La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hey Gerîlla


Auteur : Medenî Ferho
Éditeur : ABeCe Date & Lieu : 1994, Bruksel
Préface : Yaşar KayaPages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x205 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3389Thème : Poésie

Hey Gerîlla

Hey Gerîlla

Sal 1947, li hêla Torê, li gundê
Mizîzexê hatim cîhanê. Mamostayî
ya heft salan, heşt cara sirgunî
bi xwere anî. Û dadgeh!...
12 Adar, li Amedê hatim girtin.
1973, li Stembolê bûme rojnamevan.
Weşanxana ABeCe jî vekir,
12 Êlunê hatim girtin. Heya 1987
domand... Zor û zehmetî û
perçiqandin nayê hed û heseba.
Cih û war!.. Roma reş mal û
mewdanê min pirr talan kir.
Qet ji hêviya serfiraziya gelê xwe
dur ne ketim. Îro jî,
dijwariya min, mina helbestê min
ji dil berdewam e.

 

Pêşgotin

Birayê delal Medenî FERHO, rojekî helbestên xwe hilda û hate cem min, hezdikir ku pêşgotina pirtûka wî ez bi nivîsim: Ez gelekî kêfxweş bûm. Car carna kalikî û pîrîtiya mirov jî xweş e. Gelek heval û rêheval qedrê rûsipiyên xwe digirin û wana datîne cîyê  pîsporan. Lê belê ev jiyaneke xweş e. Êdî ez bawerim ku ez jî rûsipî me. Heval, min wisa dibînin.

Min bi helbasta çavên xwe vekir, Hinek Tirkî bûn, hinek jî Kurdî. Helbest bîna gula ne, dengê jiyanê ye, dengê şoreşê ye, evina dilan e!... Di edebiyata hemû gelî de cîyekî helbestan cîyekî bilind e.

Agir bi Kurdistanê ket
Li wira dikê hawara dil
Li bax û bostana ket
Maye du bulbul jê rû dil

Dûr û nêzîk meriv dikarê bêjê ku ew welatparêzê hêja, îro agirê bi Kurdistanê ketiye di wan rojên tarî de dîtibû.

Seydayê Cîgerxwîn dibêjê:

Navdare welatê te hemî merkezê ceng e!
Herkes bi me zanî bi xwe Kurd şêr û piling e
Hawîr xwe temaşeke binêr gazî û deng e
Hey hey qehreman milletê Kurd rabe dereng e!.

Di van rojê tarî de, li Kurdistanê helbestvanê ku dengê welatparêziyê bi helbestan bilind kirine, wana welatparêzî û jiyana gel çi ye, hînî me kirine. gelek şaîrên Kurda îro ji bo me bû ne dîroka welatparêziyê û jiyanê. Hêvîyên gelê  Kurda jî, ji şaîrên hemdemî jî hewqasî zêde hene. Ji seydayê mezin Ahmedê Xanî de heya vê gavê. Gelê Kurd hêviyên pir mezin ji şaîrên hemdemî dikê. Ber ku, helbesta me jiyana me ye. car cara Memê Alan e, Xacê û Siyabend e, Mem û Zîn e, Evdalê Zeynikê ye, Derwêşê Evdî ye, Felîtê Quto ye, Keliha Diyarbekir a xopan e, Gola Wanê ye, Çiyayê Sîpana xelatê ye, Deşta Rewanê ye, Desmaleke sorgevez e!... Car cara jî, Şêx Mehmûdê Berzencî ye!... Li Mehabatê bi rûwê xwe yên sipi Qazî Mihemed e, .Şêx Seîdê kal e, Elî Şêr e, li dêrsimê Seyît Riza ye!... Li ser sê pê azadî û xelasbûna Kurdistanê ye. Hêstirê çavên bûkan e!... Zindan e!... Dadgeh e!... Xwîna şehîdan e!... Kawa ye, Kemal Pîr e, Mazlum Doğan e!... Li çiyayê Kurdistanê şoreşger in!... Kûlîlk e!... Berf e!... Bager e!... Berfîn e!... Bahar e!... Gul û sosin e!... Zozan e!... Her tim jiyan e!... Berxwedan e!... Rabûna ser piyan e!... Şer e!... Têkoşîn e, rizgariya xelasbûnê ye!... Li çiyayên me mij û moran e!... Kendal e!... Mirin û mayina xortan e!... Morî û mircan e, di gerdena bûkan e!... Bazinekî zêr e, xemla bûkan e!... Belê helbest Kurdistan e!...

Helbestên Kurda îro, Botan e, Amed e, serhildan e!... Li a1iyê Elegezê, Kupqiranê. li Bazîdê  şerê mêrxasan e!... Keçê Kurda ne, gerilla ye!... Gerilla yên Kurda ne!... Çiya yên me ne!... Serhed e!... Serbilind e!... Eşqa dilê min e!... Dicle û ferat e!... Ya Ahmedê Xanî ye, Melayê Cizîrî ye!... Serxwebûn e!... Berxwedan e!... Sed Mem û Zin e!... Ronekbîrî zor û zehmet e. Ji bo Kurda, 1i ser reya wan mirin heye, zindan heye. Rewşenbîrên Kurda bi lingekî 1i mirinê, bi lingekî li mayinê ne. Welat li pîyan e, ceng e, şer e, agire jiyana me di nav wî agirê şoreşê de bi dengekî, bi şewtekî, bi rêçekî, bi çirîskekî, em tune bin nabê.

Agirê azadî û serbestiyê bi çiya ketiye. Zewî, gelî û zozan tev di şuxulin. Şewqê daye dilê xort û qîzan. Ki dikare di roja îro de vî agirî ne bîne? Salên zor û zehmet ji par re man, em niha li ber çemî ronahî û serxwebûnê ne. Seydayê mezin Melayê Cizîrî na beje?

"Em Dîcle û Ferat in lê feyza me weke Nîl e"

Li ber gelek seyda û zanayên Kurda yên gorbehişt, ez dikarim bêjim, hûn bê xem razin, agirê azadî û serbestiyê ji Suphan, ji Tandurekê heya Mehabatê, heya Silêmaniyê, heya Urmiyê bigirin heya çiyayê Şengalê dişuxilin: Ya azadî ya miriin!...

Yaşar KAYA
20. 08 1994 Bruksel

Medeni Ferho

HEY GERÎLLA

Weşanên ABeCe
ABeCe yayınları
Weşanên ABeCe : 4
hejmar : 4

Çap 1994
Adres : Brusselsesteenweg, 638 1731 Zellik (Asse) BELCIKA

Pergala berg û rûpelan: ABeCe

D/1993/6605/4

MEDENI FERHO
hey gerîlla
helbest

Pirtûkên medeni ferho

Toprağın Türküsü -helbest/bi Tirkî
Kaytan Osman  -çîrok/bi Tirkî
Mapusluk Gerçeğim  -helbest/bi Tirkî
Hades Iş Başında (Yaşam Tutsak
Ben Tutsak)  -romana girtin û
perçigandinê/bi Tirkî
Beranê Kozî  -çîroka dirêj/bi Kurdî
Hey Gerîlla  -helbest/bi Kurdî
Berxwedan Jiyan e  -mîtolojîk/bi Kurdî
Mîrza Mihema  -mesele/bi Kurdî

bo bîranîna
wan xweşmêren li serê çiyayên Kurdistanê
bi xwîna xwe
û wan xweşjinên li
kolanê welatê biyanî
bi agirê li ser bedena xwe
helbestên herî mezin
di nivîsin

Min kir û nekir, ji nava
mêjiyê min, germ û şewata
azadiyê der neket. Ber ku
tovê azadiyê jiyan e.
Hiseynê FERHO

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues