PÊŞGOTIN
Min ji mêj de didate bixwestin, ku ez li ser rûdanên siyasî de di nava welatê me de ji sala 1956 de tanî vê roja meyî neha de bidim binivîsandin; belam min di pêşî de date bixwestin, ku ez demeke nîşankirî ji deh salan de li ser sê berên cudan de bi zimanê me ve di warê wergerandinê de bidim binivîsandin; jiber ku hemû pêşkevtina miletan di warê zanistî û zanebûnê de di pêşî de di rêya wergerandinê de dayite bidestpêkirin.
Jiber ku ez tevaya karê xwe di şiyarkirinê de didim bidîtin; jibervêjî ve min di pêşî de ji bona pêşvexistina zimanê me û bi taybetî ve ji bona pêşvexistina zaravayê kurmancî date bikarkirin, jiber ku ev zaravaya hanê mîna tevaya zaravayên din her û her ji bal dagîrgerên Kurdistanê de di her gavê de dihate bişerkirin û rê li ber de dihate bigirtin. Herwehajî Dujminên me bi her navekî jî ve her û her wan didatin bikarkirin, ku ew mêjûwa me him ji nava serên me û himjî ji nava bextên me bi carekê ve bidin biderxistin û wê li ber çavên me him bidin bitarîkirin û himjî bidin bireşkirin û bes û bi tenha xwe ve mêjûwa xwe li ber dil û çavên me bidin bişêrînkirin û bi vî rengê hanê ve û bi hisanî ve bi saya jîbirkirina ziman û mêjûwa me ve bi xişkayî û xweşkayî ve me di nava xwe de bidin bijavkirin. Weha min di warê duwem de di wergerandinên xwe de giranîya xwe ji bona ser wergerandina nivistên li ser mêjûwa me de ji bona zimanê dê, zaravayê kurmancî date bixistin. Di qonaxa sêyem de di wergerandina xwe de min hin ji giranîya xwe ji bona ser rêmanên dema vejandînê li Ewropa de date biavêtin, ku miletê me bi zimanê xweyî dê ve li ser bîr û bawerîyên dema vejandinê de bête biagehdarîkirin; jiber ku ew bi bingehê tevaya vejandina Ewropa ve hatine biderkevtin û li ser bingehên wan remanên hanê de tevaya pêşkevtina Ewropa û Cihana Nuh -Emerîka- tête biavakirin. Min hemû nivîstên di bernameya wergerandina xwe de ji bil nivîsta Komara Eflaton, nivîsat Syasetê ji bal Aristo û Girava Nigaşî ji bal Tomas Mor de dane biwergerandin. Min nikarîbûn ev nivîstên hanê di dema nîşankirî de bidana biwergerandin; jiber ku min di wê navê de çar nivîs tên Mesud Barzanî datin biwergerandin. Min di vê pêla wergerandinê de ev nivîstên hanê dane biwergerandîn, ji yên ku ew li ser CD. Rom de hatine biçapkirin;
.... |