Weşan : Nûdem | Tarîx & Cîh : 1998, Stockholm |
Pêşgotin : | Rûpel : 141 |
Wergêr : | ISBN : 91-88592-35-9 |
Ziman : Kurdî | Ebad : 122x195 mm |
Mijar : Wêje |
Danasîn
|
Naverok | Pêşgotin | Nasname | ||
Epîlog "...Min xwendine, mîrê min. Yên me î malê jî zêde bi zimanên ciyê, bi babetên ciyê, ji niviskar û pênûsên ciyê min pirtûk xwendine û min lezeta wan hemûyan guvişandine nava ruh û hundurê serê xwe. Bi aheng û harmoniya helbestên wan ez bûme bayekî payizî û bi pêlên avên çeman herikîme, her girangotineke wan di devê min de bûye şekirekî şerabî û ez pê sermest bûme, mîrê min..." |
Prolog Ji bo ku ev çîroka ha were nivisandin, wî bi bêjingan titûn ne kişand, bi kûpan şerabên kevnesalan venexwar, gund bi gund ne geriya û mijar berhev ne kirin, bi dehsalan li ser ne sekinî û lê hûr ne bû, wekî mirîdan çavên xwe ne girt û guhdariya aliman ne kir, li civatên eşîran rûnenişt tizbî di nava tiliyên xwe de li ba ne kir û mîna dengbêjan ne lorand. Bi gotineke din, Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê serpêhatiyê ev çîroka ha ne nivisand. |