La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Epîlog


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1998, Stockholm
Préface : Pages : 141
Traduction : ISBN : 91-88592-35-9
Langue : KurdeFormat : 122x195 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Epîlog

Versions:

Epîlog

"...Min xwendine, mîrê min. Yên me î malê jî zêde bi zimanên ciyê, bi babetên ciyê, ji niviskar û pênûsên ciyê min pirtûk xwendine û min lezeta wan hemûyan guvişandine nava ruh û hundurê serê xwe. Bi aheng û harmoniya helbestên wan ez bûme bayekî payizî û bi pêlên avên çeman herikîme, her girangotineke wan di devê min de bûye şekirekî şerabî û ez pê sermest bûme, mîrê min..."


Prolog

Ji bo ku ev çîroka ha were nivisandin, wî bi bêjingan titûn ne kişand, bi kûpan şerabên kevnesalan venexwar, gund bi gund ne geriya û mijar berhev ne kirin, bi dehsalan li ser ne sekinî û lê hûr ne bû, wekî mirîdan çavên xwe ne girt û guhdariya aliman ne kir, li civatên eşîran rûnenişt tizbî di nava tiliyên xwe de li ba ne kir û mîna dengbêjan ne lorand. Bi gotineke din, Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê serpêhatiyê ev çîroka ha ne nivisand.
Û wê şevê, dema ku wî qelûna pêşîn ji titûnê dagirt, dema ku agir berdayê û dûman bi ser xist, ku ez ne li ba wî bûyama, a di wê gavê de ku ez ne bi wî re bûyama, bi du hezar û du caran ez sond dixwim ku anuha ev çîroka ê ne di destê we de bûya.

Lê dîsa jî, dîsa jî ez dizanim ku kesek ê bi van gotinan bawer neke lê... wek ku min got, di wê gavê de li ba wî deng tune bû, ronahî tune bû, wext tune bû, Xwedê tune bû, dunya li dora xwe çerx ne dibû.
Û ev hat malê.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues