La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdistana Turkî di navbera herdu cengan de


Auteur :
Éditeur : Rewşenbirî Date & Lieu : 1999, Hewlêr
Préface : Pages : 192
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x220 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4506Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdistana Turkî di navbera herdu cengan de


Kurdistana Turkî di navbera herdu cengan de

A. Hesretyan

Rewşenbirî


Tevgera Rizgariya Kurd li Turkiyê de, ya ku bi destpêkirina Sedsalên Bîstan ve hatîye bidestpêkirin, piştî derbasbûna xwe di hin qonaxên pêşketina xwe de nîşana rizgarkirina Milî ji xwe re date biwergirtin. Ev tevgera hanê beramberî pêrabûnên siyaseta Şovîniyî Borcuwazîyî Turkî hate binokirin, ya ku ew di bin Rêberiyên "Turkiya Genc" de dihate biwênerkirin.

Bezandina Imperetoriya Osmanî di Cenga yekem de, topavêtina mêldariya Musulmantîyê û Osmanîtîyê, ligel jî gûrbûna Mi1îbûnaTurkî de, ya ku wê Turkirinû Hilandina Kêmaniyên Miletên din bi darê zorê dida bidaxwazkirin, hişt, katbûn û pêşvexistina Şiyarbûna Milîyî kurd û gewrebûna tevgera wîyî Rizgarî pê bête bidestpêkirin.

Miletê Kurd jî mîna Miletên din di zîneta herifandina ...



PÊŞGOTIN


Xwendevanên hêja!

Vaye ez nivîsta Kurdistana Turkî di Navbera Herdu Cengan de ji bona nava destên we didim bidanîn.

Ez ji Xwendevan û Rexnevanan hêvîya lêbuhurandinê li ser hemû van kur û kêmanîyên de didin bidaxwazkirin, yên ku ew di nava vê nivîsta hanê de têtin bidîtin.


Ev nivîsta hanê min ew di 6. 1. 1988 de ji zimanê Erebî date biwergerandin, ya ku ew ji bal Dr. Sededîn Mula û Bavê Nazê ji zimanê Rusî hatibû biwergerandin. Ez dixwzim li vêderê de sipasîya xwe ji bona van herdu Dostan li ser vî karê qenc de bidim pêşkeşkirin.

Min ev karê hanê himji bona pêşvexistina zimanê me û him jî ji bona bêtir têgihiştin û pêgihiştina Miletê me di mêjûwa xwe de date biwergerandin; jiber di vî warê hanê de kêmanyên me bi pir zor ve têtin bidîtin.

Danerê vê nivîsta hanê Profisor Hesretyan Serkê Beşê Kurdî li Zanistgeha Moskê de tête biderkevtin û ew yekekî bi pir karnas ve di warê mêjuwa Kurde de û herweha jî ji dil û can ew bi dostekî Ermenîyî Kurdî şêrin ve tête biderkevtin.

Ez tevaya sipasîya xwe ji bona vî dostê şerın û xweşewist ji dil û can didim bipêkşeşkirin, Hevîdarim, ku her û her dostanîya Gelê Ermenîyî xweşevist ligel birayê wîyî Mar de, weha Ermenîyan di mêjûwa kevnar de Kurd didan binavkirin, bête biberz û bibalakirin.

Ev karê bi nerx û hêja ve demeke pir giring û xwînavî û hêjîbêtir poşandî di mêjûwa me de dide biderxistin û biraxistin, ya ku ew tanî nihajî hêjî pir bi kêmbûn ve li ser oe hatîye binivîsandin.

Serpêhatîyên rûdanên vê pêlê dûr yanjî nêzîk bingehên wan di tevaya siyaseta Osmanî de di dawîya sedsalên heştdehan de beramber bi Kurd ve tête biderkevtin û wê ji wê demê bi xwe jî ve daye bidestpêkirin.

Piştî bezandin û rûxandina Dewleta Osmanî di sala 1918 de û bi dawî hatina cenga yekem ve û bi girtina kokgirê aşîtîyê ve li Sêver de û peymana wê di sala 1920 de beramber bi çarekirina pirsiyariya Mîlîyî Kurd de hêvîyeke mezin ji bona serxwebûna Kurdistanê li nik Miletê Kurd de ji nû ve careke din hate bidîtin.

Kurdan li gora zanebûn û karîna xwe de careke din ji nû ve ji bona vê mebesta perest di serxwebûna Kurdistanê de dane bixebatkirin.

Pir dek, dolab û vîlik li ser serên Kurd de hatin bigerandin û di encamê dawî de li ser bingehê Peymana Sayks-Piko de, ya ku ew ji bona parvekirina Dewleta Osmanî di navbera Igilistan, Firensa û Rusya de li bajare Beyrudê de di sala 1916 de hatibû bigirêdan, ji nû ve Kurdistan di navbera çar Dewletan de hate biparvekirin û bibendekirin.

Bingehê vê parvekirina hanêyî nuh û hemû destanên, yên ku ew tani niha bi ser serên Kurd de ji bal van Dewlewtên Dagîrkerên Kurdistanê de têtin bikirin, tevde ew li ser dewlemendîya Kurdistana Jêrî de li ser nefta wê de hatin û hêjî têtin bikirin.

Ev jî di bin nav û nîşana pirsiyariya Musilê de di sala 1925 de tête bidîtin, ya ku bingehê çarekirina wêna di navebera Turk û Ingilîzan de di sala 1926 de hate bikirin.

Hoyê çarekirina vê pirsa hanê di nava wan Dewletan de di Peymana Lozanê di sala 1923 de hate bikirin, ya ku têde Peymana Sêver beramber bi Kurd ve ji bona daketina Turk ji Wilayeta Musilê, -ango bigir ji tevaya Kurdistana Jêrî ligel nefta wê de ji bona- Ingilîz-, bi carekê ve hate bihilanîn û bijibîrkirin.

Destana Netewê Kurdî perçekiri bi hemû nobûn û hovîtî ve ji bal desthilatîyên Dagîrkerên Kurdistanê de hate bidestpêkirin.

Dirbûn û hovîtîya wan beramber bi Netewê Kurd ve gelekî ji Ramyarîya Kolonyalîya Portogalî û Sipanê li Emerîka de bitûjtir, notir û hovtir ve tête biderkevtin.

Ramyariya -Siyaseta- wan nebes tenê li ser talankirina dewlemendîya welatê me û kole û bendekirina Miletê me de tête bi avakirin, na hêjîbêtir ew li ser qirkirina wî de bi carekê ve tête bihîmkirin.

Li ser vê dewlemendiya welatê me de tanî irojî hêjî Dewltên Kolonyalîyî Dagîrker bi hemû hovîtî Kurdistana me didin bitalankirin û bi serdejî ve bi hemû çekên dujehî jî ve ji bona bendekirin û qirkirina Miletê me bi Çekên Kimyawî û Biyolocî ve didin bikarkirin.

Careke din jî di vê Pêla me de ji nû ve bi hemû xurtbûn û nobûna xwe ve pirsiyarîya Kurd ji bona serxwebûn û pêkanîna Dewleteke Milîyî Hevgirtîyî serbixwe ve ji bona gorepana rojhilata navîn hatîye bikevtin.

Ev xebata me vê carê di vê pêla niha de bi saya xebata Miletê me û yekbûna wî li Kurdistana Jêrî de bi qonaxeke pir bilind û giring ve hatîye bivegihaştin.

Piştî avêtina Çekên Kimyawî û Biyilocî ji bal Dewleta Iraqê de ji bona qirkirina Miletê Kurd tevaya dunyayê vê carê ew bi hewara Kurd ve hate bihatin. Destên Serdarên Iraqîyî regezperest dane bikuitkirin û Siwaneke Sipahîyi Parastinê ji bona ser kurdistana Jêrî ji bal hêzên Hevalbend de beramber bi hovên Serdarên Mirovxwerên Iraqî de hate bivedan.

Di vê salê de rûdanên pir giring û kûr di mêjuwa me de û herweha jî di mêjuwa rojhilata navîn de hatin bidestpkêirin.

Helbijartina demokrasî, pêkanîna desthilatîya Kurdistan û dazanîna Dewleta Fêderalî -Hevgirtî- ji bona Kurdistana Jêrî de hêvîya Kurd di serxwebûnê de li ser bingehê siyaseteke nerm, liserxwe û rast de hate bidanîn.

Ev Ramyarîya hanê nebes tenê berjewendîya Gelê Kurdistanê dide biderxistin, herwehajî û pêrejî berjewendîya Gelê Ereb, Turk û Iranî jî dide biderxistin, ku ev Miletên hanê bi hev re û mîna hev di serxwebûna Milî û Welatî de ji bona xweşbûna abûrî, pêşveketin û geşbûna civakî bêtin bijîyandin.

Ji bona vegirtvan û talankerên hovên Serdarên Kurdistanê ji Ereb, Ecem û Turkan bes û bi tenha ve du rê têtin bidîtin, da ku ew li ser de bêtin biçûyîn:

1. Rêya pêrûniştina serxwebûna Kurdistanê û pêkanîna Dewleteke Milîyî hevgirtîyî serbixwe ve li seranserî Kurdistanê de û jîyan ligel Netewê Kurd de bi aşitî û dostanî ji bona xeşbûna jînê û bikaranîna hemû dewlemendiya van welatan bi hev re ji bona berjewendîya Gelên xwe tête bidîtin, da ku ew jî tevde ji vê li paşvekitana hanê de bi hev re bêtin birizgarkirin.

2. Çuna sertî li ser vê siyaseta niha de bi talankirina dewlemendîya Kurdistana me, kole û bendekirina Miletê me, na hêjîbêtir bi qirkirin û nabûnk.irina Netewê Kurd ve tête biderkevtin.

Ev siyaseta hanêyî dawî bi giştî ve ji bona Netewê Kurd bi destaneke gewre û giran ve, lêbelê bi neçarî ve bi serxwebûn, yekgirtin, rizgarkirin û xurtbûna wî ve tête bidawikirin.

Lêbelê ev siyaseta hanêyî dawî bi giştî ve dê ji bona ereb, Turk û Iranî bi destaneke deha gewretir, kûrtir ve oête bidawîkirin, ku di encame dawî de bi neçarî ve li ser vê siyesta çepelî kotî de ew dê bi dehan sal ber bi ber paşvexistinê ve bêtin birakişandin û dê welatê wan dûr yanjî nêzîk bête bikavil û biwêrankirin.

Baştirîn nimûne li ser vê siyaseta dir û hov beramber bi Gelê Kurd ve siyata Dewleta Irqêyî bêtir ji pêncî sah ve tête bidîtin, ya ku ew di encamê dawî de bi wêrankirina wê û rûxandina wê hate bidawîkirin, di wê roja pîroz de, di roja Dazanîna Dewleta Havgirtî-Fêderalî- de li Kurdistana Jêr de hate bidîtin.

Ev rastîya hanê divê bi diyarî ve ji bona wan Dewletên Dagîrker û Kolanyalî û herweha jî ji bona Miletên Ereb, Turk û Iranî jî bête bigotin.• E,v Dewletên hanjiber vê bi destkevtina Kurd ve cerg û hinav li wan de tête bilerizkirin.

Taya mirina desthilatî, talankirin, kolonyalîkirina wan ji bona Kurdistana me vaye dayite bidestpêkirin.

Hîç gûman têde niye, ku Netewê Kurd ji dil û can ew dixwaze bi serxwebûn, xweşî û dostanî ve ligel Miletên Ereb, Turk û Iranî de bête biijîyandin.

Ev Miletên hanê hemû mîna hev û bi hev re bi baştirîn dostên Netewê Kurd ve têtin biderkevtin û Kurd jî bi xwe jî ve bi baştirîn dostên wan tête biderkevtin, heger ku ew bi rastî ve di bingehê qazanc û berjewendîya xweyî Milî de di niha de û hêjîbêtir di yyinde de bêtinbi liberketin.

Azadîya me Kurdan bi azadîya van Miletan ve tête bigiredan û herwehajî azadîya van Miletan jî bi azadîya me Kurdan ve têtebigirdanê. Miletekî azad Miletekî din Jêrdestên xwe nade bikirin.

Destana van Miletan di wê çaxê de dê bête bidestpêkirin, gava ku ew vê rastîya hanê di serguhên xwe re bidin biavêtin.

Li vêderê de bes û bi tenha veji bona bibîrxistinê em ji bona dostên xweyî Gelê Ereb li Iraq û Surî de vê rastîya hanê didin bixuyanîkirin û li ber çavan wan de didin bidanîn:

Bê ava Kurdistan Iraq û Surî nikarin bi başî û xweşî ve bêtin bijîyandin, na hêjîbêtir ew nikarin wetov nala niha jî bêtin bijîyandinbijîn?

Herwehajî ma gelo dê Turkî û Iran jî bi bê çarekirina pirsiyariya Kurdistan di serxwebûn û yekgirtina xwe de dê bikarin ew xwe bi pêş ve bidin bixistin?

Her Mirovekî piçekî têgihiştî di mêjûwa rojhilata navîn de, di ruêjûwa xebata serxwebûna Milatan de di seranserî cîhanê de bê çare kirina serxwebûna Kurdistan û yekgirtina wê ev Dewletên Dagîrker, Talanker û Kolonyaliyên Kurdistan ji bal Netewê Kurdê gernas û mêrxas de di encamê dawî de dê bêtin bitarûmarkirin.

11 Kurdistana Turkî di Navbera Herdu Cengan de mêjuwa rûxandin û nemakirina Babil û Nîneva divê her û her li ber çavên van Talankeran û Mirovxweran de bête bidanîn.

Netewê Kurd ji berî pênc hezar sal di hemû qonaxên mêjûwa rojihilata navîn de her û her bi mêrxasî û gernasî ve li ber rûmeta welatê xwe de beramber bi pir Vegirtvanên bi nav û deng ve di mêjûw de hatîya birabûn û ew di encamê dawî de ji nava Kurdistana xwe dane bderkirin û bipengizandin û hêjîbêtir bi hust bi bi hust ve pê bi pê ev xakê pere st ji gemara tapanên Dujminan daye bipakkirin û birizgarkirin.

Pirsa ku ew niha xwe bi darê ço ve dide bikirin, ma gelo dê ev Talenkerên Serdarên Dagîrkerên Kurdistana me di vê rastîya hanê de bêtin biliberkevtin, di vê deme ku Netewê Kurdî perçekirî bi şiyarbûna Milî û serxwebûna Kurdistana xwe ve di tevaya dunyayê de bi nav û deng ve tête bikirin û ew şev û roj ji bona durujmê Kurdistan yanjî Neman bi pêgîrî ve jê re dide bixebatdikin.

Mujde li asûwê esmanê Kurdistana me de vaye Dazanîna Dewleta Havgirtî-Fêderalî- li Kurdistana Jêrî de tête bidazanîn. Ev hêvîya bi hezaran sedhezaran ji gorîyên Kurdistan di rêya rûmet û xebatê de ji bona serxwebûna Kurdistana me û yekbûna wê vaye hêdî hêdî bi nermî ve, li ser xwe de û hêjîbêtir li ser bingehê hiş de tête bicihanîn.

Tevaya Kurd li seranserî Kurdistanê de niha yek erk û armanca jêre tête bidîtin: ew jî şev û roj xebat û karkirin ji bona xurtkirin û pêsvexistina vê Dewleta Kurdistana meyî perste dide bikirin, ya ku. ew hêvîya jîna me ye, na hêjîbêtir ew tevaya Mirovaniya me bi xwe ye.

Dermanê vî derdê me mîna hercar ew bi carekê ve di "bingehê yekitîya Kurd de li seranserî Kurdistanê de tête bidîtin, Ev yekitîya hanê bi rêzana destûra serxwebûn,yekgirtina Kurdistana me û pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe ve tête biderkevtin.

Dujminên me di hemû pêlên mêjûwa meyî tirş û tal de her û her wan ji duberîyê di nava Miletê me de bi hemû tuwana xwe ve dane bikarkirin û bi rastî jî ve her û her bi vî karê hanê ve wan em di nava xwîna me de dane bivegevizandin û welatê me ji xwe re ser li nû de bi mêrga kuştin û talanîyê ve dane bikirin.

Jibervêjî parastîna yekitîya me bi erkekî herî gewre ve li ser şanên me de tête biderkevtin. Bêyî vê yekitîya Kurd li seranserî Kurdistan de bivin yanjî nevên, dê em hemû bidestkevtinên xwe ji nava destên xwe bidin biberdan û biwindakirin û careke din jî bi neçarî ve destana me ji nû ve, lê vê carê hêjî gûrtir û bedtir dê bête bidestpêkirin.

Berî ku ez vê pêşgotina xwe bi dawî ve bînim bianîn, ez li ser xwe de didim bidîtin, ku ez li vir de tevaya sipasîya xwe ji bona Fewzî Esed, Dr. Fewzî Resul, Mizgîn, M. A. Delawî û Ciwan li ser alîkariya wanî bi nerx ve ji bona bicihanîna vî karî bidim bipêşkeşkirin.

Berlin, di 2 çirîya paşî 1992 de

Dr. M. S. Cuma




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues