La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hostanîbêja zarhaweyên Kurdî


Éditeur : Pencînar Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Zeynelabidîn Zinar Pages : 252
Traduction : ISBN : 91 972779 2 4
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hostanîbêja zarhaweyên Kurdî

Hostanîbêja zarhaweyên Kurdî

Mele Nûriyê Hesarî

Pencînar

Ez ê vê demetxêzê ji bo gelê Kurd li ser Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî ji hemî aliyan ve binivîsim.
Hostanîbêj ew e ku mirov bipeyivî li gor ku bav û kalên me yên pir kevnare çi hawe ziman û şêwe peyde kirine û ji çi çêkirine û çi avînê rist û weqûf jê ra danîne. Rast e mirovê Kurd di peyva xwe de xwîlwaz nabî, lê belê haya wî pê re derdikevî vêcar ku bê nivîsandin û bê gotin ev weha ye û ew weha ye bi qor û rêz hatiye danîn û nemaze ziman winda dibî, nemaze xwîlwazî tê de çêdibî. Vêca ez ê niha dest pê bikim, bê ziman bi çi çêdibî û çilo çêdibî. Berya vî pêncî salên niha, me tu demetxî- zê, ji bilî çendekê ne berfireh di vî warê hostanî bêjê de nedîtine. Lê heger Xwedê kêf bikî, ez ê ji zanîna xwe tenê yeke berfireh binivîsim û ez ê ji cem xwe her nifşê bi nav bikim û li hev bênim.


Mele Nûriyê Hesarî di 1934’an de li Hesarê hatiye dinê û bi nasnavê Seydayê Pirêşan tê naskirin. Pêşî Quran li cem diya xwe xwendiye û pê re li gund dibistana Tirkî jî xwendiye. Piştre çûye li hin medreseyên Kurdistanê geriyaye û dawî li Til marûfê Xwendina Medresê kuta kiriye.

Di 1950’î de dest bi nivîsandina bi zimanê kurdi kiriye û heta niha 10 pirtuk bi alfabeya latênî nivîsandine. Ev pirtûka wî, ya pêşi ye ku ji aiiyê Weşanxaneya me ve hate çapkirm.

Nivîskar çewa ku bela xwe ji dijminan dîtiye, nexweşînê jî dijminatiya xwe pê re domandiye û berî çend salan şelê ew hingavtiye, niha jî nexweşê nava nivînê ye.
Bi hêviya jiyaneke xweş û serkeftinê...

 


PÊŞGOTIN

Ev pirtûka bi navê Hostanibêja Zarhaweyên Kurdî di rewşa îro de ji bo Rêzimana Kurdî dewlemendiyeke bê biha ye û hêjayê nirxdariyeke mezin e. Herweha ji aliyê bêjeyan ve jî gencîneyeke wisan dewlemend e ku hempayên wê pir hindik têne dîtin. Bêjeya "hostanîbêj" bi mana axaftina bi hostatî, bi zanîn e ku tê de şaşî û çewtî çênabin. Bêjeya "zarhawe” jî, bi mana aweyên zar (axaftin) e ku berê bav û bapîrên Kurdan çewa diaxivîn û bi çi tewrî bijeyan li pey hevûdu rêz dikirin.
Pirtûk li ser axaftina devoka kurmancî hatiye nivîsandin. Herweha awayên rêzimanî, bikaranîna bêjeyan di hevokan de û çewabûna bikaranîna demê diyar dike.
Lê belê nivîskar di vê berhema xwe de li hin deveran ji dîtina xwe averê bûye û dîsa giranî daye ser devoka xwe ya herêmî. Hin caran jî tişt beyan kirine û mînak dane, li hin deveran jî mînak jibîr kirine û babetê wan zelal nekiriye. Ew yek jî, ez bawer dikim ku ji be sergêjiyan gelşan rûdaye.
Lê ev berhem çi dibe bila bibe, gelekî hêja û giranbiha ye. Di pêş de eger ew ji aliyê komikeke zanistî ve bête werbêjkirin, babet e ku di dibistan û xwendegehên kurdî de bibe materyaleke dersê.
Di hin deverên pirtûkê de kêmasiyên wê yên zayendeyî û bêsaziya hevokan xuyadibe. Ew tiştên wisan jî yan ji ber devoka nivîskarê wê rûdane, yan jî ji ber bêtecrûbetiya wî der ketine holê. Herweha daçeka milkane ya pirane jî ji bo nêran, di piraniya deveran de bi yekane bi kar aniye.
Nivîskar xwe di gelek ciyan de jibîr jî kiriye û ber bi hawayê Rêzimana Erebî ya ku berê di medreseyên Kurdistanê de dihate xwendin ve çûye. Herweha nivîskar alfabeya kurdî ya latênî jî ku ji vê pirtûka xwe re bi kar aniye, jimara tîpan gihandiye 34' an û ev hersê tîp li alfabeya ku niha Kurd bi kar tînin zêde kirine: H' (ح), ’e (ع) û ’x (غ).
Orîjinala pirtûkê ya destnivîs, di 396 rûpelên deftereke mezin de hatibû nivîsandin. Ez di nivîsandina bi Compyuterê (data) de, pêrgî zehmetîne pir mezin dibûm û sergêjîne mezin derdiketin pêş. Ji ber ku di nivîsa bi qelemê de, tîpa destpêka bêjeyên taybetî ne bi tîpên gir bûn , li pir cihan niqut û bihnok jî nebûn. Jixwe kaxezê fotokopî, zêdetirîn zehmetî ji min re derdixistin.
Min, bi destûra nivîskarê hêja pirtûkê li gor aifabeya ku niha tê bikaranîn nivîsî. Herweha min hin bêsaziyên di rêzkirina bêjeyên di hevokan de jî, sererast kirin. Wekî din, ez têkilê devoka nivîskarî û dîtinên wî nebûme.
Belam em Kurd hin caran ji xwe gazin dikin û di biwara hevûdu de dipeyivin ku ango em li zimanê xwe, li vêje û folklora xwe xwedî dernakevin. Erê di vê yekê de para rastiyê heye, lê em pirê caran jibîr dikin ku em bê destgîr, xizan û be lengaz in; em di binê zordestî û kotekiyan de dijîn, yan jî em ji hevûdu re nabin alîkar û rûmetê nadine hev, xasma jî di warê ziman û çanda xwe de.
Nimûneyên vê yekê pir in û li diyarî çavên me gişan in. Fermo, em binerin ka nivîskarê vê berhemê Mele Nûriyê Hesarî ku ji aliyê Kurdan ve bi nasnavê Seydayê Pirêşan hatiye binavkirin, heta niha çend pirtûk nivîsîne û çend ji pirtû kên wî hatine çapkirin!
Mixabin ev pirtûka wî, ya pêşî ye ku ji aliyê weşanxaneya me ve hate çapkirin. Neh pirtûkên wî yên ku mane jî, niha bi mirinê re pêdar dikin. Gelo kengê ew pirtûkên din wê bêne çapkirin? Lê min di 24'ê Hezîrana 1996 an de bi telefonê bohîzt ku dîwaneke Mele Nûrî jî hatiye çapkirin.
Rewşenbîrekî mîna Mele Nûrî ku di jiyê xwe yê bîstî de (1954) dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kiriye û berhemên xwe hemû ku bi alfabeya latênî jî nivîsandine, digel wê perîşanî, dilêşanî û xizantiya xwe heta niha ku deh pirtûk kirine malê Pirtûkxaneya Kurdistanê heta niha ne rêxistinekê, ne jî sazgehekê destên alîkariyê dirêjê wî zatê pak kirine, ne jî bizav li kesê ketiye û ji bo wî pîrozê di şûfê kîlereke vêjeyî de alîkarî kiriye.
Îcar, gelo niha li Kurdistanê çend kesên mîna Mele Nûrî hene ku her yekê wan deh pirtûk an zêdetir nivîsîne? Eger sed kesên wisa hebin, dike hezar pirtûk. Eger dused kes hebin, dike du hezar pirtûk. Yanî mirov bi hêsanî dikare bibêje ku niha di destên meleyên Kurd de li dora du hezarî pirtûkên. bi zimanê kurdî hene ku yek tenê jî ji wan pirtûkan nehatiye çapkirin.
Ez dixwazin bala xwendevanan bikişînime ser vê mesela girîng jî. Şexsekî mîna nivîskarê vê pirtûkê, dibe ku ne endamê rêxistinekê be, lê emekekî pir zêde ji bo zimanê kurdî daye. îro tiştê ku Kurdan tevek dike şirîkê hevûdu jî, ziman e. Nexwe çi kesê ku ji vî zimani re bube, dibe û bibe alîkar divê pê re alîkarî bête kirin.
Heçîka rêxistin in û serokatiya wan in, hebunine ne sermedî ne îro ew hene û sibehê dibe ku tune bin. Lê ev ziman û ev çand wê heta bi hetayê hebin û ev bi xwe ne jî ku hebûna Neteweyê Kurd li dinyayê dipeyitînin.
Ez. çend roj berî sersala 1995 an ii Qamîşloyê bûm. Hin biraderan behsa Mele Nûrî ji min re kirin û nexweşîna wî. şerpezetiva wî anîn zimên. îcar min xwest ku ez herim serdana wî. Ez û birayê hêja Konê Reș (Selman) di 25 12 1994 an de, saet 11.00 çûn mala wi. ku li taxeke Qamîşloyê dima.
Mele Nûrî ev hetf heşt sal in ku şel bu.ye û nexweşê nava ciyan e. Çaxê me rojbaşî davê, çendî ku nikaribû zêde xwe bilivandina jî, lê ruyê wî yê geş rûqaliyeke wisan xweş ji me re kir ku di toreya kurdî ya mêvandariyê de kêmasî nedihişt. Ji aliyekî ve milên wî yên şel, ji aliyekî ve çîpên wî yên bêlibat ji bo me hin bi hin ketin livakê û rabû li ser doşeka xwe rûnişt û xêrhatin da me, lê zêde nikaribû bipeyviya, dengê wî jî pir hindik derdiket. Çendî ku hin textorên Kurd li Qamîşloyê ew tedawî kiribûn û nihekî bi xwe ve hatibû jî, lê dîsanê leşsaxiya wî neçê bû û bi zehmetiyeke giran dijiya. Mele Nûrî hin bi hin ruyê xwe yê bişirî ber bi me ve kir û herwekî ne nexweş be, şadiya xwe da diyarkirin.
Çaxê me axaftina xwe anî ser pirtûkên kurdî, kurekî wî du torbe hanîn ba me. Konê Reş jî ew torbe vekirin û deh pirtûkên ku hinek bi deqtîlo hinek jî ku bi qelemê hatibûne nivîsandin, derxitin û danîne ber me. Min jî teyîba xwe danî ber Mele Nûrî û min xwest ku ez li ser pirtûkan hin pirs jê bikim. Lê wî di dana bersivan de pir zehmetî dikişand û dengekî pir nizm jê derdiket, îcar di wê navê de Mele Nûrî çend rûpel nivîs, ii nava pirtûkên xwe derxisitn û dirêjê min kirin. Gava min lê nerî. jînenîgariya wî bû ku wî bi destên xwe di 1985 an de nivîsiye. Piştre jî bi dengê xwe vê melûl weha got. ’Pelokên meleyên Kurd pir in. Lê ew petok ji ber desttengiya abori û zordestiya dijminan nehatıne çapkirin icar pişti mirina wan, petokên wan bêxwedi diminin û ha wisan ji wenda dibin.” Min ew çend rûpelên jînenîgariyê dane Konê Reş ku bixwîne û min di şerîdê de qeyd kirin Bi kurtî jînenîganya Mele Nûriyê Hesarî ev e li jêrê:
Mele Nûriyê Hesarî di 1934an de li Hesara gundê Cegerxwîn çêbûye. Di nava Kurdan de bi nasnavê Seydayê Pirêşan tê naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsifê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji rema (eşîr) Hevêrkan bûye.
Bavê wî Yusif li Hêştirekê çêbûye û xwedina medresê xwendiye, Piştre gava ku bûye mele, li çend gundan meletî kiriye û bi sê jinan re jî zewiciye.
Mele Nûrî ji malbateke xweneda, zana û bîrewer hatiye. Bavê wî çewa ku mele bû, diya wî jî keça melan û jineke xwe neda bûye. Herweha çend birayên wî mele bûne.
Mele Nûri di 1939'an de pêşî li cem diya xwe dev bi xwen dina Quranê kiriye û li cem wê Mewlûd, Nehculenam, Nûbihar û Rewdneîm xwendine. Di 1940'î de, çaxê ku diya wî li Hesarê giyana xwe spariye Xwedê, îcar wî li ba kekê xwe Mele Hiseyn xwendiye. Lê çaxê ku kekê wî çûye leşkeriyê, îcar bavê wî ew xistiye dibistana bi zimanê tirkî ya ku li Hesarê bû.
Mele Nûrî di 1945’an de çaxê di nofa (sinif) çaran de dibistana tirkî dixwend, bavê wî jiyana xwe spartiye Xwedê. îcar kekê wî Mele Hemîd ew ji dibistanê derxistiye û daniye ber xwendina medresê. Piştî demekê ew û kekê xwe Mele Nezir çûne gundê Bilêderê û li cem birayê xwe yê ji dê mane. Piştre çûye mala xalê xwe Mele Mihemed li gundê Êlihê (niha bûye wîlayet û jê re Batman dibêjin) maye. ji wir jî çûye gundê Kurrika li Bişêriyê. li medreseya Mele Hesenê Tilmizî xwendiye û ders ji kurê Mele Hesen Mele Faîq girtiye. Piştî demekê nivîskar ji wir şûnde vegeriyaye Hesarê. ew û kekê xwe Mele Hemîd ji bo xwendinê daketin Binxetê û çûne cem mala Şêx Ehmedê Xiznayê li wirê dîsa li cem kekê xwe Mele Hemîd xwendiye heta ku "Sadulaha Gewra xilas kiriye.
1949 birayê wi Mele Hemîd çaxê xwendina xwe ya medresê kuta kiriye di Kanûna Paşî de vegeriyaye Hesarê, lê Mele Nûrî li Xiznayê maye. Îcar li cem Mele Beşîrê Batêrgizî xwendiye. Lê di 1950 î/ dehê meha Heyvdarê de Şêx Ehmed çaxê jîna xwe spartiye Xwedê. Ji wir çûye û il marûfê û Ii ba Şêx Eladînê kurê Şêx Ehmed xwendiye. Mele Nûrî li wirê bûye pêbawerê şêx Masûmê kurê Şêx Ehmedê Xiznayî. Di 1953 an de mala Şêx Sêxaya keça rêncberê xwe Seyîd Mihemedê kurê Seyîd Brahîm ê ji gundê Sehre Omerî lê mar kirine.
Mele Nûrî heta ku zewiciye gelekî oldar bû û sofîtî kiriye, herweha gelek jî ji şêxan hes kiriye û baweriyeke wî va zêde bi wan hebûye. Lê piştî ku bi qîza xulamê mala Şêx re zewici ye, êdî firq kiriye ku mala Şêx bi çavekî piçûk lê nerîne û siyanet nedanê Ji ber hindê ew ji şêxan dilsar bûye û hin bi hin ji wan dûr ketiye, gihaye wê baweriyê ku şêx jî mirovine dilbijok in û tenê ji bo xwe dilivin. ne ji bo jar û belengazan.
Çaxê ku min çav li her deh pirtûkên Mele Nûrî gerandin, min dît ku sê-çar heb bi makîneya deqtîlo û yên din bi qelemê hatibûne nivîsandin. Ew tev yan di defteran de yan jî li ser kaxezê A4 hatibûne nivîsandin. Kaxezên hinek ji pirtûkan jî pir gemarî, zerkokî û qermiçokê bûbûn. Ji wê yekê diyar dibû ku ew saline dirêj di binê erdê de û di deverine bêkeys de veşartî mane. Piraniya pirtûkan helbest bûn û çend lib jî li ser babetên cuda bi pexşan hatibûne nivîsandin. Piraniya pir tûkan bi rûpelên xwe gelekî zêde bûn, çend hebên wan jî li dora sed rûpelî hebûn. Çaxê ku min pirsî ka hin pirtûkên wî hatine çapkirin anena, bi hejandina serê xwe bersiva "na"bûnê da min. Dilê min ji Mele Nûrî re, zêdetir jî bi wan pirtukên nîvmirî şewitî. Lê mixabin aboriya min dest nedida ku min xwe dabûna ber barê wan pirtûkan, tenê min vê pirtûkê hilda û bi xwe re anî Swêdê.
Ez bi çapkirina vê pirtûka Mele Nûrî gelekî şad û kifxweş dibin. herweha jê re jî leşxasiyeke xweş, jiyekî dirêj ji Yezdanê dilovan dixwazim. Bi umîda ku wê ev pirtûk ji ziman û vêjeya kurdî re bibe alîkar.
1996 03 2

Zeynelabidîn Zinar




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues