La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêsir û baran


Auteur :
Éditeur : Jîna Nû Date & Lieu : 1986, Uppsala
Préface : Pages : 62
Traduction : ISBN : 91970747-56
Langue : KurdeFormat : 145x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1939Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêsir û baran

Hêsir û Baran

Nayê bîra min kengî min xwe naskir, lê xweş tê bîra min xew nediket çavên min, heya diya min çîrokek ji min re negota... Bi riya çîrokan ez hogîrî odê bûm. Ev oda ku bi şev kesên mezin bi guhdarî kirina stiran û çîrokan şevbêrkên xwe têde dibuhurandin...


PÊŞGOTIN

Heger em bala xwe bidin dîroka (mêjuwa) wêjeya Kurdî ji dema E.Herîrî ta roja îro, wê tiştek tenê bi xurtî li ber çavên me diyar bibe. Piraniya cihok (rûbar) û çemên ser riwê zemîna wejeya Kurdî derhatine ji kanî û çaviyên şîîrî. Lê gelo kengî dar û mêwên prozê (nesrê) di gulistana wêjeya Kurdî de peyda bûne?

Bersiva vê pirsê, weke hûn dibînin, ne mecala me ye, ku di vê derheqê de bi awakî fireh bidim, lê di baweriya min de, heger em îstegehên giring ji jiyana peydabûn û pêşveçûna proza Kurdî bi nav nekin, em ê nikaribin texmîn bikin rola efrandinên Kurdî yên teze û ne karibin jî cî û nerxê lehengên çîrokên Bavê Nazê nasbikin.
Weke diyar e, mêjuwa meşandina dîrok û çîvanokên Kurdî, bi zarava Kurmancî, ne ewqas kevn e, ew rehê xwe davêje destpêka sedsala bistan. Le gelekî mixabin efrandinên wan salan, ta niha nebûn babeta lêkolînek serbixwe û tu kesî ev quncikên tarî ronî nekiriye û ne vejandiye. Ji ber ve yekê, meriv nikare navên hîmdarên ewil jî bîne ser zimên. (1)

Ji xeynî vê yekê, heger em li qonaxa salên sî û çilî binêrin, bê gûman, meriv kare navê damezranêrekî proza Kurdî toremendî bêje -Ereb Şemo (2), yê ku ta roja îro jî, tê jimartin weke mezintirîn nivîskarê Kurd ên ku bi zarava Kurmancî efrandinên xwe weşandine û heger hineka berê wî jî kerpîçê ewil ê hîmê proza Kurdî danîbin jî, lê tu kesî weke wî bi şarêzayî û zanebûn çim û kelemên vî hîmî tekûz nekirine.

Piştî gulvedana efrandinên Ereb Şemo û jindariya rehên proza wî yî toremendî, gulçînên din kifş bûn di zemîna gulistana wêjeya Kurdî de. Lê piraniya wan negiha rehê xwe berdin, çilmisîn yan jî berê xwe negirtin.

Keda mamosteyê mezin, Cîgerxwîn "Cîm û Gulperî" ku di sala 1948-an de derket, hêviyek mezin di xwe de nimandibû, lê gelekî mixabin, di gel ku şitilek teze bû û di gel ku hatibû avdan bi hêsir û xwîna bikêrhatina gotina Kurdî î bedew, bû weke darek rehên wê li tehtê rast bên. Vê yekê, ji me re kifş kir, weke berî niha bi demek dirêj ji gelê din re kifş kiribû, wekî ne her cenan û avçiyên wejeyê her şkaryî li her zemînê karin şîn kin yan darên xwe têde biçînin. Bi kêrhatin û şarezaya Cîgerxwîn î herî bilind di warê şîîr û helbestan de xaya û eşkere bûne di warê zanebûna şêw û metodên nivîsandina prozê. Şaxên herî hêja jî di vê "dora wî yî proze de" man ew şaxên şîîrî yen pir bedew.

Di salên 50-î de, ji nav wêjezanên Kurd, yên ku zarava kurmancî xemilandin bi bihokên xweyî tamxweş, dîsa navên nivîskarên Kurdên Sovyet eşkere dibe, weke Heciyê Cindî, Casimê Celîl û hinên din. Lê gelekî mixabin, efrandinên wan kêmnas in ji piraniya xwendevanên Kurd re.

Di salên 60-î û 70-î de, navên nû di nav Kurdan de derketin, yên ku xwe, di warê wejeyê de, li prozê kirin xwedî. Divê ku bêjim jî, wekî ev qonax tê jimartin weke qonaxek teze di pêşveçûna çande û wêja Kurdî de ji ber gelek sedeman objektif û subjektif ku di tevgera azadîxwazî Kurdî de peyda bûn û hiştin bintara civaka Kurdî bi xurtî bê hejandin. Bi ewakî ber bi çay, kovar û rojnamên Kurdî yên vê demê xwîn ajotin laş ê proza Kurdî, hêza zimanê wêjeyî (zarava kurmancî) şidandin û xurt kirin. Lê dîsa hemû uştên gulvedana prozê, çîrok û çivanokên toremendî peyda nebûn. Mirov kare bi kurtî rewşa efrandinên vê demêyî hindik bi nav bike wekî tenê bi rûçkên xwe nêzîkayî li qalib û formên çîrokên modern dikirin.

Ji nav efrandinên vê demeyî kêm, meriv kare van navan bijmêre; çîroka "Kal"a Dilar, "Kirasê sor" a Siyamend; "Mirina Xuşka Min" a M. Bor û hinên din.(3)

Yekîtiya Sovyet ji di vê demê de navên nivîskarên nû eşkere dibin weke Seîdê Îbo, Emerîkê Serdar, Baboyê Keleş û hwd.

Weke me diyar kir, cihokên nuh û teze dehatin vedan û kolan di zemina wejeya prozên renga-reng, lê ta roja îro rûçikên efrandinên proza Kurdî ji kêmasiyên mezin xelasnabin çi di warê lêkirinê de çi di warê babet û metodên nivîskariyê de û çi di varê ziman de. Bi baweriya min ew jî ji ber van sedeman e:

Kêmnaskirina nivîskarên Kurd ji wêjeya Kurdî ya klasîkî re; kêmmarîfeta ji zargotin û zaravên Kurdî re û kêmnaskirina wan ji şêw û metodên nivîsandinê yên gelên cîhanê yên din re. Ev û gelek sedemên dinên obyektîv hiştine gulistana proza Kurdî ya ser zarava Kurmancî bi şûnde bimîne û avakirina zimanê Kurdî yê wejeyî û yekgirtî bi çetinî bê lidarxistin.

Nivîskarên ku bi Kurmancî van salên dawî de efrandinên xwe derdixin, ji aliyê hêz û naveroka nivîsandinên xwe bi ser sê celeban tên cudakirin: Celebek bin pala xwe dide ser kendal û kaniyên zargotina Kurmancî û ji zêdetir naçe; Çelebek jî berê xwe dide çaviya êş û xemên jiyanê û celeba dawî jî hewldide hûnerên jiyana Kurdî bi hewesek vergerandinê (tercume) derxe, bê ku dêmê Kurdayetiyê bi zelalî bide xuyakirin.

Gava em bidin ser şopa Bavcê Nazê ya ku li ser dêmê wêjeya Kurdî hiştiye, ji dema çîroka wî ya yekemîn "Navê min Xoşnave" sala 1974 ta roja îro, emê raserî dewsa destê hostakî çalak bên. Çîroka "Navê min Xoşnave" ta neha zêdeyî şeş çaran di kovar û rojnamên Erebî, Kurdî û Sovyetî de hatiye weşandin. Ev yeka han tenê rastiyeke din eşkere kir: Çîrokê vîza xwe ji xwendevanan stend, jiyana xwe di nav gel de dit. Piştî çar salan, Bavê Nazê Romana xwe "Çiyayên bi xwîn avdayî" derxist. Ev roman bû ciyê şanaziyek mezin ji me re, ne tenê ji ber ku romana kurmancî ya yekemîn bû (ji der efrandinên kurdên Sovyet) le belê ji ber asêlêkirina wê ya tekûz. û her wiha ji ber "giringiya wê di hişiyarbûna Kurdan de"(4); ji ber ku "dike Kurd çalakî tekoşîna çînayetî û rêzanî ji bo bidestxistina mafê mirovayetî bike"(5)

Weşandina vê romanê bi ziman rûsî sala 1982-ya di gel roman û çîrokên nivîskarên kontînênta Asiya yên bi nav û deng, jiyanek nû da romanê.

Di van çîrokên teze de, Bavê nazê carek din bi rewak dewlemend û hêzek têr qinyat xwe şanî xwendevana dide. Bi derketina van kurteçîrokan ne tenê şikarta Bavê Nazê di gulîstana çand û wêja Kurdî de geş dibe, rengê wê xweş dibe, lê her wiha pê surrek bayê hênik li pel û şaxên temamiya gulîstanê dixe, ber û fêkiyên çande pêre pêre jî dighên.

Ridwan Elî


1) Bi zarava soranî yekemîn çîroka toremendî di sala 1925'an de hatiye weşandin, ew jî ya Cemîl Saîb bû bi navê "Eway li xaw bînim'%'Min ew di xewnde dit".
Biner: Marûf Xeznedar: "Kurte-dîroka wêjeya kurdiyî teze" Mosko. 1967 (bi zimanê rûsî) r. 142

2)Pirtûka ereb Şemo ya yekemîn di warê proza toremendî de di sala 1930'î de derket, ew jî pirtûka "Şivanê Kurd" bû.

3) Binêr li kovara "Çiya" jimarên 1-8, çapa teze bi tunê pirtûkê. Ewropa 1974. Civandina Hemreşê Reşo.

4)Pêşgotina M.S. Lazarev ji pirtûka "Çiyayên bi xwînê avdayî", çapa rûsî

5)Li wir jî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues