cegerxwîn û awaz yên "M. Elî Șakir in û herdiwan "yanî M .Şêxo û M. Ezîz" di demekê de, bi hev re ev stran strane di 1969 1970 " li Libnanê" lê M.Şêxo behtir heqê wan daye wan û wî ji "M. Ezîz bêhtir ev slaran xweş kirine û ji bo wisa ev stran bi navê M. Șêxo" hatine nas kirin û belav kirin" ji bo vî tiştî min hevpeyvîn bi gelek kesan re kirin, ji yên ku di destpcka wî de pê re bûn li "Libnanê" wek Remedan Necîm Omerî "bêbuhar' Mihemed Elî Şakir 'M. Ezîz 'Perwîn" Sûriya Mele Ehmedê Husyenî û tevan ji min re gotin "M Şêxo" hunermendekî pir mezine û ev stran herdwan strane lê bihtir bi navê "M. Şêxo hatine nasîn.

Di cîhana helbestê de "M. Şêxo" ji xwe re dibistanek ava kiriye. Dibistanek taybetî bi xwe û di Kurdistanê tevî de tu dengbêjî stranek tenê ne gotiye û wî mûsîqa kurdî pir pir li pêş xistiye û ji bo wisa wê ev nemir bimîne stranek bê dawî heskirineke bê dawî di dilê miletê xwe de û wê pêre bijî ta û ta hunermeindê wisa yê ku gelek caran ketiye zindanan û lêdan xwariye ta ku tu bêjî' ta ku gorên wî bi goştê lingên wî ve zeliqî mane bi deh rojan, ji lêdana pir hingî ku behwerya wî bi netewa miletê wî xurt bû û hingî ji xwe razî bû û ji ya xwe ne dihat xwar ta ku serê wî jêkirina û ji bo wisa ew sergon kirin "Îranê" û li wir jî "Savakan" dev jê neqeriyan. Lê ew jî dev ji stranan neqeriya, hunermendên wisa tucarî namirin û wê bimînin sax di dil û dîroka miletê xwe de me dixwest em li ser jiyana wî bi firehî binivîsînin lê hîn jî em di danheva jiyana wî de dixebitin, lê yê ku bixwaze kurte jiyana wî binase bera vegere kovara zanîn jimara 4 min te de kurte jiyana wî nivîsandiye.

Bi rastî " M Șêxo" bêhtirên stranên xwe di deftera xwe de û bi tîpên Erebî nivîsîbûn û yên mayî jî birayê wî "Beha Şêxo" nivîsîn û min dighehertin tîpên latînî me dijwariyeke dît di nivîsandina van stranan de nemaze di yên ku di dîwanên helbeslvanan de me ne dîtin, lê birayê wî hunermend "B.Şêxo westabû ta ku ji kasêta girtin.

Wî ji helbestvanên her çar perçên Kurdistanê re straye, wek Bedirxan Sindî, Cegerxwîn, Tîrêj, Sebrî Botanî, Ehmedê Namî, Bêbuhar, Ehmedê Şêx Salih, Rêncber.. û wî helbestê wan neqandine neneqandin tu dibêjî qey helbestvanekî tenê ev qas stran jê re nivîsîne, helbet deng û awazên wî ev reng ji helbestê de dixwestin, û weke wî straye me stranên wî nivîsîne ne wek ku di dîwanan de hatine çapkirin û di bin her helbestê de me navê nivîskarê wê nivîsîye, ya ku me nizanîbû ya kê ye me vala hiştiye da em ji xwendevanan bi hêvîne ku zanibin ev stran yên kêne ji me re bişînin da em di kovarek kurdî de belav bikin ji bo ve ye xwendevan navê helbestvan li bin stranê binivîsîne.

Di baweriya min de awaz tev yên wî ne, ji ber ku awazên wî tev nêzîk û mînakî hev in û li gelek deveran straye li Sûryê, li Iraqê, li Îranê, li Libnanê û tu awaz van pê re tune bûn.

Gerek ev stran note kirîbana lê me kesek nedît ku karibe wan bi newitîne û yê ku me dît ku wê bi kêrî vî karî tê em di derîkî teng da girtin û ba da bêrîka xwe lê dipêşrojê de wê tev bêne note kirin û wê çapek nû bi wan derkeve ji bo ev stran bimînin ta û ta û "M.Şêxo" jî bibe çiyak di meydana strana kurdî de, dawî gelek rehme li gora pêxemberê strana kurdî û cihê wî buhușta mayî ye, çimkî ew jî pêxemberek e.

Qamişlo
22. 08 1994.
Qado Şêrîn




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues