La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Adat û rusûmatnameê ekradiye


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2010-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 392
Traduction : ISBN : 978-9944-360-67-8
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 2264Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Adat û rusûmatnameê ekradiye

Versions

Adat û rusûmatnameê ekradiye

Jan Dost

Nûbihar


Li ser jiyana Bayezîdî agahiyên zêde nînin. Dema dibêjim agahiyên zêde, yanî li ku xwend, mamosteyên wî kî bûn, dê û bavê wî, malbata wî. Gera wî ya ji bo zanînê û detayên din ên jiyanê ku mixabin hemû klasîkên me jê bêpar in. Jiyana Bayezîdî jî, eger ne agahiyên heval û şagirtê wî A. Jaba bûya, dê ne ewqasî zelal bûya. Bi her halî gelek lêkolîner dibêjin ku sala jidayikbûna wî di navbera (1797 û 1799) an de ye li bajarê Bayezîdê. Peter Lerch di nivîseke xwe de çêrî nameyeke Jaba dibe ku ji Lerch re di êlûna 1857 an de şandiye. Ew di wê nameyê de dibêje ku, temenê Mele Mehmûd 60 sal in!! Evjî dide xuyakirin ku Mele Mehmûd di sala 1797 anji dayik bûye.

Ji bo em agahiyên berferehtir li ser jiyana Bayezîdî li ber destê xwendevanên xwe raxînin, emê nivîsa Yevgêniya Vasilyêva, ya derbarê jînenigariya Bayezîdî de û her weha pêşgotina Q. Kurdoyêv û C. J. Mûsayêlyan ji wergera Bayezîdî ya Şerefnameyê re bigrin destê xwe û di vê pirtûkê de bi cih bikin. Min destê xwe neda zimanê wergera Têmûrê Xelîl ji jînenigariya ku Vasîlyêva nivîsiye, her wek xwe maye. Wisa jî pêşgotina Qanatê Kurdo û Mûsayêlyan ya di kitêba tercema Şerefnameyê de ku Seîdê Dêreşî weşandiye, cih di paşeka vê kitêbê de digre. Her weha agahiyên nirxdar yên M. Rodenko jî dê ronahiyê bavêjin ser jînameya daner. Wekî din jî di paşekê de hin agahiyên cuda cuda hene ku xeleka ronahiyê li dora jiyana Bayezîdî ferehtir dikin û dê xwendevan rastî wan were.



PÊŞGOTIN


Mirov dikare piştrast û bê dudilî bibêje ku, sedsala nozdehan di dîroka kurdan de "Sedsala Kurdnasiyê" ye.
Di wê sedsalê de, kurdnasî an jî Kurdology gihiştibû asta xwe ya herî bilind. Helbet gelek faktor li pişt guhdana Ewropiyan ji gelê kurd û zimanê kurdî re hene, berî hemûyan jî tevgera misyoneriyê li ser xaka Kurdistanê ye.
Wek tê zanîn, rahib û misyonerê domenîkî yê îtalî Maurizio Garzoni (1734-1804) yekemîn berhema Ewropî li ser zimanê kurdî nivîsiye'. Wî, sala 1787an kitêba xwe ya navdar (Grammatica e vocabolario della lingua kurda: Gramer û ferhenga zimanê kurdî) li Romayê paytexta Îtalyayê çap kiriye. Wî bi vê kitêba xwe cihekî berz û bilind di tarîxa kurdan û kurdnasiyê de bi dest xistiye, heta ku ew mîna Bavê Kurdologiyê (Father of Kurdology) tê naskirin û ev berhema wî yekemîn mikurhatina li ser bingehekî zanistî ye ku zimanê kurdî zimanekî resen e. Garzoni û pêşboriyê xwe Domenico Lanza (1718-1782), Û her weha peyrewê xwe Giuseppe Campanile (1762-1835), ku herdu jî îtalî ne, barê danasîna herêmê û ziman û kultura herêmê dabûne ser milên xwe. Bi saya wan, kurd û kultura kurdan û herêma wan jî, ji Ewropiyan re hate nasîn.", Ev rahibê domenîkî di sala 1762an de berê xwe dide Mûsilê û bîst û pênc salan (heta sala 1787an) li wan deran dimîne. Di nav de bêtirî hijdeh salan li Kurdistanê, herêma Amîdiyê dimîne. Li wir ji bo ku misyonerên îtalî ji zimanê kurdan fêm bikin û karibin bi mazûvanêrı xwe ên kurdên misilman re bidin û bistînin (piraniya filleyên herêmê jî bi kurdî diaxivîn û gelek lawje û tekstên dînî ên mesîhî bi zimanê kurdî hene), pêwistî bi ferhengeke îtalî/kurdî dît. Garzoniyê ku bîst û pênc salan misyonerî li nav herêmê kir, ev valahî bi wê berhema xwe ya nirxdar, dagirt. Mirella Galetti dibêje: Berhema Garzoni ne tenê bi kêrî misyoneran hat, lê wê gelek sûd da bazirganên ku têkiliyên aborî bi serokeşîrên kurdan re datanîn jî. Garzoni bi xwe di kitêba xwe de li ser xebata xwe weha dibêje:
Yekemîn misuonerê ku li Kurdistanê bi cih bûbîı, rahibê dotııeniki Leopold Solditıi bû, ewê ku ji sala 1760 heta sala 1779 li Zaxoyê nıabûı. Misıjoııerê duyem ez bûm ku min sala 1764 Mûsil berda ı1 hatim Amîdyê. Ez nikarim bibêjim bê ka rewşa min çendî zor bû û her weha çendî zor bû ku zimanekî ...

1) Vladimir Minorsky (1877-1966) dibêje ku Rûsya cihê zayîna kurdnasiyê ye. Ew dibêje ku akademîsyenê rûs, Pallas di sala 1787an de, bi daxwaza imperatora Rûsyayê Katherîna mezin, ferhengek danîbû, tê de peyvên gelek zimanna hebûn, û di nav de 276 peyvên kurdî. Ew dibêje ku haya Palas û Garzoni ji hev nebû, lê xebata Garzoni û xizmeta wî ya payebilind dihêle ku em wî mîna bavê kurdnasiyê bi nav bikin. (Minosrky- Kurd ...Rp. 65). Peter Lerch jî behsa wan 276 peyvên kurdî ên ku Pallas xistine nav ferhenga xwe û wergerandine zimanê rûsî, dike û dibêje ku, 193 peyv jê Nav (Substa ntiv) in, 25 Sifet (Adjectiv) in, 20 Lêker (Verb) in, 38 ên mayî jî Bernav (Pronom) û Edat (Partikel) û hijmar in. Binêre Lerch: Forschungen über ...Rp.16

2) "This work is very important in the Kurdish history as it is the first acknowledgement of the originality of the Kurdish language on a scientific base. Garzoni was given the title of Father of Kurdology, and of The pioneer Kurdish grammarian". Mirella Galetti. Binêre: http://www.ilab. org/db/detail.php?lang=de&membernr=1293&ordernr=B346676
Mînorskî bi xwe jî di kitêba xwe de dibêje ku, Garzoni bavê Kurdologiyê ye. Binêre kitêba (Kurd. Not û têbînî ....) Rp 65

3) Soldini sala 1779an li Zaxoyê wefat kiriye.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues