La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Fîl Hemdî


Auteur :
Éditeur : Doz Date & Lieu : 1999, İstanbul
Préface : Pages : 158
Traduction : MultimediaISBN : 975-6876-10-7
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kr.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Fîl Hemdî

Fîl Hemdî

Azîz Nesîn

Doz


Qet bila gumana we jê tunebe ku ev werger di çêja kurdî de ye. Azîz Nesîn bi vê wergerê bûye kurd. Pêdiviya kurdî jî bi nivîskarekî weke wî hebû. Em hêvîdar in ku ev werger dê di dahatûyê de Azîz Nesîn'ên nû biafirîne. De ka em jî bi nivîskarê xwe re bibişirin û biponijin.



BAZAREK


Ger kincên kevin a niha bi rexbet bûna, bazara kevinan dê di nûrê de bima.
Ger we mîna bazirganê zigurt dest bi tevdana defterên kevin kiribe, hûn ê heq bidin vê gotinê.
Gava hûn ji serê kolanê dengekî ku dibêje “ez tiştên kevin dikirim” dibihîsin, dilê we dike gurpe gurp, hêviyek bi we re çêdibe.

Ez ji van dostên rojên xerab pir hez dikim.
- Begefendî, îro tiştek heye?
- Qapût heye, tu ê bikirî?
- Demsal derbas bû, begê min. Ma kinc tune ye?

Ger hûn çakêt bidinê, ew ê li şalan bipirse, ger hûn şêl bidinê, ew ê li êlekan bipirse, ger hûn êlek bidinê, ew ê li şewqeyan bipirse û hîn di destpêkê de hemû hêviyên we dişikên.
Ji bo ku cîran mîran bi kincên me yên kevin nehisin, em yê kevinfiroş tînin hindur.
- Şalek heye, ma tu nakirî?
- Ka em lê binihêrin...
Radihêje şêl û ji bo li ber ronahiyê lê binihêre, di derî re derdikeve.
- Were hindur!

Tê hindur. Bi vî alî û wî alî de diqulipîne û dîsa xwe çeng dike kolanê.
- Li hindur lê binihêre, .yaho.
Nêviyê laşê wî ji binderê bi hindur de û nêviyê din jî li derve, li devdeling, nav û navrana şêl dinihêre.
- Ma nabe ku tu li hindur lê binihêrî?
- Hindur tarî ye.

Em lampeyan vêdixin, perdeyan didin alî, pere nake. Mirov dibêje, qey ji bo ku me li taxê rezîl bike, sûnd xwariye.
Li wê mala hember keçikek heye. Navbera we û cîranê ku xaniyê wî bi yê we ve ye, baş e. Yê di xaniyê din de, dewlemendekî bazara reş e û yê li aliyê çepê, malbateke ji paşgotiniyê hez dike... Ma yê kevinfiroş vana fêhm dike?
Bi herdu devdelingên wî şalê ku du saet berê çîp û hemû eybên we dinixumandin, digire û radikişîne. Her ku ew şêl dixe himbêza xwe û radikişîne, ez dibêjim, qey ez ji navê û berjêr de tazî me, ez paş û pêşiya xwe bi kefên destên xwe vedişêrim.

- Li hindur lê binihêre, yaho!
Begê min, em mal dikirin. Bi çavgirtînkê nayê kirîn. Em lê dinihêrin, bê tu qul mul tê de hene, riziyayî ye, qetiyayî ye.
Dîsa xwe çeng dike kolanê. Dawiya şêl tam dide pencereya keçika ku mirov jê hêz dike û ji hevdu vedike. Û mîna ku nîşanê bigire, çavê xwe dixe quleke şêi û ji wê derê li keçikê dinihêre.
- A... Vê dera bi qul e.

- Bi qul mul, têkeve hindur, lo!...
Nayê hindur, tew ji bo îsbat bike ku şal biqul e, tilîya xwe di wê qulê re radike û dilivîne. Ma qey eyb e, xurîka min tê, ger bi şalê min jî bileyizin, xurîka min tê. Keçika di pencereya hember de dikene û ji tirs û fediyê xwêdana sar bi min dikeve. Yên dibihîsin ku ez û yê kevinfiroş di ber hevdu de didin, li ber pencereyan kom dibin. Keçika li hember dikene, jinik dikene, keça miteahîd dikene, pesikanê cîrên dikene. Ji her pencereyekê pênc serî bi hevdu re dirêj dibin. Wey qeda pê keve!...

- Kuro, te ez rezîl kirim, were hindur, lo!
Beskura yê kevinfiroş di destê min de, destê wî jî bi devdelingê şêl ve û em di binderê de hevdu dikişkişîne.
- Dirêj meke, tu ê çi qasî bidî?
- Ji bo xatirê te yê hêja... Ew jî ji bo te... Du lîre... Bi namûs ji min re deh quriş jî namîne. Lê meqsed kirîn û firotin e... Du lîre.

Wey xatirê te serê te bixwe! Ez bi zorê wî ji ser serê xwe diqewirînim. Piştî bîstikekê, kevinfiroşekî din tê. Ew jî piştî ku kêfa cîran mîranan baş tîne, lîre û nîvekê tê dide. Yê sisiyan, fîyet dadixe lîreyekê. Hemûyan tif bin zimanê hevdu kiriye. Her carê, piçekî din li bihayê şêl dişikînin.
Asoxî, piştî bîstikekê dengê kevinfiroşê yekem tê bihîstin:
- Ez tiştên kevin dikirim!
- Were, were!

Xwe vir de û wê de dibe û delalî dike û tê.
- De ji te re bikire.
- Bi çi qasî?
- Ma bi çi qasî heye? Te bîstika din, du lîre tê da...
- Bi duduyan? Tahta te lê rî, baranê şuşt, begê min. Ew bîstika din bû. Min ehmeqî kiriye.
- Niha dê çawa bibe?
- Piyase ketiye, ez ê pêncî qurişî bidim te.
- De ka bide.
- Ger tu bixwazî, ez ê çeqçoqan bidim te. Çeqçoqên kincan... Çawa ye?
- Ka wî pêncî qurişî bide min, yaho...
- Ger tu bixwazî, ez ê sênikan bidim te, qedehan bidim te.
- Qeda Xwedê bi te keve, tu çi didî, bide, tu wî pêncî qurişî
bide.

Dîsa radihêje şêl û di derî re derdikeve. Herdu devdelingan radikişîne û çavê xwe dixe quleke minasib û dest bi temaşeya pencereyên hember dike.
- Têkeve hindur!

- Li hindur xuya nabe.
Ez hişk bi devdelingê şêl digirim, devdelingek di destê yê cihû de û yek jî di destê min de ye. Ha ha, çîîîr!,.. Ez ji binderê digindirim hindur û yê cihû digindire orta kolanê, di destê heryekî ji me de, perçeyek dimîne. Dengê tîqe tîqê ji pencereyan bilind dibe, li taxê kêf û şahiyek dest pê dike.
Yê kevinfiroş ji cîhê ku gindiriyê, dipeyive:
- Te ez betilandim, niha nema pêncî jî dike. Ez ê bîst û pên- can bidim te.
- Bide... Bide, ka bîst û pêncan.

Ger weha biçe, em ê şêl diyariyî wî bikin. Rezîlbûna me jî bi ser de...
Belasebeb nehatiye gotin ku feqîrî rezîlî ye.



Maşaleh ji kirêdêr re

"Bûyera di vê çîrokê de ji kevin de çêbûbû,
lê mixabin ne diyar e, bê çi qas ji kevin de..."

Ezbenî, ma tu hereketeke weha bêexlaqî ji min hêvî dikî? Ez rica dikim, begefendiyê min î hêja, ne hedê min e, ez sermiyanê malekê me û xwedî zar û zêç im. Ez li vî welatî sermiyanekî weha me ku min qet ne bi alîkariya cîran mîranan, hemû bi xwêdana eniya xwe çêkirine. Tu carekê lê binihêrî, bes e, bibuhure, hemûyan jî mû ji min bernedaye.
Ma ez mirovekî weha me ku ji derveyî urf û adetan hereket bikim û bibuhurin li pêş çavên herkesî wê hereketê bikim? Min tu deverên xwe dernexistine û rê xelkê nedane. Ma mirov li zarok marokan qet tiştekî weha dike?

Li ba min derew tune ye, begefendî. Lê min bi destê xwe, heşayî civatê, hew hereketeke weha kir. Ezbenî, ez ê sedemên wê jî pêşkêş bikim. Ger tu heq nedî vî feqîrî, ez li ber cezayê xwe sekinîme. Ger ez meseleyê ji serî heta binî nebêjim, nabe ezbenî, bibuhure, bêguman sedemek hebû ku min ew hereket kir.

Xwedê wî bi rehma xwe şad bike, ji rehmetiyê bavê min li Zeyrek Yokuşê wêranxaneyek mîras mabû. Ji sê sitûnên.vî xaniyê ji textan yek jê a min bû. Yek jî a birayê min bû. Bila situyê wî bişikê. Li Defterdariyê memûr e. Li ser sitûna sêyem pevçûn hebû. Bila cîhê wê bihuşt be, piştî ku xweha min emir da haziran û me ew veşart, sê zarokên bêkêr û sêwiyên apê me li ser vê sitûnê qet li hevdu nedikir.

Haaaa... Bibuhure, min ji bîr kir ku ez xwe bidim naskirin.


 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues