La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwan


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2013-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 328
Traduction : ISBN : 978-9944-360-76-0
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 8175Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîwan

Versions

Dîwan

Melayê Cizîrî

Nûbihar


Melayê Cizîrî, bi Dîwana xwe ya Kurdî bûye fexra hezkerên Kurdî. wî ji meya eşqê vexwariye, şewitî û dîwaneyê wê evîna îlahî ye. Ew li ber asitanê dilberê pir nefspiçûk e; evdek e, bende û kole ye ... Lê dema ji şiîr û wêjeyê xeber dide, eyan û beyan dibêje ku "Mela" ye û tenê ew dikare muemmayan bixwîne. Bi rastî jî ew di şiîrê de "Mela" ye û ji gelek peyrewên xwe re bûye rêber. Ew hostayê gotinên xweş e, ew "Gulê baxê Îremê Bohtan, şebçiraxê şebê Kurdistan" e, loma jî pêdivî bi çûna Şîrazê tune. Şairên mezin jî li cem wî ferxik û suxte ne. Mela vî tiştî di şiîrên xwe de qet venaşêre, ew bi devê xwe, xwe wek "pîrê şe'ar" tarîf dike û ev leqeba wî di nava Kurdan de hatiye qebûlkirin û bûye şairê Kurdan yê herî mezin.



PÊŞGOTIN


Melayê Cizîrî, bi Dîwana xwe ya Kurdî bûye fexra hezkerên Kurdî. wî ji meya eşqê vexwariye, şewitî û dîwaneyê wê evîna îlahî ye. Ew li ber asitanê dilberê pir nefspiçûk e; evdek e, bende û kole ye ... Lê dema ji şiîr û wêjeyê xeber dide, eyan û beyan dibêje ku "Mela" ye û tenê ew dikare muemmayan bixwîne. Bi rastî jî ew di şiîrê de "Mela" ye û ji gelek peyrewên xwe re bûye rêber. Ew hostayê gotinên xweş e, ew "Gulê baxê Îremê Bohtan, şebçiraxê şebê Kurdistan" e, loma jî pêdivî bi çûna Şîrazê tune. Şairên mezin jî li cem wî ferxik û suxte ne. Mela vî tiştî di şiîrên xwe de qet venaşêre, ew bi devê xwe, xwe wek "pîrê şe'ar" tarîf dike û ev leqeba wî di nava Kurdan de hatiye qebûlkirin û bûye şairê Kurdan yê herî mezin.

Melayê Cizîrî di şiîrên xwe de mexlesên mîna "Ehmed, Mela û Nîşanî" bi kar anîne. Wek adet, bi pirranî di malika dawî ya şiîrê de navê xwe daye.

Kesên ku Dîwana Melayê Cizîrî bixwînin, dibînin ku bi rastî jî ew yek ji wan melayên Kurdistanê yên "diwazdeh-ilmî" ye û bi ser de jî xwediyê gelek zanistên din e; dunyadîtî ye, haya wî ji zanayên dinyayê yên dema wî û beriya wî heye, tarîxê dizane, civatê nas dike, hekîm e, arif û ellame ye ...
***

Melayê Cizîrî, li Cizîra Botan hatiye dinyayê. Li wir dest bi xwendina xwe kiriye, muhtemelen li gelek medreseyên Kurdistanê xwendiye û dawiye li Diyarbekirê îcazeya melatiyê stendiye. Piştî îcazê, li Heskîfê û dawiyê jî li Cizîrê, li Medreseya Sor dersa feqiyan daye, heta ku li wir emrê Xwedê kiriye.

Ji muşaere/danberhevên wan em dizanin ku ew hevdemê mîrê Cizîrê Mîr Umaddiddîn û şairê navdar Feqiyê Teyran e. Feqiyê Teyran di malikekê de ji Melayê Cizîrî re wiha dibêje:

Birîndarê 'işqê me dûr im ji siha bihan
Dizanin meddahê kê me d'hezar û yek û sihan
Senaxwanê Melê me li hemû erd û cihan

Li gor vê bendê, di sala 1031ê hicrî de (1622 Mîladî) Mela û Feqî bi hev re şiîr gotine.

Ji bilî van agahiyên jor, mixabin agahiyên pêbawer û berfireh derbarê jiyana Mela de tunin. Çavkaniya sereke derbarê wî de Dîwana wî bi xwe ye ku bi hesabê ebcedê agahî jê tên derxistin. Li gor çavkaniyên heyî, ew di salên (1570-1640, yan jî 1589-1664) jiyaye.

Çiqas ku agahiyên der barê jiyana wî de kêm bin jî Dîwana wî, me ji bîrûbaweriya wî û ji meşrebê wî bi berfirehî agahdar dike.

Şiîrên wî hema bibêje hemî li ser evîna îlahî ne. Di medhiyeyên wî -ku li ser mirovan hatine nivîsîn- de jî şopa evîna îlahî û tesewwifê pir eşkere xuya dike.
Kîjan evîn?
Ew evîndara ku Melayê Cizîrî behsa wê dike, pesnê wê dide û heyran û qurbanê wê ye; ne xuşka mîrê Cizîrê, ne jî Selmaya xatûna Heskîfê ye. Ew perîruxsara ku Mela behsê dike walagewherek e, ji alemeke din e, lê ji bo ku em têbigihên, di lîbasê cism û can de xuya dike.

Ew badeya ku Mela jê vedixwe û hetta bi ebed serxweş dimîne, ya alemeke manewî ye. Ew husn û sura bêdawî ku jê xeber dide, li tu benî Ademî tecellî nabe. Li go Mela, evîna dinyayî emirkin e, "mislê neqşê bêbeqa" fanî ye. Çimkî di evîna dinyayî de -ku li gor tesewwifê 'evîna mecazî' ye- mirov evîndarê bedewî û spehîtiyê ye, bedewî û spehîtiyên dinê jî hem bi sînor in, hem jî fanî ne. Melayê Cizîrî vê evînê dişibîne evîna bilbil û gula teze:

Gul heta sohr in bi tê ve bên tebessum pê ve pê ve
Bulbulê serxweş di nêv e nexme û nal û newa ye

Herçi cilwa bû ji navê nû gulek dî girt xunavê
Wî ji dil çû muhbeta vê ew bi ya dî ra teba ye

Der barê vê xebatê de

Ji ber ku Dîwana Melayê Cizîrî berhemeke edebî ye û kevn e, bivê-nevê wê peyvên Erebî û Farisî ku di edebiyata rojhilata navîn de hakim bûn; tabîr, musteleh û derbûmesel tê de hebin. Jixwe mirov nikare bifikire ku berhemeke edebî ji peyvên biyanî xalî be.

Ev nusxeya han ji nusxeya Mela Ehmedê Zivingî hatiye latînîkirin.

Ji ber ku min nusxeya Zivingî esas girtiye, min eynen wergerandiye. Eger min bi hemd guhertinek çêkiribe, min ew jî destnîşan kiriye.

Di vê xebatê de min peyvên Erebî û Farisî û herwiha bi ihtîmala ku wê herkes nizanibe hinek peyvên Kurdî jî îzah kirin. Eger peyvek ji yekê bêtir maneyên xwe hebin, min ew îhtîmal jî nivîsîne. Bi giştî, min tenê maneyên sereke dane da ku peyv bê zanîn, şiîr were fêhmê. Xweberdana nava kûraniya şiîrê, êdî li ser têgihîştin û zanîna xwendevan e. Peyvên ku ez negihatim çavkaniya wan, an jî ji wan bi guman bûm, min ji el'Eqdu'l-Cewherî ya Mela Ehmedê Zivingî neqil kirine û di nava kevanan de gotiye (li gor Zivingî) ...

Ev xebata min spasdarê kekê hêja Suleyman Çevik e. Eger ne ji teşwîq, alîkarî û israrên wî bûna ev xebat pêk nedihat. Herweha spasiya xortên hêja Mihemed Jiyan û Huseyn Şemrexî jî dikim ku di pêvajoya mîzanpaj û teshîhê de li ser kîtabê hûr bûn.

Selman Dilovan
22.10.2010, Essen



1

Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê
Were saqî heta kengî neşoyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuhe's-saqî edir ke'sen we nawilha1

Ku katib dêmi cedwel kit şikestexet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit kî ye vê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û 'ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel
Kî 'işq asan nimûd ewwel welê uftadi muşkilha2

Ji mihra wê şefeqse'dê şîrînle'lê şekerwe'dê
Dinalim şubhetê re'dê 'ecîb im lê ji vê ce'dê
Kî dil ra tabê her çîneş bi kufrê mîbered dîneş3
Zi tabê ce'dê muşkîneş çi xûn uftadi der dilha4

Di vê taqê di vê xanê me'eyş û êminî kanê
Kesê dest dit ji dewranê nihalik vê gulistanê
Der axûşeş çû mîared kî ez dil caneş buspared5
Ceres firyadi mîdared kî ber bendîdê mehmilha6

newaya mutrib dengê stranbêj.
çeng aletekî muzîkê yê pirtê!.
xerçeng kevcal, burca kevcalê
saqî kesê ku vexwarinê (av, mey, bade...) digerîne, meyger.
bi muştaqî bi kêfxweşî.
1 Meyger! Tasa meyê bigerîne tu bıde min jî.
şikestexet muselsel kit xetê şikestî bi hev ve zincîr bikit, bi hev ve bikit
muşkil pirsgirêk, zehmetî.
rûd kemançe, têla sazê.
ûd aleteke muzîkê ku dişibe tembûrê.
2 Evîn pêşî bi hêsanî dest pê dike, lê paşê zehmetiyên wê derdikevin.
mihr evîn, hezkirin.
şefeqse'dê mîna stêrka nîşana bext û siûdê Zuhreyê ronîdar.
re'd xurxura ewran ya dema ku brûsk dikeve.
ce'd porê kurîşkî, gustîlokî.
3 Roniya guliyên wê ji dîn derdixe.
4 Jı têhna guliyên miskî bê çi dil xwînî bûne!

taq felek, ban.
'eyş jiyan.
dewran gerdûn, dinya.
nihal şitil, fîdan.
5 Çi dema dide ber sînga xwe ku canê xwe bispêre
6 Zingil lê dixe û dibê êdî barê xwe girêbidin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues