"Dixwazim serbest û serbixwe bijîm!" Ehmedê Elê
PÊŞGOTIN
Ehmedê Elê kurdê Anatoliya ye. Erdnîgariya Anatoliyê ji berê da warê kurda ye jî. Di serdema osmaniyan da, bi dehan êşîrên kurd bi kon û keriyên xwe yên pêz va ji Kurdistanê berbi nava Anatoliyayê kişiyane. Demekê ewê di navbera Anatoliya û Kurdistanê da çûne û hatine. Paşê, ew di nîvê duyemîn yê sedsala 19an di çarçiveya sîyaseta cîwarkirinê da li nava Anatoliyayê hatine bicîhkirin. Bidirêjahiya salan, pêdapêda li Anatoliyê, zêdetir li bakûrê Gola Xwê koloniyeke kurd pêkhatiye. Koloniyeke ji dusedûheftê gund û bajarokan û bi zêdetirî sêsedhezar nîştecîh.
Qedera dused salî ji koça ji Kurdistanê şûn da, di serdema komara Tirkiyê da, kurdên Anatoliyayê carek din dest bi koçkirinê kirin. Ji salên 1960 vir da bi dehhezeran Kurd ji Anatoliyayê bi rêya koçberî û penaberiyê barkirin welatên Awropayê, bi piranî welatên Îskandînawî û Almanyayê. Yek ji wan Ehmedê Elê ye. Jînenîgariya wî mijara vê kîtabê ye.
Ez bixwe jî kurdekî Anatoliyê me û sala 1970î ji bo xwandina li zaningehê hatim Almanyayê. Hatin ew hatina ye, venegeriyam. Di pey xwandina va karê sîyasî, penaberî û her wekî din. Kurtegotî, ez li Almanya mam û bûme hevwelatiyê wê. Gundê Ehmed û yê min nêzikî hev, çar û pênc km ji hev dûr in. Lê min û wî hevdu li Almanyayê, di saye koçberiyê da nas kir.
Rasthatineke nepayî
Sala 1975an, cara pêşî ez û Ehmedê Elê li bajarê Frankfurtê (Almanya) raste hev hatin. Rokê, ez bi çend hevalan va li Komeleya Piştgirtiya Karkeran rûniştîbûn û me sohbet dikir. Merivek kete hundir û silav da. Tu kesî ji me ew nas nedikir. Cara pêşî bû ku ew dihata komeleyê. Me ew xêrhatî kir, li xatirê wî pirsin û çay da ber. Çend nîşankên wî yên taybet hema bala min kişandin. Bejna wî ya qutik, şebqeya gundikî ya li sêrî, rûyê wî yê qilot û sempatîk û şanika wî ya gir a liser brûyê rastê. Ew tozikê berxweketî xûya dikir, tê bigota derdekî wî heye.
Pêçekî bi şûn da, ez û ew li hev pirsîn. -Tu kî yî, ji ku dere yî ? Min jê pirsî. - Navê min Ehmed e, ez î ji Qonyayê me! - Ji ku derê Qonyayê yî? - Ji Qulekê (Kulu), ji gundê Germikê me. Bi tirkî navê xwe, Arşinci ye! - Ez jî ji Qulekê me, ji gundê Xelika! - Peee, weng e, çi rind bû ku em raste hev hatin! Wî li min vegerand. - Ehmed te çi qey şik bir û tu hatî komeleyê? - Wale ku ez rastiyê bibêm, ezî bi şikestina berxwedana kurdên Iraqê, bi belavbûn û ...
|