Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêviya gel, hejmar 25-26


Nivîskar :
Weşan : Compte d'auteur Tarîx & Cîh : 1989, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 16
Wergêr : ISBN :
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 210x295 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. Tr.Mijar : Siyaset

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Hêviya gel, hejmar 25-26

Versions

Hêviya gel, hejmar 25-26

TSK

Compt d'auteur

Roja 13 Tîrmeha 1989'an li paytextê Avusturyayê li Viyanayê, Sekreterê Partî Demokrat a Kurdistana Iran (PDK-Î) Dr.Abdurrahman Qasimlo, berpirsîyare wan yê Ewrûpa û endamê mekteba sîyasî Abdullah Qadirî-Azar û Kurdekî endamê dersdarê Zanîngeha (unîversîta) Viyanayê Dr.Fazîl Resul, ji aliyê hukûmeta Iran ve bi awayeke bebextî û beşerefî hatîn şehid kirin.

Wek têt zanîn, di ruxandina hukma faşî ya Şahe Îranê de gelê Kurd, roleke girîng sitand û li hember hukma faşî şer kîr. Piştî ku şah ket û Xumeynî li Irane hat ser hukûm, di bin peşengîya PDK-Î de daxwazên gelê Kurd yê "Otonomi ji bo Kurdistanê û demokrasî ji bo Îranê", ji alîyê hukma melan ve nehat qebûl kirin. Ji ber van sedeman e ku ji sala 1979'an vir de, li Kurdistana Îranê, di navbeyna Kurd û hukûmeta Iran ...



Karkerên hemû welatan û gelên bindest yek bin!

SEKRETERÊ PDK-Î DR. ABDURAHMAN QASIMLO Û HEVALÊN WÎ BIBÊBEXTÎ HATIN ŞEHÎD KIRIN

Roja 13 Tîrmeha 1989'an li paytextê Avusturyayê li Viyanayê, Sekreterê Partî Demokrat a Kurdistana Iran (PDK-Î) Dr.Abdurrahman Qasimlo, berpirsîyare wan yê Ewrûpa û endamê mekteba sîyasî Abdullah Qadirî-Azar û Kurdekî endamê dersdarê Zanîngeha (unîversîta) Viyanayê Dr.Fazîl Resul, ji aliyê hukûmeta Iran ve bi awayeke bebextî û beşerefî hatîn şehid kirin.

Wek têt zanîn, di ruxandina hukma faşî ya Şahe Îranê de gelê Kurd, roleke girîng sitand û li hember hukma faşî şer kîr. Piştî ku şah ket û Xumeynî li Irane hat ser hukûm, di bin peşengîya PDK-Î de daxwazên gelê Kurd yê "Otonomi ji bo Kurdistanê û demokrasî ji bo Îranê", ji alîyê hukma melan ve nehat qebûl kirin. Ji ber van sedeman e ku ji sala 1979'an vir de, li Kurdistana Îranê, di navbeyna Kurd û hukûmeta Iran de şereke bêhempa dihat domandin. Şere rizgarîya gelê Kurd li Kurdistana Îranê bi giranî di bin peşengiya PDK-Î dihat meşandin.

Dr. Abdurrabman Qasimlo jî, di sala 1971'an de di Kongra Sêyemîn a PDK-Î de bû sekreterê giştî yê Partiyê û vî karê xwe yê giranbiha ta roja şehidketinê berdewam kir.

Di van salên davvîyê de Dr. Abdurrahman Qasimlo, car caran derdiket dervayê welat, li Ewrûpa digerîya, di warî diplomatik de ji bo sitandina piştgirîya raya giştî ya navnetewî xebat û têkilîyên piralî dimeşand. Di van demên dawîyê de ji bo lihevhatin û çareserkirina mafê gelê Kurd, li ser pêşniyarên hukûmeta îrane, di demên cûre cûre de heyetên îranê û heyetên Qasimlo, du caran hatibûn ba hev, peyîvîbûn û di vê civîna davvîyê de jî, Qasimlo, Abdullah Qadirî û Fazil Resûl, ji alîyê heyeta îranê ve di civînê de bi qomployê û bi avvayekî bêbextî û bêşeref hatin şehîd kirin.

Cenazên heval Avdurrahman Qasimlo û Abdullah Oadirî, di roja 20'ê Tirmeha 1989'an de li bajarê Parîsê li qebristana "Père Lachaise" ku ji bo şehîdên şoreşê û azadîyê amade bûye, hatin defin kirin. Der dora 3000 kes, li meydana "Place de la République" civîyan û ji wir ta qebristanê digel cenazan meşîyan. Di ve meşê de Kurd, Tirk, Fransiz û bîyanîyên din beşdar bûn. Yekem car bû ku ji her beşên Kurdistanê hemû rexistinên Kurd digel hev meşîyan. Di vî vvarî de tabloyeke gelek baş çêbû. Di meşa cenaze de ji bilî rîxistinên Kurd û Tirk, wezereta Kultur a Fransa, sazgehên navnetewî wek Yekitiya Diktoran, Rexistina Efwê, Sazgeha Mafê Mirovan û hwd. beşdar bûn û li ser qebristanê axaftin kirin û li ser xebat û tekoşîna Kek Qasimlo û Abdullah Qadirî rawesta.

Di cenazê şehîdên nemir Qasimlo û ...




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar