La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Lêkolînekî qicik li ser zimên


Auteur :
Éditeur : Fırat Date & Lieu : 1995, İstanbul
Préface : Pages : 144
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3619Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Lêkolînekî qicik li ser zimên

Lêkolînekî qicik li ser zimên

Lêbelê, her çiqas ev konferensa, "konferensa zaravayên zimanê kurdî ya navnetweyî" hatibe bi nav kirin jî, ez dixwazim li ser etîmolojî ya zimanê kurdî bisekinim. Ji ber ku, gava bingeha zimanekî bi vekirî neyê zanîn û ji hêla din va jî rêzimana vî zimanî bête nivîsandin, dîyarîye ku wê çewtîyên gelek mezin bêtin çêkirin. Em bi mixabin jî dibêjin ku, zimanê kurdî ji ber van sedeman heta îroj gelek hesarên mezin jîya ye. Divê niha berî gelek çalakîyan, dîroka zimanê kurdî bi xebatên hêja bête kolandin û jibo "kurdî ya nûh" çavkanîyên herî bingehîn, herî girîng bi vî awayî bên amade kirin.

A niha em naxwazin li ser destpêkirina dema zimanan, çawa bûye û kîjan zimanî ji kîjan zimanî bandora xwe hilgirtîye, bi dûr û dirêj bipeyîvin. Lê dîsan jî berî ku derbazî hin gotinên din nebûme, dixwazim li ser zimanên ku bi navê "hînt-ewrupî" tên navandin çend gotinan bêjim. Derketina zimanê "hînt-ewrûpî" li coxrafya Kurdistanê destpêkiriye...


PÊŞGOTINEK

Wek ji edet em jî di destpêkirina hejimara me ya yekemîn da dixwazin ji xwendevanan ra rojbaş bibêjin. Di vê pêşgotina me ya kurt da dîyarîye ku em ê mekanibim bersîva gotina Kurd-Ewrûpe bidin, û hette em ê di nav hejimarekî da jî mekanibim. Mîna ku ji navê weşana me jî bellîye bersîva vê pirsê hewcedarîya lêkolînên hêja, kur û fıreh e.

Di destpêkirina dema sedsala 18'an û vir da zimanên roava li ser zimanên rojhilat lêkolîn û xebatên xwe yên hêja her wiha heta îroj domandine û wek dîtbare wê di rojên dahatu da jî dîsan wisa jî bidome. Di dema destpêkirina van lekolînan da tiştê ku zimanzan rastê hatine ew jî di navbenda wan zimanan da têkilîyên gelek nêzikî hev in, bûn e. Di vî warî da zimanê Medî (Awestî, Zendî) û Sanskritî rolên pir mezin girtin e. Mesela gava pirtûka bi saya zimanê Medî hatiye bershivandin. Ji paş wan lêkolînan tê dîtin ku di nav gelek zimanan da mîna ku ji eynî bingehê, kokê têne, belgeyên pir girîng hatine derxistin. Gava bi derxistina wan belgeyan zimanzanan jibo ku hin zimanan di nav komekî da bicivînin û navekî lê bikin, jê ra lndo-Germanîseh (Hînd-Germenî) gotine û ji navê derketine. Paşê hin kesan navê Hînd-Cermen mîna Hînd-Ewrûpe bi nav kirin e. Li gorî me van navandinana tu wateniyekî nikanin bidin. Çima nikanin? Çiku jibo destpêkirina van zimanan heta zimanî Sanskritî paşda çûyîn nebese û çewtiyekî ye. Dîsa wek bi navê Cermen navandin jî nerastîye û navandinekî bi dilxwazîye.

Berî du -sê salan min daxwaz dikir ku kovarekî wiha bidim weşandin û hin pirsgirêkên zimanê Kurdî bi rêk û pêk bi metodekî zanistî bikolînim û bibersivînim. Lê ji ber hin sedeman min nekanîya bidim weşandin. Dawîya dawîn min got bila çi dibe bibe ez ê bi weşandina vê kovarê bikim û min wiha jî kir. Ez ê taybetî li ser dîrok û etîmolojîya zimanê Kurdî û li ser-zimanên kewn yên rojhilat bisekinim. Di vî warî da lêkolînên ku li ser zimanê Kurdî hatine kirin mixabin ku gelek kêm in û yên ku hatine kirin jî di naveroka xwe da înkar kirina zimanê Kurdî zêdetir tu maneyan nadin. Wek tê zanîn tiştê ku dewletên dagirker anîn ser serê zimanê Kurdî bi rastinî nehatiye ser serê qelandî. Her dewletekî dagirken li gor xwe hin teorîyên xwe yên sosret afirandiye û ajotiye meydanê û mixabin ku bi wan teorîyan (?!) jî mêjîyê gelek kesan jî şuştin e.

Nivîsa min ya bi navê "lêkolînekî qicik li ser zimên" gava ez jibo "konferansa zaravayên zimanê Kurdî ya navneteweyî" hatibûn vexwandin min amade kiribî (06-08/01/1995 Berlin). Li vir min hin bi nivîsên din ji ya berê firehtir kir.

Wek her weşanî em jî, jîbo ku kovara me biweşînin rastî pir dijwarîyên mezin hatine û hê jî em ê bêne. Di warê aborî da astengiyên me ji hemû dijwarîyan zêdetir e. Niha tiştê ku ez ji xwendevanan daxwaz dikim bila xwedîyê kovara xwe derkevin, bila bidin xwendin û bi çi awayhi dibe bila bibe, bila alîkarîyên xwe ji me kêm nekin. Yanî jibo ku em hejimara me ya duwemîn derînin, her tişt ji xwendevanên me yên ezîz û welathezan ra maye. Heta hejimara din bimînin di xweşîyê da.

Beyhani Şahin




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues