La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Di folklora Kurdî de serdestiyeke jinan


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1994, Stockholm
Préface : Pages : 153
Traduction : ISBN : 91-88592-03-0
Langue : KurdeFormat : 123x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 133Thème : Sociologie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Di folklora Kurdî de serdestiyeke jinan

Di folklora Kurdî de serdestiyeke jinan

Rohat di sala 1955'an de li (qeza Qersê, Kağızmanê hatiye dinyayê. Di 74'an de li Ankarayê, di Fakulteya Perwerdiyê de beşa psîkologjiyê xelas kiriye. Di sala 1978'an de welatê xwe terk dike û koçî Ewrûpayê dike. Niha li Swêdê dijî.

Nivîskariya Rohat digihîje salên wî yên zaroktiyê. Di Şanzdeh saliya wî de pirtûka wî ya pêşî "Zarokên Yeniceyê" derdikeve. Ew ji bo wê pirtûka xwe mehekê tê girtin.

Lê xebata Rohat li derveyî welêt bêtir kemilî. Ji bilî berpirsiy¬arî û endametiya redaksiyonên hin kovarên kurdî, wî bêî rawestan di kovar û rojnameyên kurdan de nivîsandiye û hê jî dinivîsîne. Herweha Rohat yek ji nivîskarên kurd yê bi ber e. Wî heta niha bi kurdî û tirkî nêzikî deh pirtûkan nivîsandiye.

Ev pirtûka ku berê hin beşên wê di kovara Nûdemê de derketibûn, lêkolineke cidî ya tema jinan di folklorê de ye.

Bi hêviya bicihanîna berpirsiyariyeke dîrokî, weşanxaneya me vê berhema hêjî pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî dike.


PÊŞGOTIN

Rengînî û dewlemendîya folklora Kurdî ji zûda bala rohilatnas, kurdnas, folklorîstan û gelek kesên mayîn kişandîye ser xwe. Mirov nikare tenê folklorê wek çend berhemên huneri bihesibîne. Folklor serborîya civatekê ya dîrokî, civakî, huneri û pêşketina zimanê wê civatê nîşan dide. Hemû ev yekan di nav folklorê de gîhiştine hev, di nav hev de hatine hunandin, ristin, di dawîyê de defîneke çandî pêk anîne, bûne çavkanîyên potansîyel. Akademîsyen û pisporê folklorê A. T. Ganalanyan, vê dewlemendî û rengînîya folklora Kurdî wek "ansîklopedîya civata Kurd ya jîyînê" bi nav dike. Ji ber vê yekê mirov peyvên folklor û jîyînê ji hev nikare bide cudakirin. Mirov dikare bêj e, folklor bi xwe jîyîn e, lê belê jîyîneke ku huner û edebîyat ji xwe re kirîye pêlekan. Ew jîyîna ku em di nav de ne, dem-dem rûsar dibe, carcar bîna mirovan teng dike, rijî, bêtam û bêlezet e, bi saya folklorê xwe gîhandîye li ser sînorên bedewîyê. Ev sînorên jîyîn, folklor û bedewîyê bi alîkariya îmkanên hunerî çawa em dibînîn her diçin tenik, zirav, barîk dibin, ji nûh ve tên hunandin û tên ristin.

Li Kurdistana Tirkîyê ji ber rewşa sîyasî, ji ber zordestî, qedexetî û tunebûna îmkanan, nimûneyên folklora Kurdî hem ne hatine berev kirin, hem jî li ser van berheman kar, xebat û lêkolînên zanistî nehatine pêk anîn. Ji ber van diwarîyan folkora Kurdî îro baş nayê nasîn. Folklor wek neynika civatekê ye, mirov dikare bi saya vê neynikê, civatekê baştir nas bike, bi hêsanî dikare xwe bigihîne kûraya sedsalan. Ji alîyê din, folklor hem ji bo ziman, hem jî, ji bo edebîyateke nûjen, bingeh û defîneke mezin e. Lê mixabin di nav Kurdan de ev defîne, veşartî û sergirtî maye, mimkun e rojekê ji rojan ev defîna giranbiha û hêja ji holê rabe, wunda bibe, bihele, di ro de here. Hêz û çend dorberên polîtîk yên zordest jî li Tirkîyê xwe vê yekê dixwazin, hewl didin ku hemû hebûnên çanda Kurdî ji nav rakin, bihelînin. Ronakbîr, nivîskar û folklorîstên Kurd pêwîst in pêşîya vê sefera wêrankirin, kambaxkirinê û xizankirinê bisekinin, çi dibe bira bibe, pêwîst e em her nimûneyeke folklora Kurdî derbasî serkaxiz bikin. Ev kar dîsa dikeve li ser milên Kurdan, li ser milên me.

Folklor, carina wek edebîyata devkî, carina jî wek bi zargotin jî tê bi nav kirin, edebîyateke kollektîfe, xelkê bi xwe ev edebîyata efirandîye, nivîskarên vê edebîyatê tune ne, ev edebîyata bi salan li ser zar-zimana maye, xwe parastîye, xwe nûh kirîye, dewlemend kirîye, bûye malê xelkê Kurd. Folklora Kurdî jî, çawa em dibînin ji van qonaxan re derbas bûye, hatîye gihîştîye van rojên îroyîn û beşeke çanda mirovahîyê pêk anîye.

Ev lêkolîna me, li ser beşekî folklora Kurdî hatîye pêk anîn, mirov dikare bêje xebateke bi sînorkirî ye, tenê di nav folklora Kurdî de cîhê jinan û motîfên li ser tema jinan nîşan dide, pêşkêş dike. Ji alîyê din vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora Kurdî jî, ji xwe re nekirîye materîyal, nedaye li ber çavan, tenê me nimûneyên xwe, ji nav çîrok gotinên pêşîya, destan û stran wek çar beşên bingehîn hilbijartîye.

Giringîya vê xebata piçûk ew e ku cara pêşîn li ser folklora Kurdî lêkolîneke bi zimanê Kurdî tê çêkirin, ji alîyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dîkare bêje du rûçikên vê pirtûkê hene:folklor û jin, herdu babet jî ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Xwendevan ji alîkî de dikare nasîya xwe bîde folklora Kurdî, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji alîyê din bi saya materîyalên folklorîk derbareyî cîhê jinan û rewşa jinan de dikare zêtir agahdar bibe, zaniyarîyên xwe pêşta bibe, nûh bike. Ji alîyê din dema ev pirtûk hate berçav kirin, xwendevanê bibîne ku, jinan di nav folklora Kurdî da ji xwe re textek ava kirine, serdestîke (hakîmîyet) wan heye. Bi kurtî mirov dikare bêje; gotin "gotina jina ye. Ev lêkolîna, ji alîyê din dikare bibe cesaret û referanseke piçûk ji bo lêkolînên mayîn.

Di dawîya vê pirtûkê de lîsteke ku ji pirûkên li ser folklora Kurdî pêkhatî jî cîh girtîye, xwendevan û kesên ku dixwazin zêtir li ser folklora Kurdî agandar bin, ev bîblîyografya piçek be jî dikare ji wan re bibe alîkar, kêrî wan bê. Her çiqas vê lîstê hemû materîyalên (wek pirtûk) li ser folklora Kurdî nehilçandîye, di nav xwe de berev nekirîye jî, lê belê em dikarin bêjin ku navên piranîya pirtûkên ku heta niha li ser folklora Kurdî çap bûne, di vê bîblîyografîyê de cîh girtine.

Wek her xebateke nûh, sedî sed kêmasîyên vê lêkolîna me jî hene, babetên ku ji ber çavên me revîyane jî hene. Eger xwendevan me yên ezîz, li ser van kêmasî û valahîyan me agandar bikin, bêguman emê gelek kêfxweş û dilşa bin. Çawa tê zanîn nivîskar û xwendevan gelekî hewcedarî hev in. Bêî hev nikarin bijîn.

ROHAT
Stockholm-1993




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues