La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Di çavkanîyên Swêdî de motîvên Kurdî


Auteur :
Éditeur : Vejîn Date & Lieu : 1991, Stockholm
Préface : Pages : 163
Traduction : ISBN : 91-87808-03-X
Langue : KurdeFormat : 145x213 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1122Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Di çavkanîyên Swêdî de motîvên Kurdî

Di çavkanîyên Swêdî de motîvên Kurdî

Pêwendîyên Kurdan û welatên Ewrûpî ji gelek alîyan ve çawa em dibînin pir kevn in. Li ser dîrok, ziman, edebîyat, çand, jîyîna civakî û etnografya Kurdan cara pêşîn Ewrûpîyan dest bi lêkolînan kirine. Ji wan gelek kes çûne Kurdistanê an jî welatên ku Kurdistan bindest kirine. Di nav van kesan de de mîsyoner, gerok, zabit, nivîskar, rohilatnas û pisporên stratejîyê hebûne. Di dawîya van gerên xwe de, wan mîrateke ji dokumentên cuda pêkhatî ji me re hîştine. Îro Kurdnas, rohilatnas û lêkolinvanên mayîn dema li ser Kurdan kar dikin, ew, van dokumentên kêrhatî bi firehî bi kar tînin. Di sedsalên kevn de ji ber tunebûna dewleteke Kurd, bi destê Kurdan tunebûna îmkana nivîsîna dîroka Kurdan îro çawa em dibînin çend dijwarî û serêşîyan bona lêkolînvanan peyda dike. Lê belê ev dokument, çavkanîyên Ewrûpî tên hawarîya me, alîkarîya me dikin, rûpelên tarî ronî dikin....


Destpêk

Pêwendîyên Kurdan û welatên Ewrûpî ji gelek alîyan ve çawa em dibînin pir kevn in. Li ser dîrok, ziman, edebîyat, çand, jîyîna civakî û etnografya Kurdan cara pêşîn Ewrûpîyan dest bi lêkolînan kirine. Ji wan gelek kes çûne Kurdistanê an jî welatên ku Kurdistan bindest kirine. Di nav van kesan de de mîsyoner, gerok, zabit, nivîskar, rohilatnas û pisporên stratejîyê hebûne. Di dawîya van gerên xwe de, wan mîrateke ji dokumentên cuda pêkhatî ji me re hîştine. Îro Kurdnas, rohilatnas û lêkolinvanên mayîn dema li ser Kurdan kar dikin, ew, van dokumentên kêrhatî bi firehî bi kar tînin. Di sedsalên kevn de ji ber tunebûna dewleteke Kurd, bi destê Kurdan tunebûna îmkana nivîsîna dîroka Kurdan îro çawa em dibînin çend dijwarî û serêşîyan bona lêkolînvanan peyda dike. Lê belê ev dokument, çavkanîyên Ewrûpî tên hawarîya me, alîkarîya me dikin, rûpelên tarî ronî dikin.

Mixabin, çavkanî û dokumentên ku bi destê Ewrûpîyan li ser Kurdan di salên cuda-cuda amade bûne, piraniya wan îro nehatine lêkolandin, li ser wan kêm tişt tên zanînê. Roj bi roj tiştên nûh derdikevin ronahîyê, di dîroka Kurdan de pencere û derîyên nûh vedibin. Di çend babetan de îmkana tê de kûrbûnê digihêje destê dîroknas û lêkolînvanan. Ristina dîroka Kurdan jî bi bawerîya me bi saya van defînan dikare tenê pêk bê.
Heta niha li ser pêwendî û kontaktên di navbera Swêdî-Kurdan de lêkolineke zanistî, fireh nehatîye çêkirin. Bêguman ev kara bi serê xwe îmkan û wext dixwaze.

Swêd her çiqas welatekî piçûk û ji Kurdistanê bi hezaran km. dûr be jî, lê belê çawa em dibînin dîroka pêwendîyên Kurdan-Swêdîyan diçe digihêje dewrên berî sed salan. Gelek Swêdî di van salan de çûne Kurdistanê, ji nêzîk ve nasîya xwe dane Kurdan. Paşê wan ev nêrîn û tespîtên xwe derbasî li ser kaxiz kirine. Lê belê ev çavkanî û dokumentan derheqa Kurdan û Kurdistanê bona kişandina xetên tabloyeke giştî tenê çend tiştan pêşkêşî me dikin, hemû îmkanan li ber me ranaxin.

Ev lêkolîna me ya ku ji çend beşan pêk tê, di vê babetê de tenê wek gavekê dikare bê hesibandin. Ev pirtûk, dîroka pêwendîyên Kurdan û Swêdîyan nîne, pirtûk li ser sîstemeke wusan amade nebûye. Lê belê ji bo zanîn û fêrbûna van pêwendîyan çawa me li jor jî got tenê gavek e, destpêk û alîkarîk e.

Di rûpelên vê pirtûkê yên pêşîn de çawa xwendevan dibînin wek destpêk nivîseke li ser rewşa Kurdên ku îro li Swêdê dimînin, cîh girtîye. Ji bo baş têgîhiştina pêwendîyên Kurd-Swêdîyan yên dîrokî me ev destpêka kêrhatî û pêwîst dît. Ji alîyê din xwendevanên ku dixwazin li ser rewşa Kurdên Swêdê çend tiştan fêr bibin, ev destpêk bona wan dikare bibe alîkar. Xwendevanên ku dixwazin salên bihurî û salên nêzîk rûberî hev bikin, bo vê yekê jî ew zanîyarîyên kurt ku vê destpêkê de cîh girine, dikarin alîkarîya wan bikin.

Di beşa yekemîn de dîtinên çend mîsyonerên Swêdî li ser Kurdan cîh girtîye. Di nav Kurdan de kar û xebatên wan, nêrînên wan bi kurtî tên pêşkêş kirin. Mîsyonerên Swêdî di hindava dîn de li rewşa Kurdan nihêrîne, ji ber vê yekê jî wan nikaribû xwe bigîhanda çend realîteyên Kurdistanê, janên wan yên mezin bidîtan.

Di beşa duwemîn de ji der mîsyoneran tenê çend gerokên ku çûne Kurdistanê, dîtinên wan cîh girtine. Di nav van gerokan de kesên nivîskar, rojnamevan, zabit, karmend, rohilatnas û gerokên mayîn hebûne. Angorî mîsyoneran van kesan zanîyarîyên fireh û heralî derheqa Kurdan ji xwe re peyda kirine û di gernameyên xwe de cîh dane van dîtinên xwe;

Di beşeke mayîn de li ser çend kontaktên edebî hatîye sekinîn. Bi kurtî di edebîyata Swêdî de tema Kurdan çawa cîh girtîye, derheqa vê yekê de zanîyarîyên kurt tên dayîn. Di vê beşê de ne tenê berhemên nivîskarên Swêdî, ji alîyê din çend berhemên ku bi zimanekî mayîn hatine nivîsîn, paşê bi Swêdî derketine li ser wan jî hatîye sekinandin.

Di vê çarçeva edebî de helbestvanê Swêdî Gunnar Ekelöf (1907-1968) bûye babeta lêkolîneke bi serê xwe. Ji ber ku di berhemên Ekelöf de tema Kurdan cîhekî bingehîn digre, me ev tema hêjayî lêkolîneke mayîn dît.
Di navbera salên 1960-1980'an di nav weşanên perîyodîk yên Swêdî de bi taybetî tekoşîna gelê Kurd li Iraqê çawa cîh girtîye, ev beşê lêkolîna me derheqa vê yekê de zanîyarîyên fireh pêşkêş dike. Derheqa pirsa Kurdan de nivîskar û rojnamevanên Swêdî çawa em dibînin bûne du beşan, li pêşberî hev sekinîne, ketine nav polemîkên tûj.

Di beşa vê pirtûkê ya dawîn de bi taybetî di sala 1986 'an piştî kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme, peydabûna nêçîra Kurdan angorî zanîyarîyên çend pirtûkan tê analîz kirin. Çawa di vê analîzê de jî tê dîyar kirin, bi rastî ev nêçîra Kurdan berî kuştina Palme, ji ber çend bûyerên mayîn ji mêjve dest pê kiribû. Piştî kuştina Palme li ser vê bûyerê li dora 20 pirtûkan çavkanîyên ji hev cuda hatin weşandin. Di nav van pirtûkan de rapor, xebatên rojnamevanan, romanên dedektîf û çend xebatên din jî hene.

Ev şeş lêkolînên ku wek beş-beş di vê pirtûkê de cîh girtine, me wusan li du hev rêz kir ku derheqa pêwendîyên Kurdan û Swêdîyan de ji salên kevn heta rojên îroyîn xwendevan, global û gilover be jî bigihêje çend zaniyarîyên dîrokî yên giştî li ser Kurdan.

Di dawîya pirtûkê de biblografiyeke fireh li ser Kurdan cîh girtîye. Ev bîblografya bêguman ne rêk û pêk e, hemû çavkanîyên Swêdî li ser Kurdan tê de cîh negirtine. Lê belê heta niha li ser Kurdan bi zimanê Swêdî çi derketîye, em dikarin bêjin piraniya van çavkanîyan di vê bîblografyê de cîh girtine. Di nav vê lîstê de zêdetir pirtûkên ku bi temamî bi zimanê Swêdî li Kurdan hatine nivîsîn, hene.

Di çend çavkanîyan de jî tenê tema Kurdan beşeke naveroka van berheman pêk anîye. Çend çavkanî jî, çawa em dibînin ji broşur, rapor û ji tezên ku li unîversîtan de amadbûyî pêk tên. Hemû ev materîyal angorî salên derketinê rêz bûne û hejmara wan gîhîştîye 168 liban.

Di çavkanîyên Swêdî de malzemekî fireh jî li ser Kurdan , ji wêne, sûret, nîgar, nexşan pêk tê. Ne tenê wek foto hinek kesan jî, bi destê xwe çend berhem wek tabloyan çêkirine.

Ez hêvî dikim ku ev lêkolîna me, ji bo nalîna pêwendîyên Kurdan-Swêdîyan, Kurdan û welatên Ewrûpî yên mayîn bibe gavek û alîkarîke piçûk.

ROHAT
1.11.1991 Stockholm




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues