HAYADARÎ Û SPASÎ
Ez, nivîskarê vê kitabê li gundê Xelika (bi tirkî Karacadag) sala 1948an hatime dinyayê. Xelika niha qesebayeke li nava Anatoliyayê bi ser qezeya Kuluyê (Konya) va ye. Zimanê malê li Xelika kurmancî ye. Ez bi zaravayê (devok) gundê xwe mezin bûm û hatim şîretkirin. Lowma bandora wî zaravayî li ser nivîsên min heye û va jî tiştekî xwezayî ye. Her çiqas hewldan û pêşketiyên bi qedr di vî warî da hebin jî, meriv nikane huro qala kurdiyeke standard û seranser bike. Ji bo kurdiyeke standard perwerdeya bi kurdî hewce ye. Mixabin hîn em negihêştinê vê qonaxê. Ji ber vê, ez nivîsandina nêzikî yan bi bandora zaravayên herêmî diparêzim û hewce dibînim. Nivîsandina nêzikî zaravayan sewa parêztina heyiyên kulturî û zimanî û teşwîqkirina xwandin û nivîsandina bi kurdî jî bi kêr e. Birek ji nivîsan carna kêm û carna jî zêde bi zaravayê heremî hatine nivîsandin. Nivîsên li ber destê we di navbera salên 2004 û 2012an da hatine nivîsandin. Tenê yek ji wan di sala 1998an da hatiye nivîsandin. Hen ji wan di kovara Bîrnebûn da û hen jî di malperên herêmî yên Kurdên Anatoliyê û Malpera Agenda kurd da hatin weşandin. Ji yên ku di malperan da hatine weşandin hen pir nêzikî zaravayê Xelika yê dengkirinê hatibûn nivîsandin. Ji bo ku xwendevanên herêmên din jî bikanin bixwînin û fem bikin min ew tozkekî guhêrîn.
Sewa ku ew wenda nebin, baştir bên xwandin û belavkirin min xwest wan wekî kîteb bidim weşandin. Ku we xwand hunê bibînin, mijara nivîsan curbicur e û pirtir li ser ziman, jiyan û kultura gundê Xelika ye. Meriv dikane piranîya wan wekî nivîsên antropologîk yên li ser gundekî kurmanc li Anatolîyayê jî binav bike. Birek ji nivîsan taybetmendiyeke xwe heye. Ew ê li gorê kevnehunera kurmanca ya katkirinê (vegotinê) hatine nivîsandin. Li gorê vê kevnehunerê, meriv berî ku destpê qalkirina mijarê bike, hekayetekê kat dike. Yanê di nav hinek meqeleyan da para hekayetan jî heye. Eger meriv bixwaze nivîsan li gor beşên edebî parva bike, hingê birek ji wan dibe serpêhatî, bîranî, pêkênî, şîrove ... Mijara henan jî rabûn û rûniştinên civakî û sîyasî ye. Mijarek jî kurmancîya ku li Xelika tê dengkirin, taybetî, peyv û bêjeyên wê yên cûda ye. Di nava nivîsan da, duduyê dirêj hene. Yek li ser navê "Pêşbirika Navnetewî" û ya din li ser navê "Gera li Kurdistana Azad" e. "Pêşbirka Navnetewî" min ji zimanê almanî wergerandiye kurmancî. Bi vê ceribandina bi zimanê almanî ez teve pêşbirikeke navnetewî bûbûm.
Ji bo alikariya ji hêla sererastkirinê û mîzanpajê da spasî İhsan Tûrkmen û ji bo amedekirina rûberê (bergê) kîtebê spasî Mile Kara dikim.
Hendikayî bindamayîn e!
Rastiya bêderew tahl e Derewa bêrastî jehr e Mîrê Viran
Gotina Mîrê Viran ya li jor tijî ders e. Heqîqet jî, ne weng e? Rastî û derew bê hev nabin. Ew ê mîna xwang û bira ne, mîna cêwiyê bi hev da nûsikî (siyamezî) ne. Ku te xwazt wana ji hev veqetînî, ew ê bimrin. Çi heyf e, ku tu kes qiymetê nade derewê. Her kes ketiye pêy rastiyê, tim û tim qala wê tê kirin. Tu kes li derewê napirse. Bi ser da, qêwet û xerawiyê nemayî li derewê dikin û wê di herdê da dikin xwarê. Lê nizanin ku, li civatên dorlêgirtî rastî pir cara bi rêya derewê tê gotin û aş kere kirin. Pir cara, rastî û derew di zik hev da ne, rastî di nav derewê da, derew jî di nav rastiyê da veşartîye. Dem tê, derew xwe bi kincên rastiyê dixemlîne û derdikeve kuçe û kolanan li bendewar û hewêsdara digere. Dem dibe, rastî dikeve tonê derewê û bi rengê wê şewq û şemala xwe dide nimandin. Carina, meriv dikane bi derewkirinê malan xeraw bike û jiyanan bihermîne û bi rastgotinê jî malan ava û merivan şah bike. Lê tersiyê vê jî rast e. Loma, ne tiştekî baş e, ku meriv tim bide pêy rastiyê an jî derewkariyê ji xwe ra bike taybet. Civata me ji rastgotin û rastdîtinê dûr e. Çing ji bedenên tazî û beredayî çolê, weng ji rastiya tazî jî hez nake. Ma meriv bi şîya dike ku bibê, ro rast û şev jî derewe? Roja bê şev çi qiymete xwe heye?! Rastî heye, meriv qe nexwaze ku wê bibîne û bibihîze. Derew heye, tu hez dikî her ro guh bi ser dî û wê mîna guhar yan jî zengilekî bi guhê xwe va kî. De carekê mêla xwe bidin vê derewê. Wê rojê ez bûm ....
|