La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Heman Mal Zimanên Cuda


Auteur :
Éditeur : DİSA Date & Lieu : 2014-01-01, Diyarbakir
Préface : Pages : 170
Traduction : ISBN : 978-605-5458-22-5
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Kr. 5107Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Heman Mal Zimanên Cuda

Versions:

Heman Mal Zimanên Cuda

Handan Çağlayan

DISA


Handan Çaglayan di seranserê vê pirtûkê de pê dadikeve ka têkoşîna demdirêj a tevgera kurd çawan xwe di warê zimên de dide der û vê yekê ka ji bo kurdî rê li ber destkeftiyên bi çi awayî vekiriye. Dema vê dike jî di nîqaşên li ser zimanê dayikê de yên di warê siyasî û dîrokî de heqîqetan dibîne û wan di çarçoveyeke bi heqaniyet de bi cih dike. Bi vê re jî, gelekî girîng e ku bi bûyerên siyasî dadikeve, ew bûyerên ku di dema lêkolîna meydanî de dewam dikin, lewma ev yek nîşan dide bê ka nîqaşên li ser zimanê dayikê di rewşeke çawan de pêk tên.



Handan Çaglayan
, sala 2006'an ji Zanîngeha Enqereyê, ji Rêveberiya Gelemperiyê û Zanista Siyasetê ya Liqa Makezanistê payeya doktorayê wergirt. Heta sala 2013’an weke pispora Wekheviya Zayenda Civakî li Sendikaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egitim-Sen) xebitî. Hîna jî derbarê zayenda civakî de dersan dide. Li ser newekheviyên ku xwe dispêrin zayenda çînî, etnîk û civakî û li ser tesîrên wan ên li hev, xebatan dike.

Berhemên wê yên çapbûyî:
- Analar, Yoldaşlar, Tanriçalar Kurt Harehetinde Kadinlar ve Kürt Kadin Kimliğinin İnşasi (Stenbol: Iletişim Yaymlari, çapa yekem 2007),
- Egitim İkolunda Çalişan Kadinlarin Sosyal Haklari ve iş Güvencesi (ed.) (bi Elif Akgül Ateş re, Enqere: Egitim Sen, 2009),
- Ne Degişti?: Kürt Kadinlarin Zorunlu Cöç Deneyimi (bi Şemsa Özar û Ayşe Tepe Dogan re, Enqe- re:Ayizi Yayinlari, 2011),
- Kürt Kadinlarin Penceresinden: Resmi Kimlik Politikalari, Milliyetçilik ve Bariş Mücadelesi (Stenbol: Iletişim Yayinlari, 2013).



PÊŞGOTIN

"Gelî dapîr û bapîran!
Em malauayiya we dikin
Ji bo parastina zimanê me
Ji bo yên ku hêj ji dayik nebûne
Êdî dora me ye em wî biparêzin
Hêuiya me pêkhatina uêyekêye"


Ev gotinên li jorê, ji metna ku Maliseetan’ hatine wergirtin ku wan navê qanûna rûmetê lê kiriye. Ew komeke xwecihî/binkîne ku dewleta Kanadayê erdê wan dagir kiriye û demeke dirêj ew û zimanê wan di bin pesta dewletê de mane. Ev gotin, rewşeke welê teswîr dike ku guhastina ziman a ji nifşekê bi nifşa din qut nabe û sozê guhastina zimên a ji bo nifşên nû tê dayîn. Lê mixabin zimanê Maliseet jî di nav de, li her derên dinyayê bi hezaran ziman ji ber siyasetên dewletên serdest nikarin di rêya xwe ya xwezayî de biçin; ji ber ku ziman nagihîjin nifşên nû, ji holê radibin. Û dîsa mixabin, di serî de civatên ku bi zimanên serdest dipeyivin, gelek kes difikirin ku ev pêvajoyeke xwezayî ye û jixweber pêk tê. Lê belê, ya sirûştî û ya ku divê biqewime ew e ku ziman bikaribin bi xwenûkirinê ji nifşekê derbasî nifşa din bibin; têkiliyên civakî yên hiyerarşîk û siyasetên desthilatdariyê yên zordar vê pêvajoyê xera dikin, li aliyekî bi rêbazên cihê yên zor û pêkutiyê, zor li civakên ku bi zimanên xwe dipeyivin dikin da ku zimanên xwe ji dest bidin û her wisa tên cezakirin û li aliyê din jî wê zanyariyê hildiberînin ku ew xwe berpirsê ji destdana zimanê xwe bibînin. Ev zanyarî ya kesê desthilatdar e. Ev zanîn ya mêhtingeriyê ye. Ji me tê xwestin em pê bawer bikin ku ev zanyariyeke gerdûnî ye. Bi ser de jî pêwendiyên civakî û siyasî yên ku xwe dispêrin vê zanînê, bi awayekî birêkûpêk li her derê dinyayê dike mijara nîqaşê û bêyî ku li cihêtiyên cografya, etnîsîte, nîjad, çand û baweriyê bieliqe, di navbera zimanan de û di navbera civakên ku bi van zimanan dipeyivin de newekheviyên binyewî diafirînin. Helbet bi awayekî cihê encamên van hemûyan tesîrê li jin û mêran, li komên cihê yên çînî dike û newekheviyê jî ji bo hinan zêdetir dike. Ji ber vê çendê, qutbûna guhastina zimanan a di navbera nifşan de, ango tunebûna zimanan, ne bi tenê rewşek e ku tenê li herêmekê û ji bo hin zimanan heye, berevajî vê, ev pirsgirêkeke global e. Bi vê re jî tunebûna zimanan bi serê xwe naqewime, wekî beşeke rejîmên desthilatdariyê yên ku xwe dispêrin tehekûma siyasî, civakî û aborî derdikeve holê. Hêza teswîrêya van ristên li jêrêyên Cahit Irgat, ku mirov dikare li têkiliyên tehekûmê yên bi vî awayî bîne, gelekî xurt e:
Ji devê me zimanê me dizîn,
ji berîka me pereyê me,
ji eniya me xwêdana me,
û bêyî ku wan li gorî rengan ji hev bikin
çavên me.

Tiştê ku di biwara tunebûna zimên de ev rist ji me re dibêjin ev e, gava ku zimanên me ji holê tên rakirin em di warê aborî û siyasî de jî tên qels kirin, ev yek ne bi tenê ji bo zimanekî wisa ye, ji bilî yên ku didizin ango zimanê tehekûmkeran, ev yek li hemû zimanên mayî bêyî cudakariyê tê tetbîqkirin.

Rejîmên tehekûmê, yên ku tunekirina zimanan jî li xwe digirin, nemaze jî di tevahiya sedsalên 19 û 20’an de bi awayekî gelekî dijwar hatin pêkanîn û tesîrên wan ên civakî û çandî bi xwe jî, ji nîvê duyem ê sedsala 20’an pê ve xwe bêhtir dan der. Lê belê di vê pêvajoyê de têkoşînên berxwedanê yên li dijî van rejîmên tehekûmê jî çêbûn.Carinan nerazîbûnên girseyên nebirêxistin, lê wekîdi piraniya bûyeran de xuya ye, tevgerên berxwedanê yên birêxistin hewl da ku li dijî van rejîmên tehekûmê rawestin. Beşeke mezin a van têkoşînan hîn jî li her derê dinyayê dewam dike û hem ji bo zimanan hem jî ji bo civakên ku bi van zimanan dipeyivin, para bêhtir bi xêra van têkoşînan hin destkeftin bi dest ve hatine anîn. Ev pêvajo gişt ketine ber lêkolînên beşên cihê yên zanistên civakî û bi awirên cihê hin lêkolîn û lêgerîn pêk hatin. Di warê dîrokî de beşeke mezin a van xebatan li gorî agahiyên serdestan bi gewde bûye û bi heman rengî ji wê akademiyê peyda bûne ku xizmeta ji nû ve ya hilberandina tehekûma desthilatdaran dike. Dîsa jî van demên dawiyê em dibînin ku bi bandora têkoşînên navbirî yên bi armanca derxistina holê ya heqîqetekê ya li dijî zanyariya desthilatdaran, hin lêkolîn tên kirin. Lê belê beşeke mezin a van xebatan li ser encamên tunebûna zimanan hûr bûye - wekî parçeyekî tehekûmên ku behsa wan hate kirin - yên wekî civakî, çandî ku herî zêde jî li ser encamên perwerdehî û carinan jî yên aborî.

Pir girîng e mirov encamên ji holêrabûna zimanan ên ji ber qedexe û marjînalkirina wan wekî yên din îfade bike; ev yek dikare gelekî alîkar be ji bo derxistina holê ya cudakariyên ku gel duçar û tûşî wan dibin. Lê belê eger mirov bi tenê li encaman bihizire, gelek caran ev yek nabe alîkar da ku mirov têra xwe ji sedem û pêvajoyên binyewî yên ku van sedeman peyda dikin, serwext bibe. Ango hin pêşniyazên ku mirov ji ber encaman bi ser wan ve dibe, dibe ku her tim ne bi xêra gelan û zimanên qelskirî bin. Lewma divê were analîzkirin ka qelskirina ku behsa wê hat kirin, çima û çawan pêk hat.

Handan Çaglayanê ji Diyarbekirê da rê û kete dû bikaranîna zimên a di jiyana rojane ya di nav malbatên kurd ên cihê de; wê xebata xwe ya bi navê Heman Mal Zimanên Cuda sparte vê lêkolîna qadî/meydanî. Ev xebat nîşanî me dide ka di kîjan şert û mercan de nifşekê kurdî guhastiye nifşa din, lê belê bêhtir jî ka çawan nifşekê nekariye kurdî biguhêze nifşa din.

Ev xebat, ji gelek aliyan ve pir tiştan hem li nîqaşên heyî yên siyasî hem jî li lîteratura akademîk a di vî warî de zêde dike.

Beriya her tiştî xebata Heman Mal Zimanên Cuda, bi awayekî giştî zimanê kurdî yê ku di çarçoveya Tirkiyeyê de ji aliyê meseleya zimanê dayikê ve bûye mijara nîqaşên di biwara perwerdehiyê de, dixe nav çarçoveyeke firehtir û di warên din ên jiyanên rojane de li serê minaqeşeyan dike. Ew xwe sînordar nake, di heman demê de tenê bi lêhûrbûna li ser encamên qedexekirina zimanê dayikê, nîşan dide ka di navbera nifşan de qutbûna guhastina zimên di encama kîjan bandorên civakî, psîkolojîk û siyasî de pêk tê. Jî ber van sedeman jî para wê ya ku li lîteraturê zêde kiriye, pir girîng e.
Aliyekî din ê girîng ê vê xebatê ew e ku guh dide kirdeyên nîqaşên li ser zimanê dayikê. Jixwe, beşeke mezin a xebatên li ser meseleya zimanê dayikê, li ser siyasetên zimên ên dewletê û şêweya pêkanîna wan hûr dibe, lê belê yan bi zanebûn an jî bî nezanebûn nabînin ka çi berxwedan û têkoşîn li dijî van hatine bipêşxîstin. Handan Çaglayan di seranserê vê pirtûkê de pê dadikeve ka têkoşîna demdirêj a tevgera kurd çawan xwe di warê zimên de dide der û vê yekê ka ji bo kurdî rê lî ber destkeftîyên bi çi awayî vekiriye. Dema vê dike jî di nîqaşên li ser zimanê dayikê de yên di warê siyasî û dîrokî de heqîqetan dibîne û wan di çarçoveyeke bî heqaniyet de bi cîh dîke. Bi vê re jî, gelekî gîrîng e ku bi bûyerên siyasî dadikeve, ew bûyerên ku di dema lêkolîna meydanî de dewam dikin, lewma ev yek nîşan dide bê ka nîqaşên li ser zimanê dayikê di rewşeke çawan de pêk tên.

Yek ji xizmetên girîng ên vê xebatê, hevpeyvînên wê ne ku hem li gund hem li bajêr û hem jî di çarçoveya koçberiyê de vedikole ka rewşa bikaranîna zimên a di navbera nifşên cihê de çawan e. Lewma beşeke mezin a xebatên di vî warî de yan çarçoveya mekan hîç nabînin an jî bi tenê li mekanekî hûr dibin. Lê belê di vê xebatê de, bi wan malbatan re hevpeyvîn hatine kirin ku ew li gund, li taxên xizan ên li navenda bajêr, li deverên dewlemend dimînin û her wiha bi wan malbatan reyên ku ji berşerji ber valakirina gundan an jî ji bersedemên aborî koçî rojavayê Tirkiyeyê bûne. Bi vî awayî xebatek derketiye holê ku li deverekê asê nemaye û xwediyê çarçoveyeke firehtir e.

Li aliyê din xebat pê daketiye ka mijara zimanê dayikê bi awirê zayenda civakî çawan di jiyana rojane de tê tecrûbekîrin û ev jî ji bo nîqaşên li ser vê mijarê dane û agahiyên gîrîng dabin dike. Bi heman awayî, pirsên weke ka bikaranîna zimên li gorî rewşên civakî cihêtiyên mezin dide der yan na, ka li taxên ku malbatên endamên çînên cihê li wan dimînin rewşa guhastina zimên a di navbera nifşan de çi ye, di wan xebatên heta niha de ji wan mijaran in ku kêm li wan hatiye vekolîn.

Taybetîyeke din a girîng a xebatê ew e ku bîra raboriyê ya deverên li wan hevpeyvîn hatine pêkanîn, tê bibîranîn. Ji bajarê Diyarkekirê ku lêkolînê lê dest pê kiriye heta bi gundan agahî hatine dayîn ka kî li van deveran jiyane, navên van deveran ên berê û yên niha çi ne, ka ev nav ji kîjan zimanan tên û mehneya wan çi ye. Ev jî ne weke agahiyeke teknîkî hatiye kirin, lê belê weke beşeke lêkolînê li gotinê hatine zêdekirin. Wekî din, ew agahî jî dibin beşeke vê bîrê, yên ku bersivê didin pirsên ka berê li van deveran kîjan ziman dihatin peyivandin, ka di dema hevpeyvînan de ev ziman dihatin peyivandin yan na. Ev îfade hemû nîşanî me didin ku berê Diyarbekir mekanekî pirzimanî bûye ku di serî de lê kurmancî, zazakî, ermenîkî û tirkî gelek ziman dihatin axaftin; ev îfade cihê komkujiyên dewletê yên tunekirina ermeniyan û zimanê ermenîkî di bîra civakî-zimanî ya bajêr de nîşanî me dide.

Ji bilî girîngiya ji ber naveroka xwe, ev xebat bi rêbazên lêkolîna xwe jî alîkariyeke gelekî mezin li lîteratura heyî dike. Yek ji van jî ew e ku lêkolîna meydanî, ne bi tenê bi hevpeyvînan sînordar e, ew guhên xwe bel dike li dengên sûk, bazar, mînîbus û kolanan jî, guhdarî dike, ango rêbaza "guhdana dengê bajêr” bi kar aniye. Bi vî awayî ne bi tenê di biwara şexsan de, di warê rewşa zimên a bajêr de jî em dikarin bibin xwedî fikrekê. Rêbazeke din a xebatê ew e ku hin pirsên berê hatine diyar kirin, bi carekê ji kesên hevpeyvîn bi wan re tê kirin nake û analîzan jî ne bi tenê li gorî van fikran dike, berevajî vê, çend caran di demên cihê de lêkolîner diçin serdana kesên ku hevpeyvîn bi wan re tê kirin, ne rewşeke fermî ya hevpeyvînê lê belê rewşeke rihet û jidil hatiye afirandin, etnografiyeke hevgirtîya malê û malbatê hatiye kirin, bi kesên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin jî, demên têra xwe dirêj hatine bihurandin û bi xêra van li bikaranîna zimên a di navbera nifşên cihê de çavdêrî hatiye kirin. Ev jî dike ku analîzên hatine kirin bêhtir berbiçav bin û bêhtir bawerî bi wan were. Tevî vê, ji bilî ku kesên hevpeyvîn bi wan re tê kirin ew bi dilê xwe ziman tercîh dikin, rewşek heye ku destûrê dide kesên ku bi wan re hevpeyvîn tê kirin, dema bi zimanekî dipeyivin di dema heman axaftinê de dikarin bi zimanekî din jî bipeyivin. Ev jî girîng e, lewma derbarê wê yekê de agahiyan dide ka di kîjan hal û rewşan de kîjan ziman tên tercîhkirin.

Ji bilî naverok û rêbazê, berevajî gelek lêkolînên rêxistinên civaka sivîl, ev xebat weke hedefa sereke, ne biryarderên siyasî lê belê girseyeke xwîneran (xwendevanan) a giştîtir ji xwe re dike armanc. Vê jî kiriye ku hem lêkolîneke gelekî zêdetir sosyolojîk derkeve holê hem jî encam bûye pirtûkeke ku di warê zimên û uslûb de ne teknîkî û tehmsar e, bûye pirtûkeke wisa ku mirov dikare bi kêf bixwîne.

Wek encam, di vê pirtûkê de bersiva wê pêdiviyê tê dayîn ku gelek kesan gelek caran aşkera kiriye: Di çarçoveya civakî û siyasî de daketina bi meseleya zimanê dayikê ya bi awirekî hevgirtî, bi nêrîna li komên cihêyên temen, mekan, zayenda civakî û newekheviyên çînî. Em spasiya Handan Çaglayanê dikin ku xebateke ev qas pêwîst a di warê siyasî de bi heqaniyet û di warê akademîk de jî analîtîk pêşkêşî me kiriye.

Şerif Derince

1 Civaka Maliseet jî di nav de, ji bo agahdariya bi kitekit mirov dikare serî li vê pirtûkê bide: Shelly K. Taylor, Kanada’da Çokdilliliğe karşı Kast Sistemi Yaklaşımı: Fransızca Çokdillileştirme Programında Dilsel ve Kültürel Azınlık Çocukları, Çokdillilik Yoluyla Toplumsal Adalet, Eğitim Sen Yayınları, 2013, r: 249



Destpêk


Bandorên pêvajoyên asîmîlasyonê yên li ser zimên, ne bi carekê lê hêdî hêdî bi demê re xwe didin der. Zimanzan David Crystal (2010: 98-99) dibêje, ew bûyerên ku ji bo zimanên dûçarî asîmîlasyonê dibin talûke ne, bi giştî di sê qonaxan re derbas dibin û li her derê jî wekî hev in. Ya yekem qonaxa zorê ye. Ji bo ku bi zimanê serdest bipeyivin, zor li mirovan tê kirin. Çavkaniya vê zorê dibe ku siyasî, civakî yan jî aborî be. Dibe ku di nav vê zorê de hin teşwîq hebin an jî ev zor dibe ku bi rêya qanûnan were birêkûpêk kirin. Di nava civakê de zora ji jêr ve, wekî ya modeyê yan jî wekî ya koma hevalan, dibe ku bi vê pêvajoyê re bimeşe. Lê bi çi awayî dibe bila bibe derketina holê encama zorê, ya qonaxa duyem e; qonaxa duzimanîbûnê. Mirov hîn di zimanê xwe yê dayikê digihîjin û zimanê serdest ê ku ew fêr bûne êdî çêtir bi kar tînin. Bere bere ev zimanê nû, şûna yê berê digire û ev yek jî li ber zimanê ku duçarî asîmîlasyonê bûye, rêya qonaxa dawî ya bitalûke vedike. Di qonaxa dawî de, nifşa nû êdî bi hostayî bi zimanê xwe yê nû dizane û êdî ne hewce ye ku zimanê xwe yê berê bi kar bîne; ew xwe bi zimanê xwe yê nû terîf dike. Hisa şermê ya bikaranîna zimanê berê jî - hem ji bo dê û bavan hem jî ji bo zarokan - bi vê pêvajoyê re heye. Çi qas ku diçe êdî kesên mezin kêmtir keysê lê tînin ku bi nifşên nû re bi zimanê xwe bipeyivin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues