La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Cîhana Sofî


Auteur :
Éditeur : Do Date & Lieu : 2008-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 542
Traduction : ISBN : 978-9944-108-58-4
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kr. 5117Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Cîhana Sofî

Cîhana Sofî

Josteîn Gaarder

Do


Mamostê felsefê Gaardner (1952) Norwêcî ye û nemaze bi pirtûkên xwe yên ber bi ciwana tê nasîn. Cîhana Sofî ji sala 1991'ê ku hatiye weşandin û vir ve bi zimanê îngilîzî, rûsî, erebî, japonî, tirkî jî di nav de zêdeyî çil zimanî hatiye wergerandin û weşandin.
Di serdema me de mirovên xwediyê zanistiyên di rû de dişibin hevdu. Wekî Goethe gotiye; "Mirovê nedikaribe hesabê sê hezar salên xwe yê derbasbûyî bike ew mirov rojane dijî." Bona mirov nebin ji mirovên ji rêzê yên Goethe dibêje va berhema hêja gaveke girîng e.
Cîhana Sofî li her kijan welatî hatiye weşandin serkeftina pirtûka herî zêdetirîn hatiye xwendin û firotin bi dest xistiye. Hêvîdar im mîna waneya felsefê rojekê di dibistan û zanîngehên Kurda de bête xwendin.


Mirovê ku nikaribe
hesabê sê hezar salên
xwe yê derbasbûyi bike
ew mirov rojane dijî.
Goethe

Ev pirtûk ne bi alîkariya Sîrî Dannevîg bûya çênedibû
Nivîsksar, J.G.


PÊȘEK


Bi rastî min dixwest berhemek mîna Cîhana Sofî ji keç û xortên kurdan re binivîsanda. Encax ku min ev pirtûka xwend (2004) û şûn de min fêm kir ku ne gengaze romanek li ser felsefê ji pirtûka birêz Jostein Gaardcr hêj rindtir, vekirîtir û berfirehtir dê bikaribi!" binivîsim. Ji ber vê yekê min biryar da vê pirtûka hêja wergerînim kurdî ji bo pirtûkek wiha ronîker nivîsiye jî birêz nivîskar û Jostein Gaarder pîroz dikim. Hêvîdar im rojekê ev pirtûk di dibıstanên kurdan de wek waneya felsefe bête xwendin. Bona ev romana bi kurdî bêye fêmkirin dixwazim çend gotina binivîsim.

Hîlde, Sofî, Alberto û Serdar di navbera vê dinyê û dinya wî alî, di navbera mirin û jiyanê, di navbera xewn û xeyal û rasteqîniyê, di navbera îdealîzm pêzeweriyê (materyalîzm) de misêwa nola di û hêlekanekê de bin, diçin û têtin. Carinan Sofî dibe Hîlde, car caran jî Hîlde dibi Sofî, Wekî weliya, wekî qencên Xweda, wekî pêxember, feylezof, zanyaran, feqîr. pîr, metran, rahîp, keşîş û hemû Ezîzê Xweda liser dijîtiyên jiyan û mirinê, gerdûnê, hebûn û tunebûnê, zanebûn nezaniyê, tarî roniyê, her tim li pey hev û bera dû hevdu didin difikirin. Lê bi hezar sala ye van sêhrebaziyên mezin, û van sirên, van nehêniyan, van nepeniyan hê jî mirovahiyê dernexistiye holê û hîna nikarin bi hevdu bidin qebûlkirin.
Wekî sêhrebazê kîvroşk ji şewqe derxdixe, em jî ji vê gerdûna mîna kîvroşka hatine derxistin. Lê ger çawa em nedızanin sêhrebaz kîvroşk ji şewqê gundorîkî ka bi çi awayî derdixin, em nedizaninji     vê kaînatê jî em çawa derketinin.
Her kesê ligorî bingeha xwe, ligorî zanebûna xwe li gorî bejn û bala xwe ji vî Bexçê Bihuştê dê para xwe bistîne. Bes tu kes nedikare fêkiyên vî bexçî, giştikî bidin hevdu. Lê dixwazim hemû xort, keç di nava vî bexçeyê bihuştê re derbas bibin û tama, eqla û çêja zanebûna felsefê, zanistê nola fêkiyên bihuştê ji vî bexçeyî bistînin.

Ev çîroka mirovahiyê ye, ev çîroka însaniyetê ye. Ey keç û xortên Kurdan, bona neteweya kurdan neyê tunekirin bi zanayî nêzî hemî bîr û bawerî, doz, ol û -tzm'a bibin. Dek û dolabên di nava civaka kurdan de ava dibin hatin in avakirin; ji bona wê yekê ye ku û kurdan bikin neyarê hev û gelê kurd ber bi nezaniyê tariyê bibin û in. Her neteweyek li gorî xwe olek, bîr û baweriyek, -îzm'ek ava kiriye û ji civaka xwe re kiriye rêber. Lê çiqasî tiştek gerdûnî be, ji bona mirovahiyê derbasdar be û zanistî be, ew tişt hewqasî rasteqînî ye. Tiştek îro rast be dibe ku roja din xelet derkeve, tiştekî do rast bû dibe ku îro ne rast be, hin tiştên bi salan em rasteqîn dizanin piştî ku sal diborin em dinêrin ku ne rast derdikevin. Ji ber vê yekê, biryaran zû bi zû nedin. Elimandinên me, ramanên me ligorî pêşketina zanist teknolojiyê, li gorî aborî, derdor, têkilî, jiyan û hwd. têne guhertin. Di cîhanê de yek rasteqîni heye ew jî "guherîn û veguhesîn" e. Ez hêvîdar im ku tu raman, fikir ol û bîr û bawerî bê rexneyî, bi koranî neyê pejirandin.

Gelo "teqîniya mezin" (the big bang) hilm dayina kaînatê ye? Wekî hûn dizanin hilmdayin ji du beşa pêk tê: Carekê mirov hilmê dikşîne carekê jî berdide. Gava mirov hilma xwe dikşîne bi noşîcanê (oksijen) xwîna xwe paqij dike, hilma xwe berdide gemara nava xwîna xwe diavêje derve. Kêm zêde 14-15 milyar sal berê gerdûnê hilma xwe berdaye lê hîn nekişandiye. Ji ber ku ezmannas dibên hêj gerdûn fireh dibe. Hilm dayin û sitendin kêm zêde wek hev demê distîne. Nexwe 14-15 milyar salên din kaînat dê hilma xwe şûn de bistîne, cismên li kaînatê belav bûye dê dîsa bên cem hevûdu û haşer maşer û dawiya gerdûnê dê pêk were? gotinek balkêş di nava gelê kurd de heye: dibêjin hilma Xwedê yî teng çil sale? Gelo her çil milyar salî carekê gerdûn tê cem hev û dîsa belav dibe? Gelo xweza ya Xweda heta niha çend caran hilma xwe ya pîroz berdaye û çend carên din dê hilma xwe ya pîroz bistîne û berde? Kî di­zane? Ev xwezaya pîroz ya me gişa ye. Hemî mirov ji vê xwezayê berpirsiyar e.Divê mirovahî li vê xwezaya xwedî derkevin, paqijbihêlin. Lê ger mafê herkesî xwezayî, netewî, kesayetî neyê dayin, aşitî, biratî, parvekirin, pêk neyête; mirovahî bi destê xwe wê vê Cîhana mîna bihuştê tune bike. Mirov hemî yek e. Tu ez im, ez jî tu me. Vê yekê ji bîr neke.

Zimanê kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e. Bisedsalan hatiye qedexekirın. Lê dihelandina vî zimanê qedîm de çi kesek,çi neyarê vî zimanî biser neketiye. Ji niha wê de bila qet serê xwe jî, serê me jî neêşînin. Ew kesên ku digotin kurdî tune ye, bi wergera vê berhema giranbiha, ez bawerim wê veciniqin û dê şerm bikin.

Ne gengaz e di berhemek wiha giran de ku xeletî û kêmasiyên min çênebibin, Ez hêvîdar im nîqaşê li ser va kêmasîna pêkbê û va guftugoyên li ser zimanê kurdî dê me hêj bi pêşdetir bibe. Lê mixabin her ku diçe ramîn, fikirin, hizirîn, xwendin kêmtir dibe, heta tune dibe. Bes mirov temaşe dikin. Ez hêvîdar im keç, xort, ciwan û hemî mirov hinekî dev ji temaşekirinê berdin û hinekî bixwînin, bifikirin û biramin. Ji ber kêmasî û şaşitiyên xwe, ez ji niha ve lêborîna xwe dixwazim.

Ev werger ji bona bîranîna girtiyên girtîgeha leşkerî ya E tîpî ya Amedê, xebata li ser berfirehkirina zimanê kurdî ye û dengê bîranîna hewara aşitî û biratiya şehîdê girtîgehên Amedê, bi kurdî ye.

Ahmet Gegez



Bexçê Bihuştê

... di encamê de tiştek wiha an jî wisa di demekê de diviyabû qet ji netiştekî çebûbûya ...

Sofî Amundsen ji dibistanê vedigeriya malê. Dema hinek rê bi hevala xwe, Joanna re dimeşiya, qala robota kiribûn. Li gorî Joanna mejiyê mirovan wekî kompîturek pêşdeketî ye. Lê Sofî pir ji vêya ne bawer bû. Ma ne pêwist bû mirov tişteki ji makînayekê hîn wêdetir bûya? Li nêzî marketa mezin ji hevûdu veqetiyabûn. Sofî ji xaniyên ku di qadeke dirêj û berfireh de hatibû avakirin di yekî yek qat de rûdinişt. Xaniyê wê ji xaniyê Joanna ji dibistanê du qatî dûrtir bû. Li paş mala wan tu malên din tunebûn û li pişt mala wan daristaneke kûr dest pê dikir. Jı ber ve yekê Sofî digot qey mala wan li wî serê dinyayê ye.

Sofî dageriya kuça nefelê. Li binê kuçeyê zîviroka jê re digotin "zîviroka kaptan" hebû. Ji xeynî yekşem û şemiyê pir kes di vê rêyê de nediçûn.

Rojek ji rojê gulanê ên ewil bû. Di nav hinek bexçe, di bin darên fêkiyan de bi qefil nêrgiz vebûbûn. Dar ber bi perdeyek kesk hatibû xemilandin. Destpêka pêşveçûn û çêbûna her tiştî di van demsalan de pir balkêş bû! Berf diheliya Lê pê re hewa germ ronî dibû, û di zikê axa bêcan de ew şênkahiya dar û beran, ew qudreta ku wan ji erdê dide pijiriqandin, ka çi ye? Sofî wextê deriyê bexçe vekir, çavek li qutîka postê xist. Di qutîka postê de ji broşurên reklaman û çend zerfên mezin ên ku ji bo diya wê hatibûn pêvetir, tiştekî din tune bû.

Sofî berî ku here oda jor û li ser wêneyê xwe bixebite, liser maseya metbexê komek mezin ji kaxizan çêdikir.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues