La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Der barê sitratîcîya siyasî û spahîya tevgera welatîyî kurd

Auteur : Multimedia
Éditeur : Rewşenbirî Date & Lieu : 1999, Hewlêr
Préface : Pages : 192
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x225 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1823Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Der barê sitratîcîya siyasî û spahîya tevgera welatîyî kurd

Der barê sitratîcîya siyasî û spahîya tevgera welatîyî kurd

Ismet Șerîf Wanlî

Rewşenbirî

Ez di dawîya gulana sala 1937 de li gundê Kêstek de li Herêma Cezîrê de li Kurdistana Surî de ji malbata Başokê Yezîdîyî Musulman de hatime bizayîn; jiber ku fermana Bav û kalên min li ser destên Selteneta Osmanî de der sedsalê nozdehan de li Şingalê de hate birakirin û bi darê zorê ve gumgume bi destên me ve dane bihilgirtin.
Min xwendina xweyî dibustanê li bajarê Qamişlo û Şamê de ji sala 1946 tanî sala 1959 de di nava hin dibustanên Suryanî de date bidawîkirin.

Di pêşî de di payîza sala 1959 de min li bajarê Şamê de di zanistgeha wê de di berê felsefê de date bixwendin.

....

KURTÎYA JÎYANA MIN DI NAVA ÇEND RÊZ Û DÊRAN DE

Di pişt re di buhara sala ı960 de li Elmanya Fêderalî de li bajarê Monîx de di zanistgeha wê de di berê zanistîyên dewletê de tanî sala ı963 de date bixwendin.

Di payîza sala ı963 de bi saya Partîya Demokratî Kurdistan ve xwendin li Elmanya Demokratî de bi destên min û neh Hevalên dinî Partî ve hate bikevtin û min li Berlina Rojhilat de di Kolêca Aburî de aburîya siyasî date bixwendin.

Di tîrmeha sala ı967 de min têde Diplom di zanistîya mêjûwa aburîya siyasî de date biwergirtin û herwehajî têde di reşmeha sala ı972 de min Doktora di zanistîya mêjûwa aburîya siyasî de date biwergirtin.

Ji sala 1972 - 1975 de min di warê wergerandinê de didate bikarkirin.

Ji sala 1975 tanî sala 1992 min li zanistgeha Hombold de li bajarê Berlin de di berê mêjûwa aburîya siyasî de bi giştî ve û di mêjûwa aburîya siyasîya Dewletên paşkevtî de bi taybetî ve didate bikarkirin.

Ji sala 1953 de min xwe bi zimanê meyî şêrîn û perest ve didate bimijûlkirin û wî û herwehajî mêjûwa me tevaya bala min bi ser xwe ve didatin birakişandin. Bi xewna zarotîya min ve dihate biderkevtin, ku ez di warê wî û herwehajî mêjûwa me de bidimbikarkirin û wan bidim bipêşvexistin, da ku miletê Kurd ji sedsalên navî û bendîtîyê de bête birizgarîkirin û bi serxwebûnê ve di nava Kurdistanê de bête bitackirin; jibervêjî ve ez ji bona xwendekarîyê ji bona Ewropa hatim biçûyîn.

Cîhanbînîya min di têgihiştina diyalêktîka jînê de li ser felsefa Zerdeştî, Aristo, Xanî, Hegel û Marx de tête bibingehkirin û têgihiştina min di çarekirina pirsa kurd de û pêkanîna Dewleteke Milîyî ser bi xwe ve di nava Kurdistanê de li ser rêbazê Barzanî û felsefa Xanî de tête bicî û biwarkirin.

Ji sala 1953 de û hêjî ez bi Endamê Partî ve têtim biderkevtin û her û her ez bi jêhatî ve di nava rêzên wê de bi mîna Endamekî ve didim bikarkirin.

Di nava salên 1979 tanî sala 1993 de bi Endamê Komitîya Nawendî û Endamê Mekteba Siyasî ve dihatim biderkevtin.

Di sala 1996 de ez bi Nîşana Barzanî ve hatim bixelatkirin û herweha jî bi Rawêjkarê Siyasî ve ji bona Mesud Barzanî hatim bidestnîşankirin.

Ji sala 1964 de min jinek Elmanî dayite bianîn û lawekî me bi navê Ciwan ve tête bidîtin, yê ku ew bi yekekî ve ji Zanistvanên Gencên Elmanî ve di Zanistîya Elektironik de tête biderkevtin.

Min di jîna xwe de ji xwe re bi zimanê Erebî, Ingilîzî, Suryanî, Farisî, Elmanî û Rusî ve dayête bixwendin; belam min Suryanî û Rusî dane bijibîrakirin.

Li vêderê de ez hinek ji karên xwe li ber destên Xwendevanên giramî de didim bidanîn û ew jî evin; tevî ku armanca min di jînê de tête biderkevtin, ku ez sed nivîstan bi Kurdî ve bi zaravayê kurmancî ve ji bona, nivîstxana Kurdî bidin binivîsandin:

.....

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues