La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Konferansa Xebatên Kurdî


Auteur :
Éditeur : Ronî Date & Lieu : , İstanbul
Préface : Pages : 168
Traduction : ISBN : 978-605-84491-04
Langue : Kurde, TurcFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Tr. 2351Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Konferansa Xebatên Kurdî

Konferansa Xebatên Kurdî

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî

Ronî


Hevalno, li gor bîst sal, sîh sal berê îro em rehettir dikarin li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bipeyvin û gengeşî bikin. Ev, yek ji serencamên herî girîng ên îro ye. Bêguman ji bo vê yekê heta îro gelek bedel hatin dayîn. Him nivîskaran, him tevgera gerîlla û têkoşîna sext a Kurdan a beriya tevgera gerîlla gelek bedel da û piştî van bedelan îro em bi awayekî rehettir û azadtir li ser vê pirsgirêkê dipeyvin û gengeşî dikin. Bi baweriya min ev tespîteke girîng e.

Hevalno serokwezîr du sal berî niha di mijara Dersimê de, di mijara jenosîda ku li Dersimê pêk hatiye de bêguman bêyî ku peyva jenosîdê bi lêv bike...



BEŞA KURDÎ

Alattin Ayhan
(Destpêk)

Mêvanên ezîz û bi rûmet, hûn bi xêr û xweşî, li ser seran û li ser çavan hatine. Wekî ku hûn dizanin ev konferans bi tevkariya Civata Çand û Raman a Bilgiyê û Wekfa Îsmaîl Beşîkçî hate lidarxistin. Wekî xwendevanên Zanîngeha Bilgîyê ev demeke dirêje me dixwest konferansek vî rengî lidar bixin. Ji ber vê yekê armanca me ew bû ku em xebatên di qada kurdolojiyê de tên kirin nîşan bidin. Li ser vê yekê me ev ramanên xwe bi Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve parve kir. Lewra me wisa bawer dikir ku heke konferansek bi vî rengî pêk were dibê îmzeya Beşîkçî dibin de hebûya. Ji ber ku Ismaîl Beşîkçî di salên ku di aqademiyê da peyva Kurd qedexe bû li ser li ser kurdan xebatên zanistî dikir. Wekî tê zanîn kurd û hemû tiştên bi kurdan ve girêdayî bi dehan sal bi zanebûn li derveyî qada zanistî hate hiştin. Ev yek bê gûman ji ber sînorên aqademiyê yên teng û polîtîqayên înkarker pêk hat. Lê belê êdî rewş diguhere. Bi taybetî li van salên dawîn de êdî weke her qadê di qada aqademî de jî kurd heyîna xwe diyar dikin. Bi xebatên ku di qada zanistên civakî, ziman û rojhilata navîn de pêk tê ji bo xebatê kurdî qadeke rexneyî û analitîk derdikeve pêş. Em hêvî dikin ku ev konferans bigihêje armanca xwe û rê li ber konferansên pêşerojê veke. Berî ku em dest bi konferansa xwe bikin dixwazin ji wan kesan re ku ji bo avakirina vê konferansê ked dane spasiya xwe bikin. Spasî ji Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê, mamoste Ronayi Önen, Bariş Dikilitaş û Ayhan Işık re. Belê niha em dest bi konferansa xwe dikin û mamoste Îsmaîl Beşîkcî vedixwînin da ku axaftina xwe bike.

Fermo mamoste!



Îsmaîl Beşîkcî
(Axaftina Vekirinê ya Konferansa Xebatên Kurdî)


Hevalno ez we hemûyan silav dikim.

Hevalno, li gor bîst sal, sîh sal berê îro em rehettir dikarin li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bipeyvin û gengeşî bikin. Ev, yek ji serencamên herî girîng ên îro ye. Bêguman ji bo vê yekê heta îro gelek bedel hatin dayîn. Him nivîskaran, him tevgera gerîlla û têkoşîna sext a Kurdan a beriya tevgera gerîlla gelek bedel da û piştî van bedelan îro em bi awayekî rehettir û azadtir li ser vê pirsgirêkê dipeyvin û gengeşî dikin. Bi baweriya min ev tespîteke girîng e.

Hevalno serokwezîr du sal berî niha di mijara Dersimê de, di mijara jenosîda ku li Dersimê pêk hatiye de bêguman bêyî ku peyva jenosîdê bi lêv bike bi bikaranîna peyva "qetlîamê" lêborîn xwest. Ev, lêborîneke nîvçe bû, lêborîneke temam nebû. Ev lêborîn bêtir ji bo ku Partiya Gel a Komarê û serokê Partiya Gel a Komarê Kemal Kılıçdaroğlu bikeve tengasiyê hate gotin. Piştî ku serokwezîr qala qetlîamê kir serokê CHP'yê Kılıçdaroğlu wiha got: Tu li Dersimê qala jenosîd û qetlîamê dikî. Êdî tê ji vê şûnde behsa jenosîda Ermenan jî bikî û tu yê wê jenosîdê jî qebûl bikî. Li ser vê yekê serokwezîr wiha got: "Li Tirkiyê tu siyasetmedarek nakeve rewşeke wiha û bi qasî ku bikeve rewşeke wiha bê şêref nîn e." Hevalno ez dixwazim li vir vê bibêjim ku bêguman di mijara Kurdan de di mijara Dêrsimê de lêborîneke bi nîv devî tê xwestin. Lê dema ku lêborînê jî dixwaze di mijara gelên otokton ên Rojhilata Nêzîk de nêzikatiya serokwezîr xirab e. Ji ber vê çendê divê lêborîna pirsgirêkên van hemû gelan jî di nav xwe de bihewanda.

Bêguman têgeha Rojhilata Nêzik gelek girîng e hevalno! Rêveberiya Bîzansê rojhilata Stenbolê, ango ji Stenbolê wêdatir Anatolyayê bi vî şiklî dabeş kiriye: Rojhilata Nêzik, Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr. Gelo Rojhilata Nêzik ku derê ye? Wek mînak welatekî bi navê Anatolya heye. Li rojavaya çemê Kizilirmak û Sakaryayê. Beşeke devera Egeya îroyîn Anatolya ye. Li hêla behra Reş Pontus ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues