La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pirsiyarîya Kurd


Auteur :
Éditeur : Rewşenbirî Date & Lieu : 1999-01-01, Hewlêr
Préface : Pages : 158
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Kr. 2295Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pirsiyarîya Kurd

Dr. Bilêc Şêrkoh

Pirsiyarîya Kurd

Rewșenbîrî


Di nava van çend salên dawî de bi vêketina şûreşên Kurdiyî li dûhev de û bi vegerandina rûdanên wan jî ve awîra cîhanê wan bi ser xwe ve dane bikişandin, sitûnên rojnaman dane bidagirtin û pirsiyarîya Kurdî di nava jimara giringtirîn pirsiyarên welatîyî giştî de dane bixistin. Lêbelêjî tevlivêjî hemû ragiyandinên li ser van şûreşên hanê jî de bes û bi tenha ve xwe bi nûçeyên kanîyên Turkî ve didan bigirêdan. Welia bi vî rengî ve rastî hate bipoşandin u derew û buxtan li ser van şûreşên welatîyî xurû de û li ser pirsiyarîya mirovanîyî bitirs de hatin bibelavkirin.
Weha welatperwerên Kurdên Xebatvan didin ...



PÊȘGOTIN


Xwendevanên hêja!

Vaye ez ji bona nav detsên we vê Nameya Xweyîbûn: Pirsiyarîya Kurd, Mêjûwa Kurdistan û Niha wan bi zimanê Kurdî zaravayê kurmancî ve didim bidanîn. Werger pir wirya ye, ku belê dê pir kêmanî jî di vê wergerandina Kurdî de ji Erebî bête bidîtin; jiber pir nav bi Erebî ve hatine binivîsandin. Min li gora zanebûna xwe de ew bi kurmancî ve datin binivîsandin. Ez ji niha de hêvîya lêbûhurandinê ji Xwendevan û Rexnevanan didim bikirin. Ez pir hêvîdarim, ku çapkirinên dinî tên, yan jî wergerandinên dinî tên dê deha bi baştir û rêk û pêktir ve bêtin biderkevtin.
Xwendevanên giramî!

Ev nameya hanê di sala 1930 de bigir berî şêst salî bi zimanê Erebî û Firensî ve hatîye binivîsandin. Gava Merov wê niha ji xwe re dide bixwendin, tê bêje, ku belê îro yanjî donê ev nameya hanê hatîye binivîsandin. Wê ne nerxê xwe û nejî wê nuhbûna xwe jî ji nava destên xwe bigir di her warekî de nedaye biberdan. Ew bi rengekî zanistîyî pirî bilind ve bi kurtî, bi lihevhatî, bi givaştî û hêjîbêtir bi gihaştî ve hatîye binivîsandin. Ew bi xwe ve bi canê Insiklopêdîyeke Kurdîyî biçûk ve hatîye binivîsandin. Weha ji me re bîr û bawerîyên vê nameya hanê pir bilind, dûr û kûr û hêjîbêtir rast û dûrust têtin bidîtin. Ev rastîya hanê jî ji mc re mezinbûna kanîya zanebûna Nivîsvan, gcwrebûna serpêhatîya wîna û qûlbûna têgihiştina wîna di mêjûwa Mirovanyê de bi giştî ve û di mêjûwa Kurd de bi taybetî ve bi diyarî ve dide biderxistin. heger em hûr û kûr di nava dêr û rêzên vê nameya hanê de li ser ronahîya van şêst salên çûyî de ji nûve rûdanên vê pêlê di xebata mêjûwa kurdistanê de li wan de bidin bitemaşekirin, dê emê careke din dûrbîn û pêşbînîya vî Nivîsvanê Hozan bidin bidîtin.

Di nava van pêlên şêst salî de guhertinên mezin li seranserî cîhanê de û herwehajî di xebata Netewê Kurd de jî hatin bidîtin, lêbelêjî tevlivêjî lênerînên vê nameya hanê jî di armanca xebata Kurd de mûyekî kêra wan jî ew hêjî ne hatine biguhertin: 1. Serxwebûna Kurdistan û Pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe. Jîyan bi xwe ve vê bi xwe ve her û her bi neçarî ve li ser kurdan de dide bineçarkirin. Hêjîbêtir tevaya serpêhatî û mêjûwa xebata me di vî şêst salên çûyî de bi darê zorê ve li ser me dide bineçarkirin, ku 2. Bingehê serxwebûna Kurdistanê û pêkanîna Dewleteke Kurdîyî serbixwe divê ji Kurdistana Turkî bête bidestpêkirin. Ev herdu remanên bingehîyî pir bi nerx û hêjîbêtir rast û durûst ve bi carekê ve bi diyarî ve di nava dêr û rêzên remanên vê nameya hanê de ji berî sêst salî ve hatine bieşkerekirin.

Serxwebûna Kurdistan û pêkanêna Dewleteke Milîyî Serbixwe ev mafeyekî serûştîyî Netewê Kurd bi xwe ve tête biderkevtin. Ev mafeyê hanê nayête bidan, lêbelê bi darê zorê ve ew tête bisitandin. Vaye em dibînin, bê ka çawa Netewê kurdî Perçekirî ew ji bona vî mafeyê xweyî Perest xebat û têkoşînê dide bikirin.

Her û her ew hêjî dara azadîya xwe bi xwîna pakî Keç û Lawên xwe ve dide biavdan. Herwehajî em dibînin, bê ka çawa Faşîya Borcmvazîya Toranî, Farisî û Erebî jî Dcwlemendîya welatê me dide bitalankirin û bi serdejî ve bi hemû çekên dujehîji vc Miletê Kurd dide biqirkirin. Weha faşîya Erebî vaye jêre nema çekên wêrankirinêyî berê ji bona talankirina Kurdistana me û kole û bendekirina Miletê me didin bitêrkirin; jiber vêjî vaye Sêwîyên Eflcq, Qertelên Bexdadê kurdistana meyî şêrîn û ciwan bi bombên kîmyawî û biyolocî ve didin bibarandin, da ku ew tevaya Jîndarîyê li ser xakê me de bidin biqirkirin. Ev çepel, gurî û kotîyên mêjûwê pir nezanin, ew bi vî karê hanê ve bêtir û bêtir goristana xwe di nava Kurdistanê de didin bikûrkirin û pengizandina xwc ji nava xakê me didin bilezkirin û bi serxwebûna Kurdistanê veji bona tevaya dunyayê re didin bimujdekirin.

Jibervêjî xebata Kurdistanê ji bona serxwebûnê û Pêkanîna Dewletcke Milîyî Serbixwe bêhnekê jî nayête birawestandin, na hêjîbêtir ev xebata perest şev û roj jî vaye ew li her çar perçên Kurdistanê jî de tête bigûrkirin. Heger bi avê jî ma be, dê Pîrek û Zarokên Helebçe talankirina kurdistana me bi carekê ve û tola xwe ji Qertelên Faşîyên Bexdadê bidin bisitandin. xebata Miletê Kurd bi saya xebata cemawerên wî ve bi darê zorê ve û bi hinera pêşveçûna qanûnên jînê ve bi serxwebûnê û pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe dê bête bitac û bixelatkirin.

Ez hêvîdarim, ku Zanevanên Kurd dê bêtir û bêtir li remanên vê nameya hanê de bi wirdî, hûrbûn û dûrbîn ve li wan bidin de lê bidin bivenerandin û biliberkevtin, da ku ew ji serpêhatîyên mêjûwa me sûd û kelk ji xwe re bidin biwergirtin, ji bona ku ew gorîyên gihandina armanca meyî perest di serxwebûn û pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe de bidin bikêmkirin û dema gihandina wêna bidin bikurtkirin. Herwehajî ez hêvîdarim, ku Zanevanên Kurd dê bêtir û bêtir li ser mêjiîya Xweyîbûnê bêtin birawestandin û wê ji bona Xelkên kurdistanê bidin bidiyarkirin, da ku em bêtir li ser mêjûwa xebata xwe bêtin biagehdarkirin û serpêhatîyên pir bi nerx ve jê ji xwe re bibidin biwergirtin.

Li vêderê jî de ez dixwazim bidim bidiyarkirin, ku di nava gundê meyî Kêstekîyî li paşvemayî jî de di temara tarîya derbekîya rojhilat de min çavên xwe li ser bîr û bawerîyên Xweyîbûnê de û li ser destên Peyên Xweyî- bûnê de date bivekirin û li ser destên wan jî de di zarotîya xwe jî de ez hatim bifêrkirin û biperwerdekirin. Ev jî bi saya Seydayê Abdul-Qedus û Birayê wî Mele Mohe- medê Cimîlê Seyda ve hate bikirin. Jiber vê jî ez wergem- dina vê nameya hanêyî Kurdî jî ji bona wan Herdu Mirovan didim bipêşkeşkirin.

Berlin di 18. gulana sala 1989 de
Dr. M. S. Cuma



Di nava van çend salên dawî de bi vêketina şûreşên Kurdiyî li dûhev de û bi vegerandina rûdanên wan jî ve awîra cîhanê wan bi ser xwe ve dane bikişandin, sitûnên rojnaman dane bidagirtin û pirsiyarîya Kurdî di nava jimara giringtirîn pirsiyarên welatîyî giştî de dane bixistin. Lêbelêjî tevlivêjî hemû ragiyandinên li ser van şûreşên hanê jî de bes û bi tenha ve xwe bi nûçeyên kanîyên Turkî ve didan bigirêdan. Welia bi vî rengî ve rastî hate bipoşandin u derew û buxtan li ser van şûreşên welatîyî xurû de û li ser pirsiyarîya mirovanîyî bitirs de hatin bibelavkirin.

Weha welatperwerên Kurdên Xebatvan didin bibawerîkirin, yên ku wan şerê Turkan didan bikirin û hêjî ew jî ji bona liberxwedana hebûna xweyî Milî û Olperestîyên xwe şerê wan didin bikirin, ku liberxwedan ji bona mafeyên wanî perestî nikare bête bikirin, heger ku ew li ser hinera çekan de neyête biavakirin; jiber ku bes û bi tenha ve Dujminên wan bi vêya ve bi tenê ve didin bibawerkirin.


Wisa jiber peydabûna gumanê di nava hinavên...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues