KEWA MİN YA DİLDAYÎ
Kelckela havîna 1983c bû. Em çar rcheval li Haftanî- nê, li ber meqera xwe, li kcviya milekî geliyê Keşanê, li ser kaniyekê rûniştî bûn û bi hev re mijûl dibûn.
Ji nişkê ve teyrekî, ku rascrî me bi awayekî nizm di- rêsî, em balkêş kirin. Tiştek di nava lepên wî de bû û ji ber vî barî nikarîbû bilind bifire. Mefera me ma ew ku em herçar bi hev re bidine qîran. Bi qîrîna me re teyr biz- diya û ji tirsan an jî ji giraniya barê \we, ew girtiyê xwe berda û heya jê hat, firî û tirî, heya ku ji ber çavan winda bû. Tiştê ji lepên teyr filiti. kete nav me. Ew tişt firende- yek, belê kewek, na, bavver dikim mêkewek bû.
Êdî ne çêlîk ango ne ferxik bû, lê hê yekcar mezin jî nebûbû. Baskên wê, nuîvên bask û mejiyê wê, hê reng didan. Baskên wê neşikestîbûn, lê dibe ku ji tirsan be, êdî nikarîbû bifire. Heke me evv berdabûya, dê sedased bû- bûya xwarina gur û rovivan. Min yekser biryar da ku ew bibe mêkewa min. Weke her rnirovê kewxwedîker, ezê lê xwedî derbiketama û minê xvvarin bidayê.
Min ji biçûkayiya xvve ve ji kewan hez dikir. Xwedîki- rina kew û sûsikan li gundê me kevneşopcka berfireh bû. Hima bibêje serê malê kewek hebû. Lê kedîkirina wan çîrokeke dirêj, zîz û tijîked bû, gellek sebr, pûte û hayjêmabûn jêre divîbû. Endamên malê; zarok, kevanî û malxû, hemûyan, divîbû guhdanê li kewê xwe bikin.
Serê havînê em zarok derdiketin gera li ferxikên ke- wan. Ji ber ku kewên mezin êdî kedî nedibûn. Me çêlîk ewilî di qalikê kundirên mîranî de bixwedî dikir. Dûvre jî di rekehan de mezin dikirin. Di serî de me ew bi pilî û ...
|